Performansa Kurdî ya şaredariyan?

În 20 Sibat 2026 - 03:58

  • Performansa du salan a şaredariyên DEM Partiyê ya der barê zimanê Kurdî de ji kampanyayên hişyarkirinê wêdetir neçûye. Ji 62 şaredariyan, tenê 2 şaredariyan kreşên pirzimanî vekirine, 46 ji wan malperên yekzimanî hene û gelek ji wan Kirmanckî wekî zimanekî cuda dibînin.

Kevneşopiya siyasî ya ku DEM Partî jê tê, piştî sala 2009'an polîtîkayên ku diparêze yek bi yek pêk anî. Wekî beşek ji armanca wê ya rêveberiya şaredariyê ya pirzimanî, Kurdî li tabelayên li avahiyên şaredariyê hate zêdekirin. Daxuyanî, poster û ragihandin bi du zimanan û carinan jî bi sê an çar zimanan, li gorî demografiya bajêr hatin kirin. Ev xebat, di pêvajoya heyî de jî dewam kirin:  

* Şano, konser û çalakiyên wêjeyî 

* Kursên ziman, kreş û atolyeyên zarokan 

* Çapkirina çîrokan, pirtûk û kovaran 

* Navên park, kolan û navendên çandî 

Ev pêvajo di sala 2016'an de bi tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan hat rawestandin.

Sozên dema hilbijartinê

Piştî hilbijartinên herêmî yên 2024’an, di vî warî de çalakî ji nû ve dest pê kir. Di bernameya hilbijartinê ya partîyê de çend xalên têkildarî vê yekê hebûn: 

* Kreşên pirzimanî wê xizmetên tevahiya rojê peyda bikin. 

* Kreşên zarokan, qurs û pirtûkxane dê bi karanîna pirtûkên çîrokan ên pirzimanî, lîstikên zarokan û ferhengên wêneyan werin damezrandin; projeyên çandî yên pirzimanî wê werin vejandin. 

* Şaredarî wê berdewam bikin bi karanîna nameyên pirzimanî, ragihandin û daxuyaniyên çapemeniyê. 

* Rêveberiyên Parastin û Pêşxistina Ziman dê werin damezrandin; wê xebat ji bo parastin û pêşxistina zimanên Kurdî, Suryanî, Ermenî, Erebî û cûrbecûr zimanên herêmî were kirin. 

* Navên bajaran, taxan, gundan, kolanan û rêyan bi zimanên pirzimanî wê berdewam bikin. Tabloyên giştî û panoyên reklamê dê pirzimanî bin. 

* Avakirina cihên çandî yên wekî Malên Dengbêjan wê berdewam bike. 

Derbarê xebatên şaredariyan ên di qada ziman û pirzimanî kîjan sozên xwe bicîh anîne, pirs hatin kirin. Şaredariyên navenda Îdirê û Qers/Digorê bersiv nedan. Agahiyên ku ji hêla şaredariyên din ve hatine parvekirin eşkere kirin ku gelek sozên beriya hilbijartinê nehatine bicihanîn.

Malperên 9 şaredariyan pirzimanî ne

Her çiqas nêzîkî du sal di ser hilbijartinan re derbas bûne jî, hîn jî gelek şaredarî malperên wan ên yekzimanî hene. 46 şaredarî, malperên wan tenê bi Tirkî ne:Semsûr/Pınarbaşı, Agirî/Bazîd, Amed/Pîran, Erzirom/Qereçoban, Erzirom/Tekman, Colemêrg/Gever, Îdir, Îdir/Xelfelî, Qers/Dîgor, Qers/Bazarcix, Mêrdîn/Şemrex, Mûş, Mûş/Milazgir, Mûş/Gimgim, Sêrt/Misirc, Şirnex/Gundikê Melê, Şirnex/Deştadarê, Riha/Serêkaniyê, Riha/Curnê Reş, Riha/Wêranşar, Wan/Elbak, Wan/Ebex, Wan/Artêmêt, Wan/Şax, Wan/Qelqelî, Agirî/Navend, Bedlîs/Tetwan, Amed/Bismil, Amed/Erxenî, Amed/Hênê,  Amed/Sûr, Amed/Karaz, Amed/Rezan, Xarpêt/Dep, Mêrdîn/Artûklu, Mêrdîn/Kerboran, Mêrdîn/Dêrik, Mûş/Bulanik, Şirnex/Cizîr, Riha/Hewag, Riha/Pirsûs, Wan/Erdîş, Wan/Westan, Wan/Payîzava, Wan/Serav Agirî/Giyadîn. Malperên du şaredariyan baş naxebitin, şaşiyê didin der: Amed/Licê û Mêrdîn/Nisêbîn. Şaredariyên bê malper: Şaredariya Bajarokê Ovakişla yê Bedlîsê, Erzirom/Qereyazî, Şaredariya Mûş/Altinova, Şaredariya Bajarê Mezin a Mûş/Elmakaya û Sêrt/Weyselqeranî. Şaredariyên ku malperên wan pirzimanî li Amed û Wanê ne. Şaredariyên ku malperên wan pirzimanî ev in: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Kurdî/Kurmancî-Kirmanckî/Tirkî/Îngilîzî. Amed/Peyas: Kurdî/Tirkî. Amed/Pasûr: Kurdî/Tirkî/Îngilîzî/Erebî (Piraniya naverokan hişyariya 'di asta çêkirinê' de didin). Amed/Farqîn: Kurdî/Tirkî 

Amed/Yenişehîr: Kurdî/Tirkî. Amed/Xana Axpar (Çinar): Kurdî/Tirkî (Kurdî ne pri çalak e). Wan/Rêya Armûşê: Kurdî/Tirkî 

Wan/Bêgir: Kurdî/Tirkî. Wan/Tûşba: Kurdî/Tirkî. Gelek şaredarî, postên xwe bi piranî bi Tirkî û Kurdî dikin. Lêbelê, hin şaredarî jî hene ku daxuyaniyên xwe tenê bi zimanekî (Tirkî) dikin. 3 şaredarî tenê daxuyanî/postan bi Tirkî belav dikin. 5 şaredarî hin ji daxuyanî/postên xwe bi Kurdî dikin. 2 şaredarî daxuyanî/postan bi zêdetirî 2 zimanan dikin. Hin şaredarî (bi taybetî bajarok) hesabên wan ên medyaya sanal çalak nînin. Şaredariyên ku daxuyaniyên wan tenê bi zimanekî ne: Agirî/Giyadîn, Amed/Licê û Erzirom/Qereyazî. Yên ku bi piranî yekzimanî ne: Agirî/Navend, Xarpêt/Dep, Şirnex/Cizîr, Riha/Hewag, Mêrdîn/Nisêbîn. Şaredariyên ku daxuyaniyên wan zêdetirî du zimanan e ev in: Mêrdîn/Artûklu (Tirkî, Erebî, Kurdî û Suryanî), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (Tirkî, Kurdî û Îngilîzî)

Tenê 4 kreş hatin vekirin

Armanca herî mezin a DEM Partiyê der barê zimanê Kurdî de vekirina kreşên pirzimanî li her bajarî bû. Ev armanc di beyannameya wan a hilbijartinê de jî hatibû destnîşankirin.  Lêbelê, rewş ji demên berê jî paşde maye. Tenê du şaredariyan di vî warî de gav avêtine. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Zarokistana 450 Evler û Zarokistana Bagcilarê vekirin. 

Şaredariya Peyasê her wiha Zarokistana Xalxalok û Zarokistana Perperik vekirin. Cîgirê Şaredarê Peyasê Yilmaz Guneş li ser mijarê axivî û destnîşan kir ku dîroka kreşên zarokan ên pirzimanî yên bi navê Zarokistan hatine vekirin heya sala 2014'an diçe. Guneş bi bîr xist ku nêzîkî 20 kreşên zarokan li Amed, Mêrdîn, Colemêrg û gelek bajarên din hatine vekirin û got:"Heta sala 2016'an 36 kreşên zarokan hatine vekirin. Lêbelê, di sala 2016'an de, bi tayînkirina qeyûman re, êrişek li ser saziyên ziman çêbû. Kreş hatin girtin û mamoste ji kar hatin avêtin. Di salên 2019 û 2023'yan de dersên ziman ji nû ve hatin destpêkirin. Nêzîkî 170 zarok li Xalxalok û Perperokê perwerdehiya pirzimanî dibînin. Lêbelê, daxwaz pir zêdetir e. 600 malbatan serlêdan kiribûn. Daxwaza gel pir zêde ye. Rastiya ku şaredarî hîn jî vê daxwazê pêk naynin, cihê rexneyê ye." Di dema ku qeyûm li ser kar bûn de, zimanê Kurdî ji tabelayên hin şaredariyan hat rakirin. Yekem tişta ku şaredariyan kirin ev bû ku van tabelayan ji nû ve wergerandin bo gelek zimanan. Lêbelê, gelek tabelayên şaredariyan ên li bajêr hîn jî yekzimanî ne.

Kirmanckî weke zimanekî cuda tê dîtin

Xalek din a ku di bersivên şaredariyan de derketiye pêş ew e ku zaravayê Kirmanckî yê Kurdî zimanekî cuda ye. Di bersivên gelek şaredariyan de hat gotin ku tabela bi sê zimanan in û Kirmanckî û Kurmancî wekî zimanên cuda hatine nîşandan.

Şaredariyan di vê heyamê de bêtir bal kişandin ser kampanyayên hişyarkirinê. Beşeke mezin ji çalakiyên wekî şano, sînema û konseran pirzimanî bûn. Bi rêya hevpeyvîn û atolyeyan girîngiya xebatên Kurdî hat destnîşankirin. Kampanyayên reklam û pankartan jî bi du zimanan hatin lidarxistin. Wêneyên rewşenbîr û nivîskarên Kurd li deverên cuda yên bajaran hatin danîn û helbestên helbestvanên Kurd wekî tabela li kolanên sereke hatin nîşandan. Etîketên firotanê yên Kurdî li bazaran hatin belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.