Di hevdîtinên Îran-DYA’yê de nêrînên cuda

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 24 Sibat 2026 - 00:49

Di hevdîtinên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de têkildarî rakirina pêkanînan a li beramber bernameya nukleer, nêrînên cuda didomin.

Rayedarekî Îranî yê payebilind ragihand ku Tehran û Washington, têkildarî çarçove û rakirina pêkanînan xwedî pozîsyonên cuda ne.

Rayedarekî ku ji Reutersê re axivî, diyar kir ku serê meha adarê muzakereyên nû tên plankirin û ev hevdîtin wê bi peymaneke demkî bi encam bibin.

Rayedarê Îranî got, ji bo pêşketina muzakereyan dibe Tehran hin gavan bi rengekî cidî binirxîne.

Rayedar destnîşan kir ku, divê di çarçoveya Peymana Astengkirina Belavbûna Çekên Nukleer (NPT) de ji bo Îranê mafê dewlemendkirina uranyumê were naskirin.

Aliyê Îran bi eşkere anî ziman ku wê kontrola çavkaniyên petrol û madenê yên Îranê, ji DYA’yê re nehêle. Hevdîtinên navbera aliyan, didomin.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.