
- Dema mirov li pênaseya peyva zimên dinêre pênaseyek bi vî awayî derdikeve pêşberî mirovan; navgîneke ragihandinê ya xwezayî ya ku xwedî rêbazên deng û wateyê ye; ku mirov pê; hest, nêrîn, daxwaz û agahiyên xwe vediguhezînin hev.
MEVLÛT AYKOÇ
Dema mirov li vê pênaseyê û li jiyana mirovhiyê ya bi deh hezar salan dinêrî tê dîtin ku pênaseyeke gelek teng û mekanîk e. Ka ew ziman û çanda ku hîn jî mirovahî nizane çawa derketî holê, çawa hatî bipêşxistin û bir her afirandina alavekî re peyvek li ziman zêde bûye û kodên wan ên bi deh hezaran salan di xwe de dihewînî dê çawa bê pênasekirin. Stran û wêje û beşên wêjeyê li dera hanê.
Li aliyê din dema mirov li pênasekirina zanyarên ziman dinêre wiha jî gotine; zimanê mirovan ê dayikê çermê li ser mirovan e, zimanê duyemîn jî kincê li ser mirovan e… Wate gelek kur û giran e.
Û em jî dibêjin zimanê me hebûna me ye. Rast e, ziman û çandê hev û du bi pêş ve xistine û çand jî ji hebûne mirovahiyê jê yek e. Mirov bi zimanê xwe, xwe û xwezayê pênase kirî.
Hîn jî kes rasterast nizane mirovahiyê çi çaxê û çawa dest bi axaftinê kirî. Tenê li gor texmîna zanyarên ku di vê qadê de lêkolîn kirine; li gor encama lêkolînan dibêjin ku; li gor anatomî, genetîk û werara mêjiyê mirovan; mirovahiyê 100 000 – 500 000 sal berê dest bi axaftinê kirine. (Ev li gor herêman, li gor zimanê serdestpêkî an jî zimanê rûniştî jî diguhere.) Zanyar bi vî awayî texmîn dikin.
Di vê çarçoveyê de divê mirov li ziman binêre. Di vê çarçoveyê de xebatên li ser zimanan geş bike. Li aliyê din dema em li daneyan dinêrin, dibêjin ku; niha li cîhanê nêzî 7000 - 8000 hezar ziman têne axaftin. Dîsa dema em lê dinêrin; tê texmînkirin ku zimanên ku wenda bûne an jî hatine jibîrkirin di navbera 6000 û 25 000’an de ne. Ev jî bi me dide nîşandan ku çend caran bi qasî zimanên ku hene ziman an wendabûne an jî hatine jibîrkirin.
Li gorî nexşeya zimanên ku di xetereyê de ne UNESCO’yê ev dane, dane. Li cîhanê nêzî 7000 ziman hene, ji van zimanan ji %41’ê zimanan (ango 2500 – 2900 ziman) bi wendabûnê re rû bi rû ne.
Dîsa li gorî van daneyan di her du hefteyan de di cîhanê de axifêrê zimanekî yê dawîn dema jiyana xwe ji dest dide, ew ziman jî bi mirina axifêrê dawîn re dimire.
Dîsa li gorî daneyên hin lêkolînan, hin zimanên mirî yên girîng ev in. Latînî, Yewnanîya Antîk, Sankrîtî (Ev ziman di axaftina rojane de nemane, tenê di qadên wekî; zanist, hiqûq û olê de têne bikaranîn, an jî di hin qadan da didin jiyandin.)
Dîsa zimanê Sumerî û Hîtîtî; zimanên ku belgeyên wan ên nivîskî hene û bi hezaran salan jiyane û zimanê antîk in, lê belê kesên ku pê bi axifin nemane, ji ber wê sedemê jî ketine nava zimanên mirî.
Mirov dikare van mînakan hîn zêdetir bike, lê belê ji bo ku mijar bê zelalkirin ev mînak bes in. Dîsa em li gorî daneyên UNESCO’yê yên “Li Cîhanê Nexşeya zimanên ku di bin xetereyê de ne” dinêrîn li Tirkiyeyê 18 ziman û zarave cih digirin, ji van 15 ziman di bin xetereya wendabûnê de ne. Ji bo van zimanan jî mirov dikarê wek mînak; Ermenkî, Suryankî, Abazî, Hemşînî, Lazî, Yewnanîya Pontusan, zimanên romanan, Çerkezî hwd. jî hene.
Dema em li zimanê Kurdî dinêrin zimanê Kurdî bingeha xwe ji zimanê Hûrîyan digire û zimanê Hûrîyan jî ji yekem zimanê herî kevnar yê nivîskî yê cîhanê ye. Bingeha zimanê Hûrîyan heta destpêka neolîtîkê jî dirêj dibe. Zimanê Hûrîyan bi şaristaniyên Gûtî, Kasît, Lulu, Mîtanî, Naîrî, Ûrartû, Med û Komageneyê ve tê digihê roja îroyîn. Ev ziman ji neolîtîkê heta îro kêm zêde tê bikaranîn û ji zimanên ku ji wê serdemê heta îro dijî jê yek e. Dîsa tê zanîn ku li gor hin lêkolînan Zîmanê Kurdî di nava zimanên ku li cîhênê dijî de ji aliyê dewlemendiya peyvan ve di rêza heştemîn de cihê xwe girtiye.
Heta îro li ser zimanê nivîskî yê Kurdî gelek xebatên giranbiha pêk hatiye, ji aliyê nivîsînê ve li ser gelek nîqaş hebin jî ( di hemû zimanan de nîqaş hene), hema bibê zimanê nivîskî di asta rûniştinê de ye.
Lê belê her çiqas ku bi vî awayî be jî îro zimanê Kurdî di nava zimanên di bin xetereyê de cih digire û dîsa li gor daneyên UNESCO’yê jî zaraveya Kirdkî (Kirmanckî, Zazakî, Dimilî) di rewşa herî xeternak de ye. Her çiqas ku li ser zimanê nivîskî yê Kirdkî gelek lêkolîn û xebatên hêja hebin jî.
Rewşa zimanên cîhanê û zimanê Kurdî bi kurt û kurmancî ev e. Dema mirov li zimanê xwe xwedî dernekeve, wek zimanê perwerdehîyê bi kar neyne, di mal, bazar, kolan û jiyana rojane de bi kar neyne rewşa xetereyê roj bi roj girantir dibe.
Divê her kes li xwe, li hebûna xwe, li çanda xwe, ango li zimanê xwe xwedî derkeve. Ziman zindî ye bi me re dijî. Em jî zimanê xwe bidin jîyîn.






