Mamosteyê ronahiyê…

Nûçeyên Forum

Sêşem 14 Tîrmeh 2026 - 06:30

  • Di serê vê meşê de ew hebû. Wekî ala rûmetê serkêşî dikir ji mêvanê ku di dilên gelên xwe de hêlîn vedidan. Ew Mazlum bû, Mazlum Dogan bû ew! Bi sekna “Berxwedan Jiyan e” rêya azadiyê nîşan da. Ew bû Newroz!

 

OSMAN ERGÎN

Rojek ji rojan şoreşgerek hate Batmanê.

Sal 1976 Kurdistan sancîyên ku dibûn çavkaniya êş û janê dikişand. Salek, du sal berê li Başûrê welat jî nûve çûyineke serbijêr destpê kiribû. Li Başûr careke din hêrandina qûtê salan, ceh û genim ku bi ked û xwêdana hezaran jin û mêran hatibû hilberîn, bêxwedî dima. Bênderên ku dibûn qadên şahiya û lê govendên bextewarîyê dihatin gerandin li şûna xwe bêdengiyeke kûr û bêdawî dihiştin. Aşên Başûr êdî nedigeriyan, genimê sorgulî, ceyên zêviyên bi bereket li erdê diman. Zarokên Silêmanî, Hewlêr, Zaxokê û Helebceyê bi birçîbûneke dijwar ve dihatin dorpêçkirin. Aşbetalî destpêkiribû dîsa li Başûrê Kurdistan. Êdî venedigeriyan kevirên aşê ku qûtên salê dihêrandin. Deriyên xwe ji demekê re li zarokên Kurda vegirtin û dê ta kengê girtî bimana nediyar bû. Pêsîrên dayikan roj bi roj ziwa dibûn ku kaniyên tînşikandin û têrkirina "roniya çavên" zarokên xwe bûn. Ku Xebat, Berfîn, Rizgar, Leyla û hwd bûn...

Di heman salan (1973-19776) de li Bakur jî hêdî hêdî rojê, tîrêjên xwe bi ser asîman û rûzemînê erdnîgariya xwe ve bi rê dikir. Komek ciwanên dilê xwe di kefa destê xwe de hildigirin, hinek pirsên ji kûrahiya dîrokê vedikişandin û digotin; “Em kî ne? Welatê me li kur e? Em çima ne em in?” Ev pirs û tîrêjên rojê hêdî hêdî ber bi ser asîmanên Bakur ve belav dibûn û ji aliyên girseyên ku xweliya mirinê bi dehan sala li ser wan hatibû reşandin jî dihat dîtin, lê civak ji xwêdanê, ji rastiya xwe hatibû daxistin. Ne xwedî wê wêrekiyê bû ku van pirsa ragire û tîrêjên rojê weke çîrûska hêviyê bibîne…

Ber bi ‘Dîlana Azadiyê’ ve

Li aliyekî welat bi hêzbûna birçîtiyê tarîtî serwer dibû û "xewa miriyan dihat a birçîyan nedihat." Li aliyê din -hê civak tênegihîşti be jî- nîşaneyên siberojên ronîdar xwe nîşan didan. Şev bû li hêlekê welat, li hêla din a welêt roj xwe dida der. Kurdistan di nav tarîtiyê de, ji bo ronahiyê berxwedaneke watedar dida destpêkirin. Li beşa xwe ya herî mezin ta wê kêlîyê xemdarî tevahiya xweşikahiyê Kurdistan nixumandibû. Dîcle, Ferat, Mûnzir bi xemgînî diherikîn. Cûdî, Ararat, Gabar û hemû bilindahiyên welat stûxwar û jar bûn. Lê êdî dê wiha neçûya…Çem û rûbarên Kurdistanê, tevahî dar û daristan, çiya û zinaran ji bo keç û xortên xwe yên li wan bibin serdamkar re, xwe dixemilandin. Bi xweşikiyên cuda cuda rengên xwezayî û curbicur sewal û ajalan; ji pezkoviyan ta xezalên çav bihişt, ji teyrên bazan heta şalûr û bilbilan xwe ji bo pêşwazîkirina keçên bedew, xortên qeşeng hazir dikirin ku amedekariya çûyîna çiyayan dikirin da ku Dîlana Azadiyê bidin destpêkirin.

Çavê hemû ciwanan li Keko bû

Yê ku bi kedeke mezin û pîroz ev çirûsk vêxistibû û di vê destpêka efsûnî de cih girtibû, ew xort bû ku rojek ji rojan hatibû Kurdistanê. Rojek ji wan rojan siberoj û çarenûsa Batmanê (û bêguman hemû Kurdistanê) guherî, veguherî... Yê ku bûbû çirûskê veguherînê û dikir ku çiya, rûbar, dar û daristanên li Kurdistanê bikevin nav liv û bazeke bi coş û peroş Mazlum bû, Mazlum Dogan bû, ji bo wê kêlîyê ew KEKO bû...

Wê rojê komek ciwanên Êzdî, Ermen, Mihemedî û Rêya Heq ku ji baweriyên cihê bûn, di bin dareke tûyê de li hev kom bûbûn. Ciwanên li hev kom dibûn bi dengekî nerm û nizm diaxivîn. Nermbûn û nizmbûna dengên ciwana ji rêzgirtina mêvan dihat, lewra ew ne Batmanî bû... Ciwan diaxivîn lê bala wan, çavê wan li wî bû.

‘Ev xwendevan e lê ne yekî ji rêzê ye!’

Ciwanekî 20-21 salî, xizan lê xwe pak û paqij girêdayî; şalekî qedîfe, îşlikek xwerû spî bedena wî a bi rêkûpêk pêçabûn. Lê cil û bergên wî lê dihat in. Xwe girêdana wî bi mirov dida gotin: “Ev xwendevan e, lê ne yekî ji rêzê ye..!” Bi baldarî guhdariya ciwanan dikir, car caran çavên wî diçû ser ciwanan û baweriya di çavan de dihat xuyakirin. Dara Tûyê di jiyana xwe de -ku temenê wê ji 50 salî zêdetir bû- cara yekem bû ku kesekî bi vî awayî di bin siya guliyên xwe de rûniştî ye, didît. Bi hildana hênikiya pelên xwe dilxweşiya xwe nîşan dida. Dê di vê rojê de Batman bibûya hêlîna baz û bilbilê aştiyê û her wiha bi dehan keç û xort tevlî refên azadiyê bikira. Wê êdî Batman bibûya warê kesên şoreşger, azadîxwaz û Sosyalîzma Demokratîk. Nûnertiya azadiyê êdî li ser milê ciwanên Batmanî bû. Li ser pişta Egîd, Rizgar, Bermal, Mizgîn û şopînerên wan ên nemir ku gelek bûn.

Ji bo tola hezarê salan…ji bo tola Aşbetalan, Dêrsiman, Zîlanan, Amed û bi dehan fermanên li ser Êzidiyan! Êdî refên azadiyê ketibûn rê. Rêya mirovbûyîn, xwebûn û Kurdê azadî tam kiriye. Ew ê di siberojê de bibûna mînaka mirovên pak ên mirovahiyê ku li dijî tarîtiyê li ber xwe didan.

Ew xortekî avakar bû…

Di serê vê meşê de ew hebû. Wekî ala rûmetê serkêşî dikir ji mêvanê ku di dilên gelên xwe de hêlîn vedidan. Ew Mazlum bû, Mazlum Dogan bû ew! Ew ê ku di rêwîtiya xwe ya neh salên kin de rêya herî dirêj meşiya li hember paşverûtiyê. Wî çarenûsa xwe bi destê xwe diyar kiribû. Wî di sala 1982’an de di zindanên tarî de agirê Newrozê ango rojeke nû vêxist. Bi sekna “Berxwedan Jiyan e” rêya azadiyê nîşan da. Ew bû Newroz! Êdî weke Kurdistanê Batman jî ne weke Batmana kevn bû. Her wiha Batmanî jî ne Batmaniyên berê bûn. Çawa ku Kurdistan veguherîya ber bi rewşeke din Batman jî rewşa xwe ya berê qebûl nekir û kirasê bêdengiyê çirand.

Êdî Batmanî bi hişê xwe difikirîn. Bi çavên xwe didîtin. Bi hestên xwe hestiyar dibûn. Bi helwestên xwe çalakger bûn. Bi zimanê xwe diaxivîn, dinivîsandin û dixwendin. Bi keda destê xwe hildiberandin. Berhemdar û afirîner bûn. Bi dilê xwe hez dikirin û rêz digirtin ji pakrewanên azadiyê re. Êdî ew HEBÛN. Ne “TIRKÊN ÇIYAYΔ bûn. Ew Kurdên azad û hemdem bûn. Êdî ew ne “KURDÊN TIRKIYEYÊ” bûn. Lê ew “KURDISTANΔ bûn. Ev veguherîn û vejîn berhema KEKO bû. Wî xortê dilxwaz û azad. Belê, rojek ji rojan şoreşgerek hate Batmanê û bi xwe re refek şoreşgerên nû bire wargehên azad. Ew xortekî avakar bû, ew Mazlum Dogan bû…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.