23 salan ji bo mafê jinan têkoşiya

Nûçeyên Jin

Sêşem 3 Adar 2026 - 15:00

  • Çalakvana siyasî û mafên jinan Yenar Mihemed ku roja 2’yê Adarê li ber deriyê mala xwe yê li Bexdayê di encama gulebarana kesên nediyar de hat qetilkirin, 23 salan bê navber li dijî fikir, rê û rêbazên pergala dagirker têkoşiya û mafên jinan diparast.

Çalakvana siyasî û Seroka Rêxistina Azadiya Jinê ya Îraqê Yenar Mihemed di sala 1960’î de li paytexta Bexdayê ya Iraqê ji dayik dibe. Li zanîngeha Bexdayê beşa Endazyariya Avakarî dixwîne. Di sala 1984’an de xwendinê diqedîne û sala 1993’yan di endazyariyê de mastera xwe bi dawî dike. Dema ku li zanîngehê dixwend di heman demê de wek endama Partiya Komunîst a Iraqê kar dikir.

Malbata Yenar Mihemed di sala 1993’yan de ji Îraqê koçî Kanadayê dike. Ew mayîna li xerîbiyê qebûl nake û di sala 2003’yan de vedigere Bexdayê. Yenar Mihemed di ciwaniya xwe de rastiya bapîrê xwe ji pîrika xwe dibhîze. Bapîrê wê ku wek kesekî gelekî qenc di nava civaka xwe de dihat naskirin, bi xwişka hevjîna xwe ya berê ya 14 salî re dizewice. Êdî Yenar Mihemed jî li hemberî adetên ol û zayendperestiyê dest bi têkoşînê dike û jiyana bi sedan jinên Iraqê ji tundî û kuştinê rizgar dike.

Di sala 2003’yan de, Rêxistina Azadiya Jinê ya Iraqê ava dikin û dibe seroka rêxistinê. Piştre jî Komîteya Parastina Mafên Jinê li Iraqê ava dike û di heman demê de weke seroka edîtora rojnameya El Misawat kar dike.

Ji ber çalakî û xebatên wê, di ala 2004’an de koma Îslamî ya bi navê ‘El Qaîde Ulya ya Cîhad û Tehrîr’ du caran gef lê dixwe. Yenar Mihemed bi nivîsên xwe, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) rexne dike û wê wekî dagirkera Îraqê bi nav dike. Her wiha pevçûnên mezhebperestî yên li Iraqê û koletiya li ser jinên Iraqî bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ve girê dide.

Yenar Mihemed 23 sal bi rêya Rêxistina Azadiya Jinan a li Iraqê xwedî li jinên ku tundî li wan dihat kirin û yên di bin navê ‘namûsê’ de hewla kuştina wan dihat kirin, derdiket. Li hemberî kesên bazirganiya jinan dikir, têdikoşiya û wan ji koledariya zayendî û fihûşê diparast. Her wiha jin fêr dikir çawa li hemberî zayenedperestiyê şer bikin. Li ser radyo û televîzyonên Iraqê jî daxwaza wekheviya jin û mêr dikir.

Yenar Mihemed di şert û mercên zehmet de xwe dighînê 200 jinên li girtîgehên Iraqê û li ser zor û zehmetiyên wan ên li girtîgehan raporekê ji hikûmeta Iraqê re dişîne. Bi vî awayî jinekê ji darvekirinê rizgar dike.

Yenar Mihemed di sala 2022’yan de beşdarî bernameyeke ya kanala Youtub'ê ya ‘El Hîwar El Mutedemin' dibe û dibêje: “Li Iraqê çalakiyên jinan gelekî sînordar in. Dewlet bi rêbazên xwe destûrê nade ku jin çalakiyan bikin. Di bin navê qanûn û olê de tundî li jinan tê kirin û wê girê didin. Hikumet destê xwe datîne ser destkeftiyên jinan û rêxistinên wan. Li Iraqê êrîşên li ser jinan didomin. Meh bi meh qanûnên kûrkirina kolekirina jinan derdixin. Ji bo em mirovbûyîna xwe biparêzin, em her tim di rewşeke parastinê de ne. Niha komên çete êrîşî jin û rêxistinên wan dikin. Hikûmeta Iraqê her tim êrîşî me dike û dixwaze rêxistina me bigire an jî fesih bike. Tevgerên olî, netewperestî û fikrê eşîrtî li hemberî azadiya jinan e. Azadiya jinan pîvana pêşketina civakê ye. Em serweriya burjiwaziyan a li ser civakê û jinan qebûl nakin. Têkiliya me bi hemû jinên civakê re hene. Hinek jin hene hîn di bin bandora ol û sîstema baviksalar de ne, lê belê cûdabûna fikir bandorê li têkiliya me ya bi çalakvanên jin û partiyên siyasî re nake.”

Yenar Mihemed her wiha ji jinên Iraqî re wiha dibêje: “Jinên Iraqî ji xwezabûyîna xwe ditirsin. Divê li ser xwe bigerin heyanî bikaribin li kolanan bimeşin, ji ber wê jin weke amûra anîna zarokan ku divê her tim di malê de girtî bin û mêran jî wekî amûrê têrkirinê dibînin. Li ser canê jinan bazirganiyê dikin û mirov wê nabînin. Berxwedana me ya li hemberî vê hikûmetê deskeftiyek mezin e.”

Yenar Mihemed ji ber têkoşîna xwe ya parastina mafên jinan, di sala 2008’an de xelata Gruber digre û di 29’ê Îlona 2016’an de jî xelata Rafto ya Norwecê digire.

Yenar Mihemed di 27’ê Sibata 2026’an de li Iraqê komcivînek bi navê ‘Ma wê li Iraq û Sûriyeyê mafên jinên Êzidî wenda bibin?’ li dar xistibû. Di  civînê de xwest çeteyên DAIŞ`ê yên destdirêjî li jinên Êzidî kirine, werin dadgehkirin.

Roja 2’yê Adarê li Bexdayê li pêşiya mala xwe ji aliyê du kesên rûyê xwe nixumandibûn û li ser motorsiklêt bûn ve hat gulebarankirin û cih de jiyana xwe ji dest da. Bi qetilkirina wê, xwestin dengê jinan qut bikin. Lê jin tu carî li hemberî zayendperestî, olperestî û çanda koletiyê bêdeng namînin.

NÛJINHA / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.