Dawî li vê zext û zilmê bînin!
Pêncşem 19 Sibat 2026 - 03:52

Binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan di girtîgehan de berdewam dikin. Di gelek girtîgehan de girtî nikarin ji mafên herî bingehîn jî sûd werbigirin. Li Girtîgeha Hejmar 2 a Dumlu ya Erziromê ku bi binpêkirinên giran ên mafan her tim di rojevê de ye, zext her ku diçe zêdetir dibin. Malbatên ku çûn hevdîtina zarokên xwe, binpêkirinên ku diqewimin ragihandin. Malbatan dan zanîn ku rêveberiya girtîgehê û gardiyan gefa kuştinê li girtiyan dixwin.
Gulnur Aktîn a ku çû hevdîtina kurê xwe Mujdat Aktîn, wiha got:“Kurê min li wir qala bêhiqûqiya ku diqewime kir. Got ku wan dernaxînin hewşê û gardiyan bi berdewamî tundya psîkolojîk li wan dikin. Diyar kir ku bi rojan e ava germ hatiye birîn. Zarokên me li vir ne di ewlehiyê de ne û em her roj bi fikar in. Wek dayikekê ez ji vir bang li rayedaran dikim; hûn nikarin ji aliyekî ve qala aştiyê bikin û ji aliyê din ve binpêkirinên li dijî girtiyan bidomînin. Tenê ji bo dîtina kurê xwe, ez nîvê şevê ji Tetwanê hatime Erziromê. Divê rayedar dawî li vê yekê bînin û zexta ser girtiyan bi dawî bibe.”
Dayika girtiyê bi navê Ramazan Yilmaz Ayten Yılmazê anî ziman ku gardiyan gefa kuştinê li zarokên wan dixwin û got:“Ji bo hevdîtina kurê xwe ez ji Amedê hatime Erziromê. Ez kengî têm hevdîtinê, bi hêsirên çavan ji wir derdikevim. Her carê qala zext û bêhiqûqiya rêveberiya girtîgehê û gardiyanan dikin. Zarokên me birçî tên hiştin, ji banî av diherike odeyên wan û wan tamîr nakin. Dest datînin ser kelûpelên wan ên şexsî. Gardiyan dibêjin ‘bila pêvajo xera bibe, em ê çi bînin serê we’. Em ê li hemberî vê înkarê qet serî netewînin û em ê her dem li hinda zarokên xwe bin û em ê pişgiriyê bidin têkoşîna wan. Dema em diçin hevdîtinê jî em nikarin bi dilê xwe hevdîtinê bikin, gardiyan heta hevdîtin diqede li ber serê me dimîne. Gardiyan xwarina wan jî ji destê wan digirin û diavêjin. Ez ji vir bang li Devlet Bahçelî dikim; heke hûn qala aştiyê dikin, dawî li vê înkara li girtîgehan bînin.”
Dayika Ferhat Aksoy Hasret Aksoy jî got:“Ez ji bo hevdîtina kurê xwe ji Amedê hatim. Bi rojan e em bi fikar in û xew nakeve çavên me. Niha dest danîne ser hemû kelûpelên kurê min. Ne xwarinê didinê, ne jî dikare bigihîje mafê tenduristiyê. Ev çi zilm e? Ma ceza li ser cezayê dibe? Em daxwaza aştî û demokrasiyê dikin.”
MA/BÎLAL BABAT














