Kurdan li Munihê çi peyam dan ?
Pêncşem 19 Sibat 2026 - 03:40

- Di demekê de ku hîna jî birîna xencera xiyanetê ya welatên serdest ên cîhanê ya QSD’ê û gelê Kurd sax nebûne, yekgirtin û yekhelwestiya gelê Kurd her wiha berxwedana dîrokî ya şervanan, cîhanê neçar kir ku du serkirde û dîplomatkarên Kurd vexwînin Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê. Serkirde û kesayetên herî diyar ên cîhanê ew bi germî hembêz kirin. Ew jî Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bûn ku wek nûnertiya gelekî zilm lê hatî kirin bûn.
Roja 13’yê Sibatê li Almanyayê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê destpê kir. Ev konferans yek ji wan konferansên herî giring e ku tê de rewşa ewlehiyê ya welatên cîhanê tên nîqaşkirin. Tê de serkirde, kesayet û berpirsên welatan amade dibin û giftûgo li ser mijarên hestiyar ên ewlehiya cîhanê dikin.
Yekem car e nûnerên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo vê konferansê tên vexwendin. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî wek nûnerên Rojava tevlî konferansê bûn. Di demekî de ku ew di çavên dewleta Tirk û Sûriyeyê de wek ‘terorîst’ tên pênasekirin, lê hêza yekgirtî û berxwedana Kurdan Tirkiye ji vê konferansê vekişand. Rayedarên Sûriyeyê jî îro mil bi milê Kurdan di Konferansa Munîhê de tevlî civînên girîng û mezin dibin û giftûgo li gel wan de tên kirin.
Tevlîbûna Îlham Ehmed wek yekem jina Kurd di vê astê de û wek dîplomatkarek ku nêzî 15 sal in wek jinek serkeftî pêşengtiyê ji têkoşîna li Rojava re dike, rengekî balkêş da Konferansa Munîhê. Ji ber ku tevlîbûn û rola jinan di stratejî û siyaseta Rojavayê Kurdistanê de mijarek bingehîn û felsefî ye.
Di nava du rojan de nûnerên Rojavayê Kurdistanê Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed weke du dîplomatkarên Kurd bi serokê Fransa, Wezîrê Karên Derve yê Amerîka, Almanya, gelek senator, serkirde, siyasetmerên welatan re civiyan. Herwiha bi gelek parlamenterên Ewrupî re jî civiyan. Lê nûnerên hikumeta demkî yên Suriyeyê jî ne li benda vê rewşê bûn. Lewma di gelek hevdîtinan de şandeya Sûriyeyê jî xwe xist nava şandeya Rojavayê Kurdistanê ku weke şandeyek ji Sûriyeyê derbikevin.
Tevlîbûna şandeya Rojavayê Kurdistanê peyamek zelal e, hat wê wateyê ku mijara Kurd a li Sûriyeyê ji hevpeymana li dijî DAIŞ û çarçoveyek leşkerî derketiye û derbasî qonaxek siyasî û dîplomasiyê bûye. Di hevdîtinan de bê guman gelek peyamên piştgiriyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin dayîn. Bê guman ev pêşketin jî bi saya xwedîderketina Rêber Apo, yekîtiya gelê Kurd û berxwedana dîrokî ya şervanên azadiyê ye.
Li ser vê mijarê Mazlûm Ebdî di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku armanca wan ew e ku ew xwe bi xwe rêve bibin û got; “Hinek aliyan nedixwestin em li konferansa Munihê amade bin, lê me dengê xwe gihand hemûyan, hinek dewlet û kesayetan helwesta xwe nîşan dan. Li gorî civînên me kirine, me nêzîkatiyek ji bo çareseriyek dît ku hem aliyê Kurd û hem jî hikumeta Sûriyeyê pê razî be.”
Tevlîbûna Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed ya ji bo Konferansê bi bandor bû, lewma ev bû sedem ku ji bo Amerîkayê jî werin vexwendin.
Mazlûm Ebdî got; “Me tekezî li ser xwerêveberiyê û statûyek Kurdî kir ku mafên Kurdan garantî bike. Lê ev ne her tişt e û nabe weke garantiya dawî em hesab bikin. Ji ber ku komplo hîn jî li ber derê mala Kurdan e û dawî lê nehatiye.”
ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN














