
- Şevek sar bû ji zivistana par, baran ji erd û asîman dibariya. Sikak tarî bû çimkî elektirîk hatibû birrîn, mîna her şevê. Rojînê rahişt telefona xwe û ji keça xwe Hêvînêre lê da.
Dengê zingilê telefonê dihat, lê bersiv tune bû, wê gelek caran hewl dida lê bê çare, bersiv tune bû. Bavê Hêvînê xilmaş bûbû, lê ew li dengê qirecira hevjîna xwe ya di nevdera malê de şiyar bû. Rabû ser xwe û got:
– Ma tu dizanî ku ez rojane dilezim û dibezim, ez ji destê si- behê heya danê êvarê li kar dimînim û pîşt re ez îro çûm li mazotê geriyam heya min deh lîtir ji cem Mecîdo anî. Min dixwest ku ez xwe fehesînim. Çima tu rûnanê? Ez gelekîwestiya me cana min.
Kirîza Sûriyeyê bandora xwe li hemî movikên jiyanê kir her tişt buha ye, her tişt dibe hebe û tunebe. Qamişlo, bajarê evînê, bûye bajarê perîşanîyê, hol hola bazirganê şer e, hol hola kedka- ran e. Di zivistanê de mazot pêdiviya herî giring e. Xelkêmobîlya û çi tiştê ji tepan û cil bi xwe ve nehiştin, hemîşewitandin. Mazot peyda nabe, carna hindik peyda dibe û ew jîgelekî buha ye.
Rojînê mîna hemî jinan gelekî ji mala xwe û tak û tûkên xwe hez dikir. Heya ji hevjînê wê dihat ceng û xebat dikir da ku mazotê peyda bike. Tevlî wê jî, di hefteya borî de wê sekretona cilê xwe şewitand, wê dilorand û Çeko rondikê wê paqij dikir ûdilê wê xweş dikir:
– Rojîna min xema nexwe, bila rewş xweş bibe, ez ê jê mes- tir û çêtir û xweşiktir ji te re bînim.
Çeko û Rojînê gelekî ji hev hez dikirin, dê û bavê du zaro- kan bûn. Ciwan û Hêvîn. Kurê xwe Ciwan derxistin Elmanyayê, ji ber ku rewşa aramî ne baş bû. Bi taybet ji bo xortan, di dest- pêkê de ew ne razî bûn, nedixwestin ku kurê wan ji wan dûr bi- keve. Ditirsiyan ku ew di welatê biyanî de winda bibe, lê piştî du salan, dilê wan şad bû, ji ber ku Ciwan dest bi xwendina xwe kir û nema xema wî kişandin, lê bêrîkirina wî wan diêşîne. Her dem digotin a baş ew e ku Hêvînê li ber çavên me ye û ew neçûye dûr.
Rojînê dizanîbû ku Çeko westiyaye û gelekî bi dilê wî giran e ku mazotê ji vî û vî bixwaze û tim dengê wî di guhê wê de ye:
– Herê herê, ser bextê felekê be, ez Çeko yê merd bim û wilo werê li serê min û ez xwe gorî xelkê bikim ji bo çend lîtir mazot!
Çeko mirovekî ji xwe hez dikir û her dem ji bo kulfetê xwe dixebitî û gelekî bi wî zehmet bû ku tiştekî ji kesî bixwaze, lêrewş hatibû guhertin û neçar dibû ji bo pêdiviyên jiyanê, xwe bi hewceyî hinek kesan bike. Rojînê beramberî wî hat, serê wî maçkir û got:
– Bibore canê min, dilê min li ser Hêvînê dikele. Ez ditirsim ku ew ketibe di ber halê xwe dide û tu dizanî hevjînê wê ne ti mêr e.
– Netirse lêê, dibe ew razayî be.
– Tu carî di vê demê de ew ranazê, ma tu Goman nas nakî, ew heya berbanga xwedê wê keratiyê vedixwe û nahêle ew keçrazê.
Çeko û Rojînê gelekî ji Goman hez dikirin, mîna kurê xwe ew didîtin, dilê xwe û mala xwe jê re vekirin, lê wî dest bi vexwa- rinê kir û nema hayê wî ji kar ma û giha kesên ne baş û gelek caran dereng vedigeriya mala xwe. Roj bi roj cira xwe bi wan re ne xweş kir û xwe ji wan dûr kir. Kul û xemên wan hatin tevdan û lêdana zavayê wan a ku li keça wan dibû hat ber çavên wan ûçawa Hêvînê di sala borî de xeyidîbû pîştî ku Goman destê wêşikandibû lê dîsa wî bela xwe jê venedikir. Xelk û xweyê xwe şandin cem wan û xwe xiste tor û bextê wan. Wî soz dabû ku îdî nema destê xwe lê hilde yan jî sixêfan jê re bibêjê lê Rojînêdigot:
– Dûvê kûçik rast nabe.
Ji ber ku wê her dem xemgînî di çavê keça xwe yên melûl de didît, her dem destê Rojînê li ser dilê wê bû û li ser keça xwe di- tirsiya û gazin ji bavê wê dikir, ji ber ku wî ew ji hevjînê wêneda berdan. Çeko li ber çaydanê çaya germ rûnişt û sê qedehêçaya tehl vexwarin, çimkî wê şevê şekirê wan tune bû ûxwelîdanik ji quncika çixaran mişt kiribû, xew ji çavê wî çû ûRojînê ji qehra re sor dibû û zer dibû, kezeba wê li ser keça wêdişewitî, nexasim ku keça wê bersiva telefonê neda. Dengêzingila mobayila Rojînê hat hejmar a cîrana keça wê bû:
– Werin bi keça xwe ve, rewşa wê gelekî xirab e.
– Çi bi wê hatiye? Ez gorî te me, ji min re bêje.
– Hema zû werin wê bibin nexweşxaneyê.
Rojîn û Çeko li pîkaba xwe siwar bûn û bi lez berê xwe dan taxa Hilku, di 10 xulekan de gihan mala cîrana Hêvînê û dema Rojînêkeça xwe dît ku çawa di xwîna xwe de digevize, hiş di serê wêde nema û bi zorê xwe li ser lingê xwe girt. Pora wê bi ser serêwê ketibû û dora çavê wê şîn û reş bûbûn. Xwîn ji serê Hêvînêdiherikî û di nava çaqê wê de jî. Bi lez ew birin nexweşxaneyê ûpiştî çar saetan bijîşka jinan ji odeya operasyonê derket û dilêwan kir cih:
-Rewşa wê baş e û xwedê kurek dayê, hûn dikarin bibînin, lêpiştî ew şiyar bibe.
Rojîn û Çeko hilma xwe kişandine ber xwe û hezar carî spasiya xwedayê xwe kirin. Da ku Hêvîn bi saxlemî rabû û herduyan bi hev re biryar da ku Hêvînê nema vegere cem wî zavayê tund ûnema vê zorê li ser keça xwe qebûl dikin, lê ew li benda keça xwe ne. Ew ê biryara berdanê bide yan na?
Hêvînê çavên xwe bel kir, hemî laşê wê diêşiya. Ji ber lê- dana hevjînê wê yê ku heta niha lê nepirsiye ku çi bi wê û çi bi zaroka wê hatiye.
– Ka kurê min bînin, divê ez wî himbêz bikim.
Çavên Rojînê bi hêstir in, hingî li ser keça xwe giriya bû û li ser kurê wê jî, ji ber ku destekî kurik gelekî kin bû, ew kêm endam e û ditirsiya ku wî şanî rebena Hêvînê bide.
Dema Hêvînê destên kurê xwe dît, madê wê zer bû û bê hiş bû. Bijîşk lê kom bûn, çimkî xwîn ji laşê wê diherikî, rewşa wê ya tenduristiyê pir zehmet bû, piştî pênc saetan ew şiyar bû. Bijîşk ji Çeko re got:
– Xwedê temenekî nû da keça te.
Piştî Çeko rewşa keça xwe dît, wî sond xwar ku nema ew vegere Goman û her wiha sond xwar ku kurê wî jî bidê, da ku ji binî ve keça wî ji bela wî derkeve.
Rojînê jê re got:
– Ma gunehê zarok çiye?
Çeko bi acizî lê vegerand:
– Em nikarin kurê xelkê xwedî bikin û Hêvînê bila piştre bizewice. Hîn temenê wê biçûk e. Ew hîn nozdeh salî ye.
– Ax min digot, keça min hîn tu biçûk î, xwendina xwe bike, lêew li pey dilê xwe çû.
Çîroka evîndariya Hêvîn û Goman di nava dost, heval û malbata herduyan de bi nav û deng bû. Hêvînê keçeke sipehî bû, bejinzirav, rûyê wê mîna heyvê bû, çav reşbelek bû. Goman jîxortekî sipehî û bejinbilind bû. Bazirganiya cilan dikir û xwedîxanî bû. Birayê wî jî li welatê Norwecê dima û her demekê pere jê re bi rê dikir.
Dema Goman Hêvînê dît, ew ne bi dilekî bi sed dilî bûbûevîndarê wê. Her wiha Hêvînê jî bi dil û can jê hez kir. Dema Goman xwest pê re bizewice, malbata wê ne razî bû. Ji ber ku ew hîn biçûk bû, 17 salî bû û hîn şagirta dibistanê bû. Wê her dem digot:
– Ez ê herim zanîngehê da ku ez di paşerojê de bibim ma- moste, lê bayê evînê ew li ber xwe bir.
Destpêka zewaca wan gelek xweş bû. Goman her dem go- tinên xweş jê re digotin, evîneke germ dida Hêvînê. Hişt ew di xewneke xweş de bijî, lê mixabin ew dihate guhertin. Ber bi ne- başiyê ve diçû, gotinên çewt jê re digotin û destên xwe lê dirêj di- kir. Dilxerabî lê dikir. Goman gelekî xwe li ser wê didît ûdixwest Hêvînê di malê de be û ew bi kêfa xwe lawînîya xwe bike. Dema Hêvînê ji vê rewşê ne razî ba jî lê dixist û digot:
– Ez mêr im, her tişt ji min re dibe û tu mecbûr î ku tehemul bikî.
Carna Goman dibû mîna gurekî har û pê diket û carna dibûmîna pisîkê ji tirsa ku Hêvînê dev ji wî berde. Du sal wilo derbas bûn. Bi xemgînî û sixêf û lêdan heta ku kêr giha hestî û bavêwê yê ku li dijî berdanê bû û her dem digot:
– Em ê bibin benîşt di devê xelkê de. Bila Hêvînê bi nesîbê xwe razî be. Pirsgirêkên wan bi demê re wê çareser bibin.
Piştî ku keça xwe di halê mirinê de dît, biryar sitend.
– Min biryara xwe da û niha wê birayê wî were da ku kurik bibe.
Bû şev, Hêvînê çavên xwe vekir, li kêleka xwe meyzand, kurêxwe nedît. Wê kir hewar. Bê çare, diya wê li ber gerîya û got:
– Keça min, ez dizanim bi te zehmet e ku kurê te ne li ber pêsîra te ye. Goman mêrikekî pir dijwar e, heger kurê wî li rex me be û tiştek pê were ew ê serê me bixe nava teşqeleyê. Em ênikaribin xwe jê xilas bikin.
– Ez kurê xwe nadim, divê ez wî xwedî bikim.
Hêvînê dest bi girî kir û xwe gorî diya xwe û bavê xwe kir ku bihêlin ew kurê xwe xwedî bike lê bavê wê li ser xwe ma siwar.
Hêvînê kete behwerîkê ku ew ne bi destê xwe ye, nexa- sim ew bê kar e û divê ji gotina malbata xwe dernekeve yan jîzordarîya mêrê pê re zewicî li ser xwe qebûl bike, heya heyayê. Ew kete nava du agiran. Agirê mêr û agirê şewata kezebê.
Piştî demekê, birînê laşê Hêvînê sax bûn, lê kesera wê li ser kurê wê ma û birîna dilê wê ma vekirî. Lewra wê biryar da ku ew karekî ji xwe re bibîne. Hevala wê Şêrînê hate bîra wê. Berîsalekê wê jê xwestibû ku di salona wê ya berberiyê de kar bike.
Çimkî Hêvînê xwe li cem wê perwerde kiribû. Şêrînê bi hevala xwe gelekî şad bû. Wê dixwest alîkariyê bi wê re bike. Piştî şeşmehan Hêvînê bazinê xwe firotin û salonek ji xwe re vekir û ji bavê xwe re got:
– Ez ê doza kurê xwe bikim, ji ber ku ez dayika wî me û mafêmin e ku kurê min di himbêza min de be.
Lê mixabin Goman kurik girtibû û çûbû Elmanyayê.
Hêvînê di kul û xemên xwe de nexweş ket û hîna jî bi hêviya dîtina kurê xwe dijî.
Najah Hovak / JI PIRTÛKA ÇÎROKÊN JINÊN WÊJEKAR







