- Li serdemê ez ji welatê xwe mişext bûyîm, pîrozkirina rojbûna mirov li welatê me gelekî ne girîng bû. Lê li welatê nû çûmê pîrozkirina rojbûna mirov bi pîrozî mîna cejnekê dihate pîrozkirin û tiştê pêşî ji min re gelekî balkêş hatî pîrozkirina rojbûna min bû. Ji ber min roja ez çêbûyîm nedizanî. Lê nasên min yên nû ji dil û can ji bona rojbûna min pîroz bikin, ez pêşewaz kirim.
KAMRAN SIMO HEDILÎ
Li nav wê rewşa cudahiya çandan bi qasî ji min hat, min li nav mirovên ji netewên cuda yên xwe dostên biyaniyan dizanîn ji xwe re hin nasan peyde kiribûn. Li şîn û şadiyan em diçûne serdana hev û gelek êvaran me şevbihurkên xwe bi hev re derbas dikirin. Êvarekê bêyî tiştek ji min re were gotin, hin ji wan nasan ji bona roja ji dayîkbûna min pîroz bikin li jûra min civiyan. Cara pêşî dê rojbûna min bihate pîrozkirin, ew jî ne roja çêbûna min bû. Heta wê rojê min qet rojbûna xwe pîroz nekiribû. Nasên ji bona pîrozkirina rojbûna min kom bûyîn, roja di pasporta min ji gel qaçaxçiyekî ji xwe re peydekirî de hatî nivîsandin, Roja bûyîna min dizanîn. Lê ne navê di pasportê de hatî nivîsandin navê min bû û ne welatê pasportê welatê min bû. Sala di pasportê de hatî nivîsandin jî, ne sala çêbûna min bû. Bi rasthatinê (tesadufê) roja sêzdehê miha Sibatê, roja çêbûna min nivîsandibûn. Tiştê ji pasportê nêzîkî rastiya roja çêbûna min, tenê navê miha Sibatê bû. Tiştekî dinî rastiya min bînî ziman nebû. Min li koma ji bona pîrozkirina rojbûna min kombûyîn mêze kir û bêdeng min di dilê xwe de ji wan pirsî.
‘‘Hêjano rojbûna dayika min nedizanî, hûn pîroz dikin?’’
Berî wê êvarê bi salan min ji dayika xwe pirsîbû, ‘‘yadê ez kengî çêbûm ?’’
Dayika min bi rûkeniyeke dilmayî û westiyayî bersiva min wisa dabû, ‘‘Tu di bagera şeveke tarî ya miha Sibatê de çêbûyî. Şeva tu çêbûyî, şeveke gelekî sar bû kurê min.’’
Dayika min roj û sala çêbûna min nedizanî. Lê dost û nas ji bona rojbûna min pîroz bikin, ez weke fermandarên di serhildanê de bi ser dikevin û bi şervanên xwe re têne meydana gel lê kombûyî, ez pêşewaz dikirim. Ji devên her yekê/ yekî ji wan dengên dilxweşiyê hatine guhên min.
Min li koma ji bona rojbûna min hatin mêze kir û dîsa bêdeng ji wan re axivîm,
‘‘Dostino, ez jî bi qasî mirovên bi nivîna xwe ve hatina girêdan, ên felcê li wan dayî û dixwazin bimeşin ji dostaniyê hez dikim. Bi qasî mirovên derdora wan bi bêhnên genî dagirtî û bêhnkirina bêhneke xweş divin ji serkeftina hezkirinê bawer dikim. Bi qasî Êzdî yên di xîşka dorpêçê de ne û xwestina derketin pêdivî ne, pêdiviya min jî li vê biyaniyê bi hezkirinê heye. Bi qasî mirovên hatin koçberkirin û bêriya welatê xwe dikin. Bi qasî jinên zarokên wan çênabin û xwestina zarokan dixwazin. Bi qasî zarokên dayikên xwe winda kirin û germiya hembêza dayikan dixwazin. Ez jî zanîna roja rojbûna xwe û ya girîng dîtina cihê çêbûna xwe dixwazim. Vêca hûn rojbûna min, ya dayika min nedizanî pîroz dikin. Ji merdiya xwe, hûn pêşî ji min re sitranekê bisitrênin, bila bêhna wêrekiyê ji peyvên sitranê werin. Çîrokekê bibêjin, bila mêrxas û jinxas tê de neyêne kuştin. Li vê cîhanê welatekî nîşanî min bikin,
bila zarok li bin siya ala wî têr û bêtirs mezin bibin. Heyranokeke evînî binuhirînin,
bila evîndar bigihîjin hev û bihev şad bibin. Serpêhatiya Binevşeke Zagrosî bibêjin,
bila bêhna gulên bûkaniyê ji keziyên wê werin. Sînorên welatekî li ser dilê min bineqişînin,
bila alyekî wî, ne Enfal û aliyê din ne komkujiyên Şengalê bin. Heke hûn van bikin, hûn ê wê demê rojbûna pasporta min pîroz bikin.’’
Piştî vê axaftina bêdeng, ez jî bi xemgîniyeke veşartî û bi melûliya her di giyanê min de beşdarî şadiya rojbûna xwe ya derewîn bûm.







