Li Îranê têkoşîna jinan pêwîst e

Nûçeyên Cîhan

În 10 Nîsan 2026 - 17:00

  • Sarîna Esmaîlî diyar kir ku têkoşîna jinan ji rejîma Şah a ku di sala 1979’an de hate hilweşandin heta roja me ya îro berdewam dike û got: “Heke rejîm dewam bike, zextên siyasî dê bidomin. Heke rewşa şer an jî pevçûnan dewam bike, zirara aborî û civakî dê zêde bibe. Beşdarbûna jinan di têkoşînê de, ji bo pêkanîna demokrasiyeke rastîn pêwîst e.”

Di roja 40’emîn a êrişên ku DYA û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dabûn destpêkirin de, di navbera DYA û Îranê de agirbesteke du hefteyî hate ragihandin. Lêbelê piştî biryarê, bombardûmana giran a Îsraîlê ya li ser Lubnanê, rageşiya li herêmê careke din zêde kir. Gelên Îran û Rojhilat ên ku bêyî zext û şer tiştekî din ji wan re nayê pêşkêşkirin, têkoşîna xwe ya li dijî rejîmê ranewestînin. Bi taybetî têkoşîna jinan a ku ji rejîma Şah a sala 1979’an vir ve ji bo azadî û mafên xwe li ber xwe didin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ya ku mora xwe li sala 2022’yan xist, bû nîşaneya yekîtiya jinan.

Yek ji navên ku beşdarî çalakiyên li Îran û Rojhilatê bûbû, Sarîna Esmaîlî bû. Em bi Sarîna Esmaîlî ya ku wê demê 16 salî bû re der barê rewşa welat û têkoşîna jinan de axivî.

Sarîna Esmaîlî diyar kir ku rejîma Mela ya ku li şûna rejîma Şah a sala 1979'an hat avakirin, hewl da ku rê li têkoşîna jinan bigire û ev tişt got: “Pergaleke olî-siyasî hat avakirin ku bandorên rasterast û kûr li ser jinan kir. Jinan ji destpêkê ve li dijî polîtîkayên wekî zêdebûna qanûnên sînordar ên mîna nixumandina bi zorê, sînordarkirina azadiyan, cudakariya di qadên kar, perwerde û jiyana rojane de, cudakariya hiqûqî ya wekî ku şahidiya jinan di zewac û dadgehan de ji ya mêr kêmtir tê dîtin û sînorkirina derfetên beşdariya siyasî û kar, dest bi çalakiyan kirin.”

Sarîna Esmaîlî anî ziman ku jinan ji destpêka rejîmê ve zemînek civakî ya azad afirandine û bal kişand ser pêşengiya jinên Kurd û wiha pê de çû: “Jinên Kurd li dijî her cure serdestî û zextê li ber xwe dan û ev berxwedan heta roja me ya îro berdewam kir. Xaleke girîng ew e ku têkoşîna jinan ne tenê siyasî, di heman demê de çandî û civakî ye jî. Ji ber vê yekê ji sînorên îdeolojîk derket. Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku ji nava tevgera Kurd derket, ne tenê ji bo jinên Kurd û civaka Kurd, ji bo tevahiya Îranê û heta ji bo cîhanê bû sembola têkoşînê.”

Sarîna Esmaîlî diyar kir ku jinan bi têkoşîna xwe di jiyana perwerde û kar de pêşketin bi dest xistine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro tundiya dewletê ya li ser jinan hîn berdewam dike. Zext û kontrola civakî ya li ser jinan didome. Di nava civaka baviksalar de qetilkirina jinan hîn jî heye. Di sala 2022’yan de qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewletê ve, pêleke nû ya têkoşînê û protestoyên berfireh da destpêkirin. Ev protesto ji Rojhilat dest pê kirin û heta Tehran, Ewropa û saziyên navneteweyî yên mîna Parlamentoya Ewropayê belav bûn. Jinan şarpeyên xwe derxistin û şewitandin. Bi hezaran kes birîndar bûn an jî hatin girtin lê têkoşîna xwe domandin. Di navbera aliyên cuda yên civakê de piştgirî çêbû û li dor dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ yekbûn pêk hat. Li Kurdistanê jin ji bo maf û azadiyan, heta ji bo rizgariya gelan bi mêran re mil bi mil têdikoşin.”

Sarîna Esmaîlî destnîşan kir ku ev çanda berxwedanê ya bi pêşengiya jinan li seranserê cîhanê bal kişandiye û got ku îro gel di navbera rejîm û şer de hatine asêkirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Rexmê ku agahî kêm bin jî, hin rastî aşkera ne. Malbat di nava tirsê de dijîn. Înternet tê sînorkirin an jî kontrolkirin. Dahata malan kêm dibe. Ewlehî hem ji aliyê rejîmeke Îslamî ya otorîter hem jî ji aliyê zextên neteweperest ve di bin metirsiyê de ye. Mirovên xwedî dahata kêm nikarin bajarên xwe biterikînin. Gelek kesan karên xwe winda kirin. Herî zede jin û zarokan zirar dîtine. Heke rejîm biguhere, dê pergaleke çawa were û gel di vê pêvajoyê de dê çiqas bandor bibe dê diyar bibe. Dibe ku azadiyeke zêdetir pêkan be, mafên jinan xurt bibin, lê ev îxtîmal in. Lêbelê dê pêvajoyeke dijwar a veguhertinê hebe û rêxistinbûn û piştgiriyeke bihêz a jinên ji hemû aliyên civakê pêwîst e. Heke rejîm dewam bike, zextên siyasî dê bidomin. Lê dîsa jî têkoşîna jinan dê berdewam bike. Heke rewşa şer an jî pevçûnan dewam bike, zirara aborî û civakî dê zêde bibe. Pêşeroja vê têkoşînê, bi şert û mercên siyasî, aborî û civakî û bi asta beşdariya jinan a di hemû qadên rêveberiyê de ve girêdayî ye. Beşdarbûna jinan di têkoşînê de ji bo pêkanîna demokrasiyeke rastîn pêwîst e.”

MA / CEYLAN ŞAHÎNLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.