Bêyî dermankirinê birin girtîgehê
Pêncşem 26 Sibat 2026 - 03:40

Malbata girtiya nexweş Felem Aker axivî û got: “Girtiyên nexweş yên rewşa wan giran hene. Felem jî bi tena serê xwe nikare hewcedariyên xwe bîne cih. Divê girtiyên nexweş hemû demildest bên berdan.”
Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bala her kesî li şertên girtîgehê bû. Tevî pêvajoyê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan didome. Li gorî daneyên ÎHD’ê li girtîgehan 161 jê jin bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş li girtîgehan hene. Yek ji van girtiyên nexweş Felem Aker ya 52 salî ya li girtîgeha Tîpa T ya Wanê dimîne ye.
Felem Aker di 14’ê tebaxa 2020’an de li Şemzînan a Colemêrgê hat girtin. 6 mehan girtî ma û piştre hat berdan. Du sal şûnde 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn û şandin girtîgeha Tîpa T ya Wanê.
Nexweşiyên kronîk yên astim, guatr, gelekên din hene. Malbata Felem Aker axivî û got nodula guatrê mezin bûye ji ber vê divê emeliyat bibe û gotin berê jî emeliyata keseya safrayê bûye û enfeksyon girtiye. Malbatê got ji ber vê jî Felem Aker naxwaze emeliyata guatrê bibe.
Hevjînê Felem Aker Eşref Aker got: “Di Kanûna 2024’an de li zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ji safrayê emeliyat bû. Lê bêyî dermankirina temam bibe şandin girtîgehê. Kontrol nehatin kirin, raporên pêwist nehatin dayîn. Şertên girtîgehê rîska enfeksyonê zêde kir. Dermankirin hat astengkirin. Rayedaran tiştek nekir. Dema ji safrayê emeliyat bû 12 rojan li nexweşxaneyê ma. Piştre birin girtîgehê. Oksîjena li girtîgehê kêm e. Doktoran got di encama enfeksiyonê de nodulên Felemê mezin bûne û ji sedî 45 emeliyat bi rîsk e. Ji ber vê em fikar in. Ji bo dermankirinê birin Tipa Edlî ya Stenbolê lê eleqeder nebûn Rapor nedan. Dermankirina wê tê astengkirin. Bi dermanan niha li ser piyan e. Krîzên astima wê hene.”
Eşref Aker wiha dirêjî dayê: “Keça min di emeliyata safrayê de ligel hevjîna min bû. Hevjîna min di odeyeke li gorî girtiyan hatibû amadekirin dima. Lê ne li gorî şertên hîjyenê bû. Rewşa wê qet nebaş û. Keça min li cem dayika xwe ma. Destûr girt û ma. Ger destûr nehatiba dayîn wê hevjîna min emeliyat nebûna. Keça min ne li cem bûna me yê dengê hevjîna min carek din nebihîstibana.”
JINNEWS/WAN















