
- Qîrîn ji dil tên ku neesirin, neêşin nayên. Û em Kurd her diêşin. Ji tunebûnê, ji hebûnê jî em diêşin, dibêje qey em ji bo êşê hatine afirandin. Qîrînên me jî di dilê me de difetisin pirî caran! Îcar ji ber tunebûn, an jî tunehesibandin û bargiranî û malwêraniyê hebûna xwe tim diqîrîn em. Axaftina me jî qîrîn e, ne kes dibihîse û ne em aş dibin.
FERATÊ DENGIZÎ
Volqanên hundirîn, ev teqîn dê bi ku ve herin ? Pirî caran nexasim li cem me bindestan agirê hundirîn, teqînên hundirîn bêyî hişmendiya me nayên fêhmkirin. Heta em fêhm dikin, dinyayek xera dibe û rastkirin jî derdekî din.
Dengê me her difetise. Û em her dem ên şer in. Ev şer jî naqede, ma jiyan diqede?
Îca jiyana her dem şer, dê çawa be? Em dibêjin em hene, ew dibêjin na! Ê yên tune çawa tên kuştin, dîlkirin, parçekirin, zîndankirin û emrê wan tev wêranî; ne gund, ne bajar. Her wêran.
A di demên wisa de qîrînên me li lewheyan dikevin û li me vedigerin ne bersiv, ne derman, ne çare, ne çareserî û her teşqele, bahoz û firtone. Ma ev e jiyan.Ê tu Kurd î!
Helbestvanekî dilbikul û dilê wî tije qîrîn; Îhsan Yildiz. Jiyanê ziman jî pê daye jibîrakirin, bîra wî ji zimanê wî vala. Bi zimanê serdestê xwe qîriyaye mixabin, lê ev pîleya serdestî, zilm, kedxwarî û bîşaftinê ye. Min xwest bi wergêrî qîrînên wî rave bikim. Belkî derd û birîn hebikî binoşin, elem ji wan biherikin û em li zimanê xwe vegerin! De bila peyv a wî be; bê çima diqîre, çima qîrînên wî li lewheyan, li teht û latan dikevin û li wî yan jî li me vedigerin! Dixwaze şîfreya vê jiyana malkambax bibîne, aş bibe, lê digere…
“Rojekê dengekî di dilê min de
Got, şîfre dilopa dawîn a rondikên
Çavên dayikên ku zarokên xwe
Wendakirine.
Min da pey” (Rp.20) Nizanim dê bibîne! Em ê bibînin?
Îca qîrînîna xwe digihîne Nûh, bavê me yê duyemîn, (qaşo bavê her kesî) ka bav çi bersivê bidê;
“Hê Nûh
Min jî bigre cem xwe
Na, ne ji bonî ku ji mirinê ditirsim
Min weke Derwêşekî bibîn
An jî parsekekî neyta qenc” (Rp.23) Neyta qenc mirov digihîne ku, nizanim… Lê ka em eşrefî mehlûqat bûn, yanî ji yên ku hatine afirandin ên herî qenc î dilsoz û her qencî dê serdest bûna! Lê rewşa me û qîrînên dayikên me yên dilbirîn! Va heqîqet ji bo Kurd û Kurdistanê li holê! Wehşet, derew, înkar, li ser navên herî pîroz! Vê jiyan û berxwedêriyê kiriye ku em dar û ber, lat û zinaran jî bidin axivîn, bila bibêje;
“Dostno, nebêjin ku çiya nagirîn
Ne wek asîman
Li cîhê xwe bi hêbet bêyî ku dilopekê birijînin
Bi berxwedêrî dil di dil de digirîn
Çiya bi derewan re ducanî nemane
Çiya wek çiya man bajar biguherin jî.” (Rp.30) Herê em jî çiya ne, di newala de hilnayên.
Ma qîrîna xwe nagihîne ku! Lê lat û zinar dilhişk in, wek hemû serdestan, dengê te ji te re!
Ev ristan wek ku birîna dilê min be, ka bixwînin;
“Ez gerok im niha
Nekeve pey min
Rivînan birijîn li pey min
Şopa lingên min nîne êdî.” (Rp.36) Na, ne bêhêvîtî ye ev, rastiya jiyanê ye, dê gihaştina vê hişmendiyê berê me bide azadiyê. Û birîna giran a hundirîn. Divê ev birîn bigihê aşbûn û aştiyê. Banga yekîtiya dilan û gelêrî ye, banga aştî û demokrasiya hundirîn e, hêvî-qîrîna berxwedêr e. Divê em rastiyê bibînin;
“Li qatilê min negerin
Li kurtikê min î parçe parçe
Şopa derbeyên kêran ên her kesî heye.” (Rp.87) Û vaye derman ji yên ku fêhm bikin. Qîrîn divê em bin. Em bi xwe. Ku qîrînên me li dilê me rast vegerin, em bibin “xwe” û “xwebûn”a xwe, bibînin pişta me nayê erdê. Hêvî em in, ne kesî din!
Dê qîrînên ku li lewha dikevin û vedigerin me bikin “xwe” û êdî dem feraca xêrê ye;
“Û yên dinê rêwiyên hêviyê
Livînên wan ax
Di cewdikên wan de avaheyatê
Çavên wan de xale
Di dilê wan de bêrî
Tûrikên wan de hezkirinek şikestîn” (Rp.90)
Bila ev ristan jî diyariyên vî gerokê hêvî-azadiyê bin, qîrînek rengcuda;
“Emrêm diqede gerok
Di şîna rojên serberadayî
Dilê’m di greva xwekuştina bêdemî de
Roja rojbûna xwe nizanim
Ji mizgîna rojekê re dê bibêjim roja rojbûna min
Û hestên min di rojiya mirinê de
Ji guleyên ku min ji pişta xwe xwarin
Bi sûnd û qesem min gepik azadî nexist devê xwe
Dilopek kenê hurehur venexwar
Zarokekî wenda me di kolanên bajaran de
Bi payêriyên bêzûk
Di pirtûkên pîroz de li min negere gerok
Ne di pirtûkên dibistanan de ne jî di pirtûkên dîrokê de
Navê min serboriya min tune li wan deran
Di mîtolojiyên ku di navbera
Di rûbarên de bênavin / navê wan nayê ser zimanan li min bigere
Di rîtûelekê de
Di dînekî ku bi tena serê xwe direqise de
Yan jî di cesedekî ku sîsark dike parçe parçe de.”
Qêrînên li Lewhayan Dikeve / Îhsan Yildiz
Rûpel / 111








