Divê Ocalan bi gelê xwe re bijî

Duşem 23 Sibat 2026 - 03:47

Welatiyên ji gundên Cibîn û Erahê yên cîranên gundê Amara ya navçeya Xelfetiya Rihayê ku Rêber APO lê ji dayik bûye, diyar kirin ku ji bo pêvajo bi serbikeve divê azadiya fizîkî ya Rêber APO bê misogerkirin û banga bicihanîna “mafê hêviyê” kirin.

Welatiyê Tirkmen Mehmet Yildirim ê ku li gundê Erahê dijî, diyar kir ku banga 27’ê Sibatê modelek pêşkêş dike ku gelên li Rojhilata Navîn bi nasname, ziman û çanda xwe bi awayekî wekhev bijîn. Yildirim destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn salên dirêj polîtîkayên yekperest, înkar û bişaftinê serdest bûn û ev nêzîkatî tu feyde neda gelan û got:"Rêzdar Abdullah Ocalan di vê mijarê de her tim, ji roja ku ev tevger dest pê kiriye û vir ve, hişmendiya ku afirandî pêkvejiyana gelan e. Jixwe dema tevgerê ava dike, li Xelfetiyê vê yekê tîne ziman; dibêje: ‘Xelfetî ne erdnîgariyek bû ku Kurd xwe wekî Kurd derxîne pêş, ne jî Tirkmenek xwe wekî Tirkmenekî derxîne pêş. Her duyan jî xwe ji hev bilindtir nedidît, faktora diyarker ew bû ku her du bi wekhevî dijiyan’." Yildirim bal kişand ser êrişên dawî yên li ser Rojava û destnîşan kir di muzakereyê de rola Rêber APO diyarker e û got:"Îro li Rojava hişmendiyek heye ku mafê Ereban jî diparêze, mafê Elewî û Tirkmenên li wir jî diparêze daniye holê. Ji ber vê yekê me dît ku rol û mîsyona rêzdar Ocalan çi qas girîng e. Dema ku şer dîsa derket, em hemû dizanin ku rêzdar Ocalan bi rol û mîsyona xwe ev rewş ji zemîna şer anî ser zemîna muzakereyê. Heke di destpêkê de raman û nêrînên rêzdar Ocalan rast hatibana famkirin û nirxandin; em ê li Rojhilata Navîn di nava rewşekî pir cuda de bijiyana. Divê rêzdar Ocalan êdî bi gelê xwe re bijî. Ji ber vê yekê divê azadiya fizîkî ya rêzdar Ocalan bê misogerkirin û divê ew bi gelê xwe re bijî." Welatiya Ermen Zelîha Gungoren a ji gundê Cibînê ye diyar kir ku banga Rêber APO ji bo bidawîbûna şeran girîng e û got:"Wekî ku xwîn bi xwînê nayê şûştin, bi şer jî nabe. Rêzdar Ocalan di vê mijarê de gavekî pir baş avêt. Bidawîbûna şer tê wateya aramiya hemû dayik, zarok û her kesî. Tê wateya hatina aştiyê. Pêkvejiyana Kurd, Ermen, Tirkmen, Ereb û Suryanan li vir pir xweş e. Gava ku rêzdar Ocalan avêtiye, ji bo vê yekê ye. Heke ew bi awayekî fîzîkî azad be, wê pêvajo baştir bi rêve biçe. Ramanên mirovekî azad jî azad in, nêrînên wî jî azad in. Ez dixwazim her kes bi fikir û zimanên xwe bi rengekî wekhev bijîn." Welatiyê Tirkmen ê Cibînî Yusuf Demîr jî anî ziman ku pêkvejiyana gelan pir bi qîmet e, anî ziman ku ew piştgiriyê dide banga Rêber APO û got:"Ev bang her tim biratiya di navbera gelan de pêş dixe. Civakê dike yek. Wek Tirkmenek ez piştgirî didim vê bangê. Di vê çarçoveyê de ji sedî 50’ê Tirkmenan piştgiriyê didinê. Em piştgiriyê didin ‘mafê hêviyê’. Ji bo kesekî ku 27 sal in di girtîgehê de ye, divê ‘mafê hêviyê’ hebe. Di dîroka me ya nêz de belkî bi sed hezaran mirov ji şer zirar dîtin. Ji bo qedandina vê, aştî her tim baş e."

MA/MELÎK VAROL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.