
- Şengal/Êzdîxan di jenosîda 3yê Tebaxa 2014an de qirkirina reş da rawestandin. Îro bi hîlebazî, dek û dolaban dixwazin Jenosîda Spî pêk bînin û komkujiyên DAIŞ'ê yênnîvco mayî bi vê rêyê temam bikin.
OSMAN ERGÎN
Ji yên ku dilê xwe,
evîna xwe,
hêviyên xwe
bi ROJ’ê vedijînin
Û bi tîrêjên ROJ’ê rêya xwe ronî dikin…
Em ber bi 12emîn salvegera jenosîda Şengalê vê diçin.
Êzîdxan-Şengal her bûye armanca êrîşên olên desthilatdaran.
Bi taybetî jî ya îslamofaşîzmê.
Herî dawîn di 3yê Tebaxa 2014an de bi amadekirina hêzên navdewletî û netewdewletên herêmî rêxistina herî reş û tarî, rêxistina nîjadperest DAIŞê bi armanca tunekirina şaneya koka kurdan, êrîşeke ku bi salan amedekariya wê hatiye kirin pêk hat. Dewlet û rêxistinên li wê erdnîgariya heyî jî hevkarên vê Roja Reş bûn.
Dewletên Iraq, Tirkiyê û (mixabin) partiyên di Rêveberiya Herêma Kurdistan de cî digirtin bûne hevkarê vê êrîşî. Ji Şengal/Êzîdxan careke din dengê hawar û lîlanên Dayikên Êzdayî bilind dibûn.
Dîrok wekî ku xwe ji nû ve dubare bike dibû dika qirkirina baweriya Kurdan ya xwerû û resen. Keçên Xama dîl dihatin girtin ji 11 saliyan heta 30 saliyan. Bi hezaran Xezal, Sosin,Hewê, Rihan, Gulistan li bazarên koleyan dihatin standin û firotin. Serên xortên Êzdî zindî zindî dihatin jêkirin.
Serî jê dibûn lê rêgeza herî sereke ya Êzdayiyê li dar bû: “Serî didan sir ne didan!”
Di bin warewar û qareqara gur, çeqel û keftaran de dengên zarokan qut dibûn.
Ji bo Civaka Kurdê Êzdî janeke bi êş û elem dihat jiyîn, ji bo mirovahiyê şermeke mezin.
Berî bi salan Rêberê Gelê Kurd Ocalan hişyarî kiribû di derheqê van bûyerên reş û tarî de.
Ku li rêzdar bihata guhdarîkirin ew ê ev Şerma Mezin pêk nehata û trajediya giran pêknehata.
Partîyên di desthilatdariya Başûrê Kurdistanê de ev hişyarî ji nedîtî nehatina wê herikîna dîrokê ne li Kurdistan û ne li Rojhilata Navîn ne bi vî rengî bûna.
Ewrên reş û tarî wekî agahdariya dojehê didan hêdî hêdî kom dibûn.
Divê bê eşkerekirin û vekirî bê gotin.
Ku Partî Demokratî Kurdistan/PDK civaka Êzdî bi çavekî kurdawer û pêşverû bişopanda dê neketiya wê rewşa xwe ya şermezar.
Tê zanîn di kêliyên ku reşahiya herî kûr li ser asîmanên Êzîdxan/Şengal kom dibûn, hêzên Başûrê Kurdistanê 12 hezar şervanên/pêşmergeyên xwe ji wê xaka pîroz û qedîm vekişandin.
Dibe ku ji wê ye hê ew pirs û qêrîna rojnamegera ji ragihandina azad ku digot:
"Hûn bi ku dê ve diçin?
Hûn çima Şengal tenê dihêlin?" Ji guhê me qet naçin, dernakevin.
Partî û rêxistinên Başur ku hinekî bi pîvanê siyasetê tevgeriyabûna, dê ev rewşa ku îro weke xetere û metirsîyekî tê dîtin dubare pêk nehata.
Yên doh li Êzîdxan/Şengal xwedî derneketin, tenê hiştin; êrîşên keftaran ên li dijî karxezalan (xwedêgiravî) bêalî man, bûne sebeba ku keftar li wan vegerin. Kîjan hêz û bawerî bi desthilatdarîya Iraqê re dide gotin:
-Divê êdî pêşmerge çek berde û were tevlî artêşa Iraq bibe!
Ev çi bablîsoka sîyasî ye, ev çi sosrete dewleteke wekî Iraq li pêşber hemû bêvîniya xwe,lawaziya xwe îro dikare vê zimandirêjiyê bike.
Bêguman dibe ku hinek hêz newêrek tevgeriyabin û reviya bin.
Lê Tevgera Azadiyê ya Nûjen û Demokratîk a Kurdistan ji bo Şengal, ji bo Êzîdxan du destnîşanên girîng anîn holê.
Yek: Êzdayetî Şaneya kokê ya Kurdayetiyê ye.
Dudo: Êzîdxan/Şengal xeta şor a hemû Kurdistaniyan e!
Dil, divênevê bi mirov wiha dide gotin:
-Xwezî PDKê jî xwedî vê têgihîştina Tevgêra Azadiya Kurdistan a nûjen û demokratîk bûya.
Dewleta Tirk ji sedemên ku wê nexşeya Rojhilata Navîn veguherîne, bi lez û bez çû Îmraliyê û ferz dîtin kû bi pêşengê Modernîteya Demokratîk re pêngava muzakereyan ji nû ve bidin destpêkirin. Hêzên Başur jî di vê çerçovê de (ger zanibûna ku) li Êzîdxan/Şengalê xwedî derkevin dê destê wan bi hêztir bibûya. Wê îro desthilatdariya Iraqê nekarîbûya zimandirêjiya îro bikara.
Lê hinek hesret û kêliyên dîrokê hene ku şens didin ji çewtî, xeletî û kêmasiyên xwe veger bi pêş bikeve. Îro jî bo PDKê ev derfet guncav bûye.
Şengal îro di rê veqetineka entegrasyona demokratîk û qirkirina "nû" de ezmûneke dîrokî dide. Lê ev ezmûn ji Civaka Kurdên Êzdî wêdetir, ya Partî û rêxistinên Başûr e.
Şengal/Êzdîxan di jenosîda 3yê Tebaxa 2014an de qirkirina reş da rawestandin. Îro bi hîlebazî, dek û dolaban dixwazin Jenosîda Spî pêk bînin û komkujiyên DAIŞ'ê ya nîvcû mayî bi vê rêyê temam bikin.
Di serî de PDK, tevahiya hêz û rêxistinên serkirdeyên kurd karin ji kêmasî û şaşiya xwe ya li pêşber şaneya koka kurdayetiyê/Ezdayiyan xwe rizgar bikin.
Dîrokê, pêngava 27ê Sibatê 2025an ku bi destê Ocalan ve hate desteserkirin vî şensî da wan...
Ger vê carê rol û rista xwe rast bilîzin.
Divê zanibin ku Êzîdxaneke bi serketî, ji wan re qeweteke mezin e.
Şengal xweseriya xwe misoger bike ew ê li Başûr jî gelek geşedanên ronîdar pêk werin.
Li Şengalê nearamî û gengazî li her beşa Kurdistanê ji xirabiyê re dibe bingeh.
Wekî encam;
Em ber bi 12emîn salvegera qirkirina/jenosîda 3 Tebaxa 2014an ve diçin.
Divê wê rojê, ango 3yê Tebaxê em li kurê cîhanê bin, dema ku demjimêr 09:00a nîşan dide em ji bo cangorî û wendayiyên Êzîdxan/Şengal 3 deqîqeyan rawestin û rêzê li wan bigirin.
Bi sê deqîqeyên rêzgirtina sedhezar mirovan, em karin pêngaveke nû bidin destpêkirin.
Pêngava statû bidestxistinê!
Şert û mercên ku em tê de ne vê îmkan û derfetê dide.
Pêngava Civaka Demokratîk û Aştiyê vê xwestekê hêsantir dike.
Tenê yên ku kêmasî jiyan ji kêmasiyên xwe vegerin û yên bûne hawar û mizgîniya Şengal/Êzdîxan ango; Mam Zekî, Egîd Civiyan û bi sedan şopînerên wan rast bêne fahmkirin!
Em ber bi 12emîn salvegera jenosîd û qirkirina Şengalê ve diçin.
Ger em bi cesaret û wêrekî bi ser tirs û kêmasiyên xwe ve karibin herin.
Civaka Kurdên Êzdî di rêûresmê xwe de, di rîtûelên xwe yê olî de, di têkiliya xwe ya xwezayî, enerjî û elementa de bi hîmên komînalîteyê tevdigerin û xweṣî û başiyê tenê ne ji bo xwe, ji bo herkesî, ferdî, civakê, bawerî, ol û zayendê dixwazin.
3yê Tebaxa 2014an ji bo Êzîdxan/Şengal herçend roja destpêka tunekirina tevayî be jî di heman demî de Roja Destpêka Jiyaneke Nû ye jî!
Jiyaneke Civakî, demokratîk û sosyalîst.
Biborin, pêwîste ji bo Iraq jî hevokek bête zêdekirin. Iraq navê ku bi lez û bez bazde biçe der û derveyên dûr ku mafên xwezayî, civakî, siyasî û debarî, yê Şengal/Êzdîxan nasbikin, bidin wê ji wan re jî bi her awayî aram bibe.
Divê Iraq qirkirina/jenosîda 3ê Tebaxa 2014an nasbike û statuya Şengalê bi yasayî tevlî destûra bingehîn bike.
Wê ev Iraqê bi her awayî bike welatekî jêbawer.
Silav,
Hezar silav.
Ji bo afrîner, cangorî û şopînerên wê rojê!







