Heta Kurdî dibe xwedî statu têdikoşin
Çarşem 18 Sibat 2026 - 04:00

- Platforma Saziyên Demokratîk li Wanê deklarasyona 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî eşkere kir û got:"Heta zimanê kurdî di destûra bingehîn de were qebûlkirin, bi zagonan were mîsogerkirin, bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta Zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe xurtir bikin."
Li Wanê Platforma Saziyên Demokratîk, bi daxuyaniyekê deklarasyona 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê aşkera kir. Deklarasyon, bi dirûşma "Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî" li avahiya KURDÎGEH’ê hate dayin. Berdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokrarîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Aslanê ve hate xwendin. Arîfe Aslanê bal kişand ser girîngiya ziman û got ku bi rêya ziman re civak û gel dikarin bi hevre têkiliyeke dostanî deynin û got:“Mirov bi zimanê xwe dibin mirov gel û civak bi zimanê xwe dibin netewe. Her wiha gel û civak bi rêzgirtina ji nirx û rûmetên hev re, dikarin hezkirin, xweşbînî û hestên xwişk û biratiyê di navbera xwe de ava bikin, bipêş bixin û bingeha aheng û pêkvejiyanê mayînde û mîsoger bikin, wekheviya zimanê dayikê jî, bi pirrengî, pirdengî pirçandî û pirzimaniyê saz bikin." Arîfe Aslanê diyar kir ku di sedsala 21'emîn de jî hêj jî gel ji bo ku bikaribin bi zimanê dayikê biaxivin tedikoşin û got:"Di sedsala 21'emîn de, hîn jî li gelek welatên cîhanê gel û netewe, weke gelê Kurd ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşînê dimeşînin, daxwaza mafên xwe yên kolektîf dikin û di oxira nirx û rûmetên xwe yên neteweyî de berdêlên mezin didin. Gelê Kurd jî, zêdetirî sed salan e, li dijî pergala yekperest a ku li hemberî çand, ziman û nasnameya gelê Kurd polîtîkayên înkar û tunekirinê dimeşîne, li ber xwe dide, daxwaza mafên xwe yên nasnameyî dike û bang li hemû gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dike ku têkoşîna xwe ya ji bo statu û mafên xwe yên zimanî xurttir bikin."
Rêzeçalakiyên 21’ê Sibatê
Arîfe Aslanê, rêzeçalakiyên 21'ê Sibatê ku dê bên li darxistin wiha eşkere kir:“Weke saziyên zimanê Kurdî, em ê, bi şiara 'statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî' xebatên xwe yên Zimanê Kurdî, yên di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bimeşînin û bi panel, meş, daxuyanî, nîşandana lîstikên şanoyê, film û belgefîlman, nîşandana lîstikên şanoyê yên ji bo jinan û her wiha lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan, şevbuhêrkên dengbêjan, bernameyên îmzekirina pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên Kurd ve hatine nivîsandin, li cihên navendî danîna standên bi daxawaza perwerdehiya zimanê Kurdî, vekirina Parka Gulistana Zimanan, konserên pirzimanî, forum û belgedayînan, bi hevkarêya saziyên ziman û çandê lidarxistina konserên pirzimanî, semînerên hişmendiya ziman ên ji bo malbatan, stand-up, bi pêşengiya Meclisa Zaravayê Kirmanckî, ji bo pêşîlêgirtina windabûna zaravayê Kirmanckî, ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) û Wezîrê Perwerdehiyê re şandina nameyan, kar xebat û têkoşîna xwe ya zimanê dayikê berdewam bikin. Em, careke din balê dikişînin û binê wê xêz dikin ku heta zimanê Kurdî di destûra bingehîn de were qebûlkirin, bi zagonan were mîsogerkirin, bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe ya parastin, pêşvebirin û mîsogerkirina çand, ziman û nasnameya Kurdî ku nirxên bingehîn ên neteweyî yên gelê Kurd in, bi biryardarî bimeşînin û xurtir bikin." Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.
MA/WAN















