Bi perspektîfa serokatiyê têdikoşin

Pêncşem 12 Sibat 2026 - 03:58

Rozerîn Kalkan di 11’ê Tebaxa 2016’an de li Mêrdînê di serdegirtina malan de hat binçavkirin, li şaxa TEM a Emniyeta Mêrdînê 9 rojan êşkence lê hatkirin. Piştre ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Rozerîn Kalkan 11 mehan li girtîgeha Tîpa E ya Nîgdeyê di hucreya yek kesî de ma. Di Tîrmeha 2017’an de bi qebûlkirina sewqa wê re şandin Girtîgeha Şakran a Îzmîrê. Rozerîn Kalkan piştî 10 salan şûnde di 9’ê Sibatê de hat tahliyekirin. Rozerîn Kalkan da zanîn ku yên 30 sal in girtîne hene û got:“Bi pêvajoyê re zextên girtîgehan zêde bûn. Pêkanîn zêde bûn. Zextên psîkolojîk yên berfireh û giran hene. Her tişt dibe sedema sûc. Silavdayîn, sûc e. Sînor û hesabê zextên psîkolojîk tune ne. Girtî bi van pêkanînan re tên rû hev. Ji destpêka pêvajoyê de pêkanînên wisa zêde bûne. Berê jî hebûn. Çalakiyên me li dijî vê her tim hebûn.”

Rojava hîn di xeteriyê de ye 

Rozerîn Kalkan daxuyakirin ku pêvajoya Rojava ew xemgîn kiriye û got:“Pêşketinek bi heybet heye. Bêguman zor û zehmetî hene lê di her pêvajoya aştî û çareseriyê de ev rewş hene. Li Rojava destkeftiyên me yên mezin hene û ev hîna di bin xetereyê de ne. Ji ber vê em hatin ser xwe. Yekitiyek ava bû. Ev yekitî dil û çavên me jî têr dike. Ez gelê Rojava silav dikin. Hemû hevalên xwe yên wir, gelê Kurd silav dikim. Gotinek serokatiyê heye. Dibêje ‘Ez sedsalî jî li ser piyan bêm sekinandin, dest ji hişmendî û rihê xwe bernadim.’ Divê em bi vê perspektîfê li pêvajoyê binêrin. Îro her kes bi biryar û israr ji girtîgehê derdikeve. Rojava û Banga Aştî û Civaka Demokratîk di heman ronahiyê de dimeşe. Wek min got me gelek zor û zehmetî dîtine û em dizanin. Em hîn bêtir dibe xwedî îrade, biryar û bawerî.”

Girtîgeh qadên serokatiyê ne

Rozerîn Kalkan diyar kir ku girtîgeh qadeke serokatiyê ye û wiha got:“Divê ev neyê jibîrkirin. Ez îro bi giraniya vê û berpirsyariya vê derdikevim. Bi rastî ez vê heqîqetê temsîl dikim? Ez dixwazim her heval bi vê hişmendiyê derkeve û bi vê hişmendiyê bê pêşwazîkirin. Divê têkoşîna hevalan, gelê Kurd bê dîtin. Em li her qadê têkoşîna rûmetê didin. Her kesê girtî şervanê rûmetê ye. Em hemû bi vê perspektîfa serokatiyê têkoşînê dimeşînin. Ji bo vê divê zêdetir têkoşîn bê dayîn. Ez serokatiyê silav dikim. Silavên hevalan ji hemû gelê Kurd û gelên Rojava re heye.” 

JINNEWS/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.