Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
Şemî 21 Sibat 2026 - 03:30

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’ê ya Rihayê Ahmet Taş diyar kir ku li Girtîgeha Osmaniyeyê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, tehliyeya girtiyan tê astengkirin an jî înfazên wan têne şewitandin.
Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê yek ji wan girtîgehan e ku binpêkirinên mafan lê zêde ne. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, piştî hevdîtina bi girtiyan re agahiyên li ser binpêkirinan parve kirin. Ahmet Taş destnîşan kir ku li ser serlêdana girtî û malbatan wan wekî komîsyon serdana girtîgehê kirine û ev tişt got: "Di serdanê de me tespît kir ku gelek binpêkirinên mafan hene. Qawîşên girtiyên siyasî ji bo 8 kesan in û di qawîşê de tenê serşokek û lavaboyek heye. Ev rewş berî her tiştî di warê hîjyenê de dibe sedema pirsgirêkan."
Ahmet Taş Taş diyar kir ku ji 8 girtiyên di qawîşê de 3 jê nexweş in û wiha axivî: "Hat ragihandin ku ji ber çalakiyên greva birçîbûnê, di kezeba girtî Îsa Ozyegin de pirsgirêk derketine. Ji ber vê nexweşiya kezebê, laşê wî bêhêz dimîne. Divê bê tedawîkirin, lê ev tedawî ne di şertên girtîgehê de tê kirin û ne jî wî dişînin nexweşxaneyê. Dîsa girtiyê nexweş Şerîf Aydogan jî, hem di rehên lingên wî de û hem jî di rehên dilê wî de firehbûn heye. Ji ber vê yekê zehmetiyê dikişîne û divê were dermankirin. Girtiyê din Cengîz Işik jî bi nexweşiya Hepatît B ye. Girtiyan diyar kir ku dema dixwazin biçin revîrê bi astengiyan rû bi rû dimînin. Divê hefteyê carekê derkevin revîrê, lê mehê carekê wan derdixin. Daxwazên wan ên ji bo sewqkirina nexweşxaneyê jî bêbersiv dimînin."
MA / RIHA / OMER AKIN















