Dermanê girtiyê nexweş nadin
Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:48

Ahmet Çelîk, bavê girtiyê nexweş Ozkan Çelîk, got: "Du caran ji ber demaran emeliyat bûye; yek vekirî û yek girtî. Niha dermanê ku herikîna xwînê pêk tînin, nadin wî. Pêdiviya wî bi çar dermanan heye, lê rojê tenê dermanekî didin wî."
Li girtîgehan, her roj zext û binpêkirinên mafên mirovan rû didin. Bi taybetî di demên dawî de, bi lêpirsînên dîsîplînê yên bi hincetên curbicur tên destpêkirin, berdana girtiyan tê astengkirin û di heman demê de pêkanînên li dijî girtiyên nexweş zêdetir dibin. Ozkan Çelîk ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Beşîkduzu ya Trabzonê tê girtin, yek ji wan girtiyan e ku mafê wî yê dermankirinê tevî nexweşiya wî ya giran tê binpêkirin. Ahmet Çelîk, bavê girtiyê nexweş Ozkan Çelîk têkildarî rewşê axivî.
Ahmet Çelîk got ku pêdiviyên bingehîn ên kurê wî, bi taybetî jî pêdiviyên wî yên takekesi, ji hêla hevalên wî yên hucreyê ve tên peydakirin. Ahmet Çelîk diyar kir ku kurê wî demeke kurt piştî girtina wî ji bo emeliyatê şandine Enqereyê û got: "Ozkan anîne Enqerê û emeliyat bû. Du emeliyatên demaran kirin, yek vekirî û yek girtî. Yek ji demarên wî hatiye girtin. Niha dermanê ku herikîna xwînê di demarê de pêk tîne nadin wî. Divê Ozkan çar dermanan bi kar bîne, lê ew rojê tenê dermanekî didin wî. Ji ber vê yekê, rewşa wî xirabtir dibe."
Ahmet Çelîk diyar kir ku ew li navçeya Melezgir a Mûşê dijîn û got ku ji ber zext û sedemên aborî neçar mane ku koçî Stenbolê bikin. Ahmet Çelîk anî ziman ku ew demeke dirêj e nikarin kurê xwe bibînin û got ku tiştê ku tê kirin îşkence ye. Ahmet Çelîk destnîşan kir ku rewşa kurê wî her ku diçe xirabtir dibe û ragihand ku rêveberiya girtîgehê rojnameyan nade girtiyan û pirtûkên wan desteser dike.
MA / MÛŞ / CEYLAN ŞAHÎNLÎ















