PKK û yekîtiya Kurdan

Nûçeyên Forum

Çarşem 19 Tebax 2026 - 07:30

  • Gava ku netewek hînî yekîtiyê nebûbe û her beş an perçe jî tenê li ser berjewendî û parastina hebûna xwe bihizire ev tê wateya ku mirin û bindestiya tevan misoger e. Lewre tenê peywirek wan heye; Rawestandina li bendî dora xwe ye. Ji ber ku dema tiştek tê serê yê din ew bawer nakin dê rojekê heman karesat bi awayekî hîn dijwartir were serê wan.

AHMEDÊ BILOKÎ

Dikarim bibêjim ku netewa me kurdan jî yek ji van netewên ku hînî yekîtiyê nebûye. Loma hemû kes bi rehetî li ser hebûna me, li ser vîna me hesab û şîroveyan dikin. Lê ez di wê yeqîniyê de me ku paradigmaya tevgera Apoger dê vê çarenûsa ku li ser me pêşkar bûye bişkîne. Di havênê tevgera Apoger de yekîtî heye, pevrebûnî heye. Ji roja roj de bi awayekî pir zelal li dijî cudakariyê derketiye û timî yekîtî parastiye. Ji bona ku yekîtiya gelê kurd çêbibe di gelek serdeman de gavên dîrokî avêt û ket nava hewldanên pir hêja. Gelek sazî û dezgehên ku tevahiya kurdan dike binê banê xwe, damezirand û ket nav liv tevgerên ku bi awayekî kûr di bin hişiya kurdan de cihê xwe girtiye.

Rêber Apo di şert û mercên herî bê derfet ên esaretê de jî li ser vê mijarê radiweste û dixwaze vê diyardeyê pêk bîne. Belê em dikarin bibêjin hêdî hêdî di vê mijarê de pêşketinên erênî çêdibin û dê hîn bêhtir çêbibe. Lê di vê mijarê de jî pêwistî pê heye ku mirov rê û rêbazên afirînêr û çêker bi pêş de bixîne. Mînak di warê wêjeyê de, di warê yekîtiya nivîskariyê de, di warê sînemayê de, di warê dîplomasî û ramyariya netewî de pêwistî pê heye ku şêwe û hişmendiyek hevpar were pêşxistin. Îro ev yek hezar carî ji avakirina dewletekê girîngtir e. Vaye em dibînin ku ji hemû demê bêhtir derfet li ber destê me kurdan heye lewre di pêşengtiya tevgera Apoger de hişmendiyek demokratîk û komînal bipêş dikeve ev yek bi serê xwe derfetekî bêhempa ye.Divê em zanibin ji vê derfetê baş sûdê wergirin û potansiyela xwe têxin tevgerê. Ger di vê serdema man û nemanê de em di warê hest, giyan, dil û mejî de yekîtiya xwe ava nekin em ê êdî nikaribin di tu serdemên din de ava bikin.

Di demên dawî de gelek kesên ku di temenên xwe de ji bo azadiya kurdan mûyê xwe nehejandine radibin peyvên ji hebûn û rabirdûya xwe mezintir dikin û dîsa li dijî yekîtî û xebata ji bo yekîtiya kurdan tê kirin derdikevin. Lê pêwist e em zanibin ku tenê ev kesana reşbîniyê û bê baweriyê belav dikin tu qedir û nirxên şîroveyên van kesan tuneye… Herî dawî dixwazim vê yekê bibêjim; Netewek li ber mirin û perçebûna siyasî be, neçare bi her awayî xwe nû bike û xwe ciwan bike. Rêber Apo di lêgerîna bi hêzbûyînê de ev yek, merhele bi merhele pêk anî û ew rihê ku hatibû wendakirin ji nû ve dît, xurtkir û berztir kir.Ev çanda herî mezin a netewbûyîna gelê kurd e. Em ê bibin yek !

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.