Neguhdarkirina Ocalan pirsgirika cidî ye

Pêncşem 30 Cotmeh 2025 - 03:42

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakut gava dîrokî ya Tegera Azaiya Kurd der barê ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ de avêtiye nirxand û da zanîn ku gava dîrokî ya ku tevgera azadiya Kurd avêtiye israra di daxwaza aştiyê de carek din nîşan daye û got di asta duyemîn a pêvajoyê de divê her kes rola xwe bilîze. Rûçem Vefa Elyakut da zanîn ku bi banga Rêber APO re gavên dîrokî hatine avêtin û got:“Di 27’ê Sibatê de bi banga hat kirin re kelecan û hêviyek mezin afirî. Hêviya ji bo aştiyê mezin bû. Bi banga Birêz Ocalan re PKK’ê gavên cidî û şênber avêtin. PKK’ê xwe fesh kir û piştre çek şewitandin.  Bersivek cidî û şênber da banga Birêz Ocalan. Bi vê re dewletê tenê li meclîsê komîsyonek ava kir. Lê wek her kes jî dizane bi avakirin komîsyonê re hîna tu gaveke şênber nehatiye avêtin.” Rûçem Vefa Elyakut daxuyand ku hîna aktorê sereke yê pêvajoyê Rêber APO nehatiye guhdarkirin û got:“Tevî van geşedanên girîng, van gavên dîrokî hîn a şert û mercên tehdîdê didomin û neguhdarkirina Birêz Ocalan pirsgirêkek cidî ye. Divê dewlet gavan bavêje, gavên hiqûqî, zemîna qanûnî û hiqûqî bê avakirin. Li aliyê di Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê cotmehê de daxuyand ku ji Qadên parastina Medya vedikişin. Em dizanin ku vê pêvajoyê li cîhanê deng daye."

Entegrasyon ne asîmîlasyon e 

Rûçem Vefa Elyakut destnîşan kir ku di vê pêvajoya krîtîk de divê her kes berpirsyariya xw bîne cih û got:’’Em dibînin ku Birêz Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd çiqas samîmî nêzî pêvajoyê dibin, çiqas aştiyê dixwazin.  Piştî banga 27’ê Sibatê me civîn pêk anîn û me gel tevli pêvajoyê kir, nîqaş meşandin. Di heman demê de bi pêşengiya jinan pêvajo hat meşandin û em bi jinan re hatin gel hev. Em li ser mijarên ku azadiya jinan azadiya civakê ye sekinîn û me bi hev re xebat, nîqaş û atolye meşandin. Peywirên mezin dikevins er milên me. Em di hişmendiya vê de ne. Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”

Rûçem Vefa Elyakut di dawiya axaftina xwe de balkişand ser şertên pêvajoyê û got ev bi entegrasyona demokratîk dikare bên çareserkirin û got:“Em têgehan pir tevlihev dikin. Em behsa entegrasyona demokratîk dikin. Em behsa asîmîlasyonê an jî  helandina gelekî ya di nava gelê din de nakin. Ev jî tê wateya ku her gel bi çand, nasname û zimanê xwe xwe îfade bike. Bi entegrasyona demokratîk pirsgirêk dikare bê çareserkirin.”

JINNEWS/PELŞÎN ÇETÎNKAYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.