
- Ez dibêm şehîd şahid e ku ax welat e loma ji bonî wê axa ku welat e can dide, bawerî xweşdîtin û xweşhaliya jiyanê yanî rast şîroveya jiyanê ye. Şehîd rastiya jiyanê ye, lewra giyandayîn, canfîdakirin ewqasî ne rihet e. Jiyan naşibe teoriyan, ew teoriyên ku li ser maseyan tên amadekirin. Şehîd pesinandin û pesendkirina rastiya bîrdozî, raman, tevger û xwesteka azadiyê ye, teoriya jiyanê, teorî û pratîka jiyana azad e.
FERATÊ DENGIZÎ
Her çiqasî wek têgihek dînî bê pênasekirin û qebûlkirin jî, lê zêde ew rohnayiya jiyana azad e. Jiyana ku ewqasî tê hezkirin. Ma Şehîd Kemal Pîr bêheq gotiyê “Bi qasî ku em ji bonî wê bimirin ji jiyanê hez dikin…” Herê ji bonî hezkêrê bêyî ku çav bê kutkutandin xwe avêtina êgir ne hêsan e û nayê ravekirin.
Tê zanîn ku çar hîmên bingehîn ên hebûnê hene; ax, av, ar û as(hewa)… lê hîm tev li ser axê pêk tên. Ka ji axê pê ve ku her tiştî qebûl dike û vediguherîne heye! Tu çi qirêjiyê, pîsiyê, genîtiyê, ax û elemê berdî axê red nake, pak û paqij dike. Bi bênfirehî û demê re, bi zaneyiyek xwezayî qirejiyê dimehîne, dimeyîne û vediguherine xweşikiyê; çi giya, çi kulîlilik çi qût, çi teht û çi lat! Ev ne karekî hêsan e. Îca divê ev ax bê parastin ji bonî mirovan; çi kes, çi civak, çi eşîr, çi gel, çi netewe… Ji bonî ku gel li ser axek azad bijî bi bextewarî û ser bilindî; berdêl û ked divêt e, ha ev berdêl û ked şehîd e ku axê vediguherîne welatekî azad, jiyaneke azad…
Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser bingeheke dîrokî, çandî û civakî bi salan e têdikoşe. Bi rêbertiya Serok Apo û rêxistina dilbigelî îro rohnayiyek afiriye. Di rohnayiyê de rista şehîdan sereke ye. Li ser vê rê û rêbaza ku Serok Apo bi rêya Tevgera Azadiyê jiyanî kir; çar hêlên Kurdistanê ev şewqa dît û vêya şehîd, cangorî û xebatkaran pêk anî. Amed bû Mehabad, Kobanî bû Rewandûz û yekîtiya netewî pêk hat bi saya xwîna cangoriyan. Îro ku em Kurd xwe weke xwişk û birayê hev dibînin, ji xeynî xwefiroş û xayînan, ev keda wan e, yekîtiya me rû daye. Îca piştî ragihandina şehîdên çar hêlên welêt ên vê dema dawîn hêz da pêvajoya nû. Warên bîranîn û şîna şehîdan jî rûmeteke giranbûha, warê ragihandin û şerê xweseriyê ye; Amed, Wan, Gever, Cizîr û Nisêbîn rûmeta gelê Kurd a sepandina li jiyan û cîhanê ye ku têkoşîna xweseriyê vala neçûye, ev sepandina vê ye. Gelê Kurd pir rêzdariya bi qîmet da bîranîna şehîdan û piştgirî dayîna Serok Apo, Tevgera Azadiyê û pêvajoya dawîn e. Divê ev rast bê xwendin û zanîn ku îro şeveqa, berbenga azadiyê ye, azadiya Kurd û Kurdistanê ye ku em hêz bidin xwe û zêdetir bixebitin, şopdariya şehîdan vêna dizwaze. Bila dinya alem girseyên gelê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê bibîne ku çawa diherikîn qada bîranîn û şîna şehîdan. Bi rastî dema ku em çûn Nisêbîna rengîn azadiyê em pêşwazî kirin; ew çi hêbet, çi çi tevlêbûnek mezin bû ku malbat qet bi tenê nehiştin wek wan cîhê din î ku şîn hatibû danîn. Li Nisêbîna rengîn î berxwedêr me jiyana azad dît, bi rastî ez wek dildar û xebatkarekî bi salan pir hestiyar bûm, dilê min hat çavên min ku ev ked vala neçûye ku çawa tarîtiya zilma giran hatiye çirandin, şînên komî û bîranîn şewata dilan him gur kirin him sivik.. Her kes bi berpirsiyari tev digeriyan, ciwan wek pêta êgir. Cîûwar nemabû ji mirovan, xizmet jî bêqisûr wek ku Serok Apo û rêzdarên şoreşê tev li wira bûn, ligel poster, wêne û serbilindiya malbatan. Rêxistin û hilbijartiyên me xweş xebitîn, em wan pîroz dikin ku vê alê li erdê nehêlin. Nisêbîn mizgîna azadiyê ye! Bîranîna şehîdan a her çar hêlên welêt, berbanga azadiyê ye.
Wek nîşeyekê ji herêma Stewrê jî pakrewanên me hebûn, yek ji Şûtê lawê Hevseroka me ya berê Nafiye Demîr Orhan Demir (Botan Bahoz) û pakrewanekî dinê; çar jî ji Barman hebûn hema bibêje ji heman malbatê yek jê hevrêyê min Nevzat Fîdan (Arat) bû ku rohnayiya dilê min e. li Barman bîranînek xweş reng da. Herê pêşeroja me rohnî ye. Bila şehîd li ser axa welatê xwe aram razên. Em jî vê emanetê biparêzin û hê zêde rêxistinbûn û hê zêde rohnayî û azadî! Şehîd havêna jiyana azad û rûmeta gelê xwe ne, ev ax ne bêxwedî ye.
Dixwazim çend ristan diyarî cangoriyan bikim;
Çengek ax dixwazim
Bi şewba evîna te ketime
Çengek ax bi destê min nakeve
Ne ceban ne jî war
Bûm berate
Qevdek çilo dixwazim li ser
Defa sînga xwe
Bêhna çilo çi xweş e
Nexasim yê şil, wek
Bêhna te û welat diyarî
Herê xeraca Misrê ji min tê xwestin
giran e wiha dildarî
Tu pênc salî bûyî destpê kir
Vê serboriya
Niha di çelî re bihurî
Hê jî didome
Dizanim tu baş î
Pir delalî
Bêriya te dikim
Car de hev bibînin
Emr û azadî
Bîra derdan Kurdistan
Rihan li ba we jî hene!?
Ma ne du pace û deriyek e
Jiyana me
Lê her tije evîn û azadî
Çengek ax dixwazim
Rihan li ba we jî hene!?
Bila rihanên îsal tev diyarî pakrewanan bin û bibe bêhna azadiyê….











