Gef li girtiyekî hat xwarin
Pêncşem 5 Sibat 2026 - 03:28

Di Girtîgeha Sincan a 2'yemîn de girtiyê bi navê Burhan Şik ji aliyê gardiyanan ve bi hinceta “çopê” pêşî lêdan xwar, piştre jî midûrê girtîgehê got: “Hûn dijminên min in” û gef li wî xwar.
Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin û berdewam dikin, di demeke nêzîk de bi taybetî li girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş girtiyên ku tê de dimînin, bi gef û heqaretan re rû bi rû dimînin. Dîsa di dema sewqên nexweşxaneyê de girtiyên ku pirsgirêk dijîn, daxwaznameyên wan jî nayên qebûlkirin û tên paşguhkirin.
Yek ji wan girtîgehên ku ev binpêkirin lê çêdibin Girtîgeha Sincan a 2’yemîn a Enqereyê ye. Li vir girtiyê bi navê Burhan Şik ji aliyê gardiyanan ve lêdan xwar û ji aliyê midûrê girtîgehê ve jî gef lê hate xwarin. Birayê Burhan Şik ê bi navê Mehmet Şik di derbarê mijarê de axivî û got ku zext û zordarî li girtîgehê berdewam dikin û wan doz vekirine.
Mehmet Şik diyar kir ku birayê wî ji sala 2016’an û vir ve li girtîgehê ye û 11 sal û 8 meh cezaya wî heye. Her wiha got ku berî cezaya wî were erêkirin, du sal û nîv li girtîgehê maye lê ev dem ji cezayê wî nehat kêmkirin. Tevî ku wan li dijî vê yekê îtiraz kirine jî, neheqî berdewam dike. Mehmet Şik wiha got:“Birayê min zêdetirî du salan e, tevî ku cezayê wî ya giran a heta hetayê tune be jî, bi awayekî keyfî li hucreya yek kesî tê ragirtin. Pirsgirêkên pir giran dijî; li vir gelek binpêkirinên mafan pêk tên. Meha borî gardiyan hatin menzela wî û wî got ‘Li vir çop tune’, midûrê girtîgehê got ‘Li vir lêgerîna hûr bikin’ û li menzela wî lêgerîn çêbû. Piştî vê yekê pêşî heqaret, paşê jî êrîşa fizîkî lê hat kirin. Ji nişka ve pênc gardiyan êrîşî birayê min kirin, hewl dan milê wî bişkînin û zirarê bidin milê wî. Birayê min di wê demê de tu berxwedan nekir, tenê bi dirûşmeyan got ‘Rûmeta mirovahî dê îşkenceyê têk bibe’. Piştî vê yekê du kesan milê wî, du kesan jî lingên wî girtin û heta jêrê lêdan û birin. Li nexweşxaneya ku çûyî, di milê rastê de şikestinek biçûk hate dîtin lê di tomografiyê de ev şikestin nehat dîtin. Ji ber lêdanê gelek birîn li laşê wî çêbûne.”
ANF / NAVENDA NÛÇEYAN















