- Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn a bal bir ser xebatên derbarê jinan de wiha got:"Jin eleqeyeke mezin nîşanî xebatan didin. Di dema beşdarbûna xwe de, ew pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimînin parve dikin û çareseriyan pêşkêş dikin. Derfetên zêde ji bo serxwebûna aborî dixwazin. Li dij tundiyê jiyanek ewle dixwazin. Her wiha jin bi xebatên xwe xwe xurt dikin û dixwazin xwe pêş bixin."
ROZA METÎNA / AMED
Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn bal bir ser kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê tundiyê bi hev re bidin rawestandin" û xebatên wekî şaredariya Bismilê derbarê jinan de didin meşandin. Mizgîn Ekîn ji bo xurtkirina xebatên jinan bal bir ser hevgirtin û têkoşîneke mayinde.
Mizgîn Ekîn di destpêkê de bal bir ser kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê tundiyê bi hev re bidin rawestandin" û wiha got:"Kampanyaya hişyarkirinê ya li taxa Toprakliyê tê lidarxistin armanc dike ku jin hîs bikin ew li hember şîdetê ne bi tenê ne, li ser mafên xwe fêr bibin û bigihîjin torên hevgirtinê. Kampanya her wiha têkiliyek rasterast bi jinan re li qadê datîne, hewcedarî, daxwaz û fikarên wan eşkere dike. Ev gava ne tenê agahdar dike, lê di heman demê de baweriyê jî ava dike û jinan hêzdar dike ku hêza xwe kifş bikin."
Xebatên jinan
Mizgîn Ekîn qala xebatên jinan kir û wiha dewam kir:"Xizmetên Jin û Malbatê bi rêya sê yekîneyan kar dike: Yekîneya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan: Piştgiriya psîkososyal, rêberiya hiqûqî, şêwirmendiyê ji bo qurbaniyên şîdetê û agahdariya li ser gihîştina mafên di bin Qanûna Hejmara 6284'an de peyda dike. Yekîneya Perwerdehiyê: Semîner, atolye û rûniştinên agahdariyê li ser wekheviya zayendî, cureyên şîdetê, zirarên zewaca zarokan û mafên jinan organîze dike. Yekîneya Aboriyê: Serbixwebûna aborî ya jinan bi rêya kooperatîfên hilberînê, qursên pîşeyî û bazarên jinan ên ku piştgiriyê didin keda jinan xurt dike."
Jin eleqeyê nîşanî xebatan didin
Mizgîn Ekîn bi lêv kir ku jin bi dildarî tevli xebatan dibin û wiha pê de çû:"Jin eleqeyeke mezin nîşanî xebatan didin. Di dema beşdarbûna xwe de, ew pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimînin parve dikin û çareseriyan pêşkêş dikin. Daxwazên ku ew herî zêde tînin ziman çareserkirina kêmbûna elektrîk, avê û rêyan e, her wiha pirsgirêkên binesaziyê yên li deverên wan in. Ew dixwazin têkildarî mijarên cuda perwerde bên dayin. Derfetên zêde ji bo serxwebûna aborî dixwazin. Li dij tundiyê jiyanek ewle dixwazin. Her wiha jin bi xebatên xwe xwe xurt dikin û dixwazin xwe pêş bixin."
Îradeya azad veguherîna civakê ye
Mizgîn Ekîn bal bir ser îradeya azad a jinan û wiha dewam kir:"Îradeya azad a jinan yek ji dînamîkên herî bihêz ên veguherîna civakî ye. Biryargirtina azad a jinan ji bo têkiliyên malbatî yên saxlem, hawîrdorek ewletir, ji bo zarokan û belavkirina nirxên wekhev ên di civakê de, dibe alîkar. Wekî din, beşdariya jinan a di hilberîn û biryardanê de rasterast piştgiriyê dide pêşketina aborî û refaha civakê bilind dike. Xebata me bi pêkhatina van pêdiviyên civakî ve tê pêşxistin."
Em ê bi hevgirtinê bidomînin
Mizgîn Ekîn diyar kir ku jin bi hevgirtinê dikarin hêza xwe xurt bikin û wiha bi dawî kir:"Em bawer dikin şîdeta li dijî jinan ne rewa ye. Wekî Muduriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê, em ê bi biryardarî xebatên xwe ji bo misogerkirina azadiya jinan, hêzdarkirina wan û avakirina jiyana xwe, bi hevgirtinê bidomînin. Dengê jinan çavkaniya herî bihêz e ku pêşeroja hevpar a civakê ronî dike."