Huner cûreyekî berxwedanê ye

Nûçeyên Forum

Duşem 27 Tîrmeh 2026 - 07:00

  • Fritz Scholder; qirkirin û malwêraniya mezin a ku li ser serê gelên xwecihî yênAmerîkayê, Çermesoran hatîye xêz kiriye. Di tabloyek de hespek spî tenê û bêxwedî li kêleka gorên komî radiweste. Ew hesp dibe sembola azadiya wenda û bêxwedîmayînê.

MUSA KARBADAG

Çand û huner ji bo jiyana civakî xelat û diyariya herî bi nirx e. Çimkî bîranîna dîrokê û civakêbi hunerê zindî dimîne. Carinan tabloyek an peykerek, ji pirtûkek hezar rûpelî ku teorîk hatiyenivîsandin, an jî ji gotina siyasetmendekî navdar bêtir bandorê li mirov û civakê dike.

Tabloyên wênesazê Amerîkî Fritz Scholder di vê warî de mînakek balkêş in. Her yek jitabloyên wî ji aliyê xet, reng û estetîkê ve gelek xweş in.

Lê dema mirov ji pêşangeha Scholder derdikeve, tenê reng û bedewiya hunerî bi xwe re nabe.Tabloyên wî bîranînekê jî bi mirov re dike heval. Çimkî tabloyên wî tenê ji rengan pêk nayên. Her tabloyek bi dîrokê ve girêdayî ye û diaxive. Hest û hişê mirov bi bûyerên dîrokî re rû birû dihêle.

Birîna gelên xwecihî

Fritz Scholder; qirkirin û malwêraniya mezin a ku li ser serê gelên xwecihî yên Amerîkayê, Çermesoran hatîye xêz kiriye. Di tabloyek wî de hespek spî yê tenê û bêxwedî li kêleka gorênkomî radiweste. Ew hesp dibe sembola azadiya wenda û bêxwedîmayînê.

Yek wêne û tabloyek dikare deriyê dîrokeke din veke. Dema mirov li vî tabloyî dinêre, hiş lisînoran derbas dibe. Mirov diçe Anatolî û Kurdistanê. Qirkirina Ermenan, Pontûsan, Dêrsim, Zîlan tê ber çavê mirov. Û hespa tik û tenêmayî…Gotinên berxwedêrek Dersimê a kuhunermend Mikaîl Aslan li serê stran çêkirîye tîne bîra mirov: ”Me mifteya çiyê winda kir."

Huner nahêle em jibîr bikin

Tê zanîn ku desthilatdar dikarin dîrokê binivîsin û biguherînin. Lê huner qet nahêle ku bûyerbên jibîrkirin. Hunermendê mezin Pablo Picasso bi tabloya Guernica şer û pevçûnênnavxweyî yên Îspanyayê anî ziman. Victor Hugo bi romana Sefîlan xizanî, feqîrî û bêçaretiyêeşkere kir. Carinan tabloyek, carinan helbestek, carinan pirtûkek, an jî mîna melodiya a Rodrigo, bang li bîranîna paşerojê dike.

Kolonyalîzm tenê axê dagir nake

Bêguman kolonyalîzm tenê dagirkirina ax û erdnîgariyê nîne. Kolonyalîzm pêşî mirovdiguherîne. Paşê zimanê mirov qedexe dike. Dûv re çand û nasnameya mirov û civakê dide jibîrkirin. Di dawiyê de van kirinên xwe weke "şaristanî" pênase dike. Çand û huner li hembervan derewan dibe dîwar. Mîna tabloyên Fritz Scholder. Qirkirin û jenosîda Çermesoran jikûrahiya dîrokê derdixe û dike bîranînek ji bo civakê.

Rûbirûbûn azadîye

Ji ber vê yekê, rûbirûbûna bi rastiyê re tê wateya azadbûnê. Almanya di vê warî de mînakaherî baş e. Bi Holokosta ku bi destê Naziyan li dijî Cihûyan hatiye kirin re rûbirû hat.Almanya Holokost kir mijara çand û perwerdeyê. Tenê di mûzeyan de nehişt. Îro ro li kîjansûk û kolanên Almanya bimeşî, navê qurbaniyên Holokostê hatine nivîsandin. Almanya bixwe bûye arşîva bîranîna Holokostê.

Hemû şer û pevçûn wê rojekê bi dawî bibin. Ji bo avakirina pêvajoya jîyanek hevpar û dadwer, gere çand û huner erka xwe ya giran bi cih bîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.