Divê ev helwest neyê îhmalkirin

Pêncşem 30 Cotmeh 2025 - 03:35

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk ku daxuyaniya dawî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê nirxand û got:"Girêdayî van şert û mercan hemû, di wê baweriyê de me ku wê ev helwesta PKK’ê hêviyan zêde bike û encaman biafirîne. Her tişt wê bi bersivdayîna gavên ku Tevgera Kurd avêtiye re şêwe bigire."

Di pêvajoya heşt mehan a ku bi ser banga dîrokî ya Rêber Apo a 27’ê Sibatê de çû de, Tevgera Azadiya Kurdistanê gava duyemîn a mezin avêt û israra xwe ya aştiyê careke din nîşan da.

PKK’ê ku piştî banga Rêber Apo Kongreya xwe ya 12’emîn kom kir û fesix kir, piştî demeke kongreyê di 11’ê Tîrmehê de komeke gerîlayan çekên xwe şewitandin û cidîyeta xwe ya li hemberî pêvajoyê nîşan dan.

Piştî bangê 8 meh şûnde, Tevgera Azadiya Kurdistanê ragihand ku li gorî biryarên Kongreya 12’emîn û bi erêkirina Rêber Apo, biryara vekişîna ji qada Tirkiyeyê destpê kiriye û gerîla derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûne.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, vê gava Tevgera Azadiya Kurdistanê nirxand.

Hakan Ozturk anî ziman ku biryara vekişîna PKK’ê ya ji Tirkiyeyê dewamiya pêvajoyê ye û bilêv kir ku bi vê gavê re rêya ber bi aştiyê vebûye û wiha got, "Ragihandina PKK’ê ya vekîşîna ji Tirkiyeyê, dikare wekî dewamiya pêvajoyê bê dîtin. Ev daxuyanî ji beriya her tiştî divê wekî encama mantiqa ku di navbera Rêber Apo û Tevgera Azadiyê de pêk hatiye, bê dîtin. Girêdayî vê, divê ji aliyê hemû aliyên siyasî yên Tirkiye û cîhanê ve erênî bê nirxandin. Bi vê geşedanê re, Tevgera Kurd piştî biryara fesixê û şewitandina çekan bi awayekî sembolîk, gavek din ber bi aştiyê ve avêt. Ev gavek ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê, derfetan zêde dike. Ji ber ku rêya ber bi aştiyê re avêt, divê pir hêja were dîtin. Ji bo nirxandina helwestek wiha bi awayekî erênî, divê hikûmet vê li ber çavan bigire û ji bo pêkanîna pêwîstiya vê hewldanê nîşan bide. Divê ev helwest bi tu şêweyî neyê îhmalkirin."

Hakan Ozturk anî ziman ku êdî pêvajo wê li gorî gava ku desthildariyê biavêje şêwe bigre û got ku wê bi gava ku desthilatdariyê biavêje re pêvajo pêşve biçe.

Hakan Oztur herî dawî ev tişt gotin: “Girêdayî van şert û mercan hemû, di wê baweriyê de me ku wê ev helwesta PKK’ê hêviyan zêde bike û encaman biafirîne. Her tişt wê bi bersivdayîna gavên ku Tevgera Kurd avêtiye re şêwe bigire.”

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.