Rejîmê dibistan kirine cihên zextê

Şemî 21 Sibat 2026 - 03:35

Li Îranê bi çewsandina xwepêşandanan re, di heman demê de li dibistanan jî çewisandina xwendekaran belav bûye. Polên dibistanê veguherîne amûrên gef, tespîtkirin û çewsandina ciwanan.

Yek ji rastiyên herî êşdar û mirov matmayî dihêle ku di dema pêla xwepêşandanên li seranserê Îranê di Kanûnê de derket holê, hejmara zêde ya zarok û ciwanan a di nav kesên ku hatine kuştin de ye. Gelek ji van zarokên ku temenê wan ne 18 salî bû jî, tenê ji ber ku li kolanan bûn, dirûşmeyên azadiyê diqîriyan, an jî tenê ji ber ku di cihên xwepêşandanê de derbas dibûn, bûn hedefa guleyan. Ev rastî nîşan dide ku rejîm ji bo parastina desthilatdariya xwe dudilî nake ku heta endamên herî biçûk û herî lawaz ên civakê jî feda bike. Li gorî rapor û îstatîstîkên heyî, di xwepêşandanên dawî de bi sedan zarok di encama gulebarana rasterast a hêzên ewlehiyê de hatine qetilkirin. Çend ji wan, bi qasî 5 salî ne.

Rayedaran hewl dane ku van mirinan bikin stûyê xwepêşanderên din û her şopa berpirsyariya rasterast, jê bibin. Lê belê ev tundiya ku ji hêla Komara Îslamî ve tê kirin ne tenê bi kolanan ve sînordar bûye. Mehek piştî xwepêşandanan jî bi awayên cuda berdewam kiriye. Dibistanên ku divê yek ji cihên herî bi ewle yên ji bo zarokan be, veguheriye cihên zilm û gefan. Gelek rapor nîşan didin ku hêzên ewlehiyê û rêveberên dibistanan bi hevkariya hikûmetê ji bo lêpirsînên neqanûnî gazî xwendekaran dikin, gefê li wan dixwin ku ji dibistanê derkevin û heta wan neçar dikin ku îtîraf bikin. Bi vî awayî, polên dersê ku divê bibin cihên fêrbûn û dostaniyê, di bin siya tirs û zilmê de bûne odeyên îşkenceyê.

F.Y. ku nexwest navê xwe yê rastîn eşkere bike, xwendekarek dibistana Zan Boulevard a li Kirmaşanê ye. F.Y. diyar kir ku piştî ku rêveberê dibistanê û şêwirmendê rêberiyê telefonên hemû xwendekaran berhev kirine û kontrol kirine, ji wan re gotine ku ji Wezareta Perwerdehiyê belavokek nû hatiye û xwendekarên ku dibe ku ‘leyşmanyos (birîna reş)’ hebin, divê bên diyarkirin. F.Y. wiha got: “Bi vê yekê wekî hincet, wan em hemû di polê de rêz kirin û ji me re gotin tenê bi tevî kîlot û atlêt li wir bisekinin. Lê me zû fêm kir ku niyeta wan a rastîn tiştek din bû. Ew li şopên leyşmanyosê negeriyan; ew li ser laşên me li gule, guleyên tifingê, an şopên birînê digeriyan. Piştî muayeneyê, wan çend xwendekarên ku li ser laşên wan şopên guleyên tifingê hebûn ji me veqetandin, dosya vekirin û gotin ku dozên wan dê werin lêkolînkirin. Sê xwendekar, M.Y., R.N., û Y.K., sê rojan nehatin dibistanê. Dema ku me ji rêveberê dibistanê rewşa wan pirsî, wî got ku ew hewce ne ku ji ber 'gumanên vegirtina nexweşiyê' ji xwendekarên din dûr werin girtin. Lê me dizanibû ku ti eleqeya wê bi nexweşiyê re tune bû, sedem birîn bûn. Mudir her wiha got ku ew dikarin di vê heyamê de beşdarî dersên ji dûrî ve bibin. Ji wê demê ve, tenê du caran hatine û ew jî ji bo ezmûnan bû. Malbatên wan bi wan re bûn û wan têkiliya xwe bi hevalên xwe re qut kirin.”

Zextên li ser xwendekaran ne tenê bi lêgerîna bedenê an jî kontrolkirina telefonan ve sînordar bûne. Di heman demê de li ser malbatên wan jî hatine kirin. Nazenîn G., dayika heman xwendekar e. Dayika neçar destnîşan kir ji ber ku dibistan xwedî statuyek taybetî ye, dê û bav xwedî gotin in û wiha got: “Dema ku me lêgerîna laş û kontrolkirina telefonan bihîst, em bi çend dayikên din re çûn dibistanê û me nerazîbûn nîşan da. Lê belê, rayedarên dibistanê gef li me xwarin û gotin ku divê em destwerdanê li talîmatên rayedarên bilind nekin. Wan got ku kontrolkirina telefon û lêgerîna laş ji bo qenciya zarokan e û ew ji me çêtir dizanin ku zarok dikarin bi çi xetereyan re rû bi rû bimînin. Wan zêde kir ku yên ku nerazî ne, dikarin zarokên xwe neşînin dibistanê. Wan her wiha got ku ger em bixwazin zarokên xwe veguhezînin dibistanek din, ew ê dosyayên xwe nedin me.”

Ev asta destwerdana ewlehiyê li dibistanan ne tenê binpêkirineke eşkere ya mafên zarokan e. Di heman demê de fonksiyona bingehîn a perwerdehiyê jî têk dibe, dibistanê vediguherîne cihekî zilmê. Jîngeha dibistanê ku divê ji bo fêrbûn, pêşkeftin û avakirina nasnameyê bi ewle be, bûye cihekî tirsa bi kontrol serdest e. Nifşek derdikeve holê ku li şûna azadî, afirînerî û perwerdehiyê, bi zext, gef û kontrolê re rû bi rû ye. Ev rewş nîşan dide ku rayedar ji her demê bêtir ji hişmendî û wêrekiya nifşê ciwan ditirsin. Lê belê ciwan nekarî bên bêdengkirin û her carê xurttir derdikevin.

NÛJINHA / KIRMANŞAH / NESÎM EHMEDÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.