LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT
Di koma ciwanan a “apociyan” a beriya 1980’yî de kesê ku bi rêk û pêk karê perwerdeyê dikir, Harûn bû. Ew teknîsyenê zîraetê bû û bi xwe Tirk bû. Wekî din şehîd Alî Kaya yê ji gundê Midyadê Kefsengê jî koma ciwanan perwerde dikir. Herçî şehîd Hamît Avci (Somurge Hesen) bû, ew jî piştî ku li Kercosê (hingê ser bi Mêrdînê bû) bû mamoste, di karên perwerdekirina ciwanan de cihê xwe girt. Di komê de Evdileyê Selhî jî hebû, ji xwe wî gelek kes anîbûn nava koma ciwanan. Beşîrê Ernasî* jî di nava komê de bû; ew bi darbeya 12’ê Îlonê re hatibû girtin paşê. Izettin Aslan [heval Cemal] ê hingê di nava komê de weke Mehdî dihat nasîn jî ji apociyên destpêkê yên Midyadê bû. Yek ji lehengên di nava komê de jî şehîd Wesfî Kiliç bû. Wesfî Kiliç hingê hîna “zaro” bû û çavkaniyên min dibêjin, ew li dora komê bû, lê ji ber ku piçûktirînê wan bû, ew ne ji komê dihesibandin. Hamza Yavuz jî hingê ji piçûkên li dora komê bûye.
Gunehê we di stûyê we de
Ji bo perwerdekirina vê koma ciwanan, Mazlûm Dogan jî du caran çû Midyadê. Ez bi Hiseynê Mirad** re li ser serdanên Mazlûm Dogan ên Midyadê peyivîm. Ew dibêje carekê ji bo karê perwerdekirinê hatiye û hefteyekê li Midyadê maye, cara dinê jî tenê kin maye li Midyadê: “Hingê ji Batmanê hat. Hate dikana min, ez î li dikanê bûm. Beriya wê, bêyî ku nav bidin, telefonî min kiribûn û gotibûn, 'hevalek wê bê, hinekî lê xwedî derkevin.' Axir hate devê dikanê, got, ma tu Hiseyn î? Min got, erê. Lê min nizanîbû Mazlûm e. Çavê min çûn ser şekala wî. Ji hev de ketibû. Min got, ka ez şekalekê bidim te, xwe neda ber. Axir rûnişt, me çayek vexwar. Bavê min hat, min jî îda got, em biçin malê. Ez dibê qey, diya min xwarineke bi hêkan çêkiribû û savarin hebû***. Me xwar û berêvarkî em çûn mehela mala Nehroz. Wê êvarê jî me li hev kiribû, em ê biçûna sînemayê. Me hevalên komê li hev kiribû. Em ê saet 8´an biçûna sînemayê. Vêca em xeliqîn. Wilo me li hev dimeyizand, min û şehîd Elî [şehîd Alî Kaya], û hevalên din. Min dît Mazlûm got, 'Çi ye? ev çi diqewime?' Wele min lê vegerand, min got, em ê biçûyana sînemayê. Pirsî, got, 'Çima hûn nabêjin, ma hûn ê hê bigihîjin?´ Min got, na wele çû îda. Got, 'We ji min re bigota, me yê navber bidaya perwedê û em ê bi hev re biçûyana sînemê. Lê we negot, gunehê we di stûyê we de ye'. Axir piştî perwerdê wê êvarê em çûne mala me. Jixwe ji bilî mala me, çû mala Harûnê Tirk. Li mala wî jî ma.”
Beriya avakirina partiyê
Li ser karê perwerdekirina koma ciwanan, Hiseynê Mirad got, “Izedîn hebû, Mazlûm bû. Wan perwerde dikir. Perwerde jî li ser agahdarkirina giştî, dîroka Kurdistanê û dîroka civakî bû. Hê manîfestoya partiyê nebû, beriya îlankirina partiyê bû. Sala 1977´an bû. Kom jî ji xwe xweşik hê nû 1976´an çêbûbû. Evdilewo pêşî tê de bû. Xelîl weke wî nebû. Ew zêde hişk bû. Ti teoriya wî nebû. Lê pratîka wî hebû. Harûnê Tirk jî berpirsê komê bû.”
Wekî din di komê de Beşîr Aksoy ê Helexî jî hebûye. Ew paşê di ava Hêzil de şehîd bûbû. Kom wan deman ji bilî çalakiyên perwerdeya endamên xwe û semînerên giştî, bi karê serdana gundan jî radibû. Yek ji wan Serdanan li Helexê bûye. Civîna hingê li mizgefta gund bi rê ve çûye. Hingê li Helexê ji ber bendê xelkê gelek ji hev dikuştin. Ji wan re ji bo ku ji hev nekujin, peyivîn.
Daktîloya kedkar a rêxistinê