
- Sinetkirina jinan di hinek civakên Sûdanê de pratîkek pir kûr e ku êşek e psîkolojîk û fizîkî dihêle. Tevî qanûn û kampanyayan di nava şert û mercên pevçûn û aloziyê de dijwariyên guhertina hişmendiya civakî hê jî hene.
Sinetkirina jinan li Sûdanê pirsgirêkek civakî ya aloz e heta niha jî berdewam dike. Gava ku keçek li Sûdanê dibe 5 an 6 salî û dest bi têgihîştina tiştên li dora xwe dike, tirs dikeve jiyana wê.
Keçik berî hatina pîrikê ku li herêmê wek "deyê" tê zanîn, tê xemilandin. Çend jin kom dibin da ku di dema pêvajoya sinetkirinê de, keçikê bigrin. Ji vê yekê re "tahur" tê gotin. Di vê pêvajoyê de, jinên li derve tembûrê lê didin û bi dengekî bilind distirên da ku keçên din ên ev pêvajo derbas nekirine girî û qîrîna keçikê nebihîzin. Di vê navberê de, diya keçikê yan nûnerê wê dikeve hundir, ne ji bo ku wê teselî bike, ji bo ku piştrast bike ku "deyê" sinetkirina Fir'ewn pêk aniye ku forma herî dijwar a sinetkirinê ye. Beşek mezin ji lebatên zayendî yên keçan bi amûrek tûj tê birîn.
Xetera sinetkirina jinan ne tenê di dijwariya prosedurê yan jî di şiyana keçikê ya tehemulkirina êşê de ye, xeter di tevahiya jiyana keçikê de berdewam dikin û hinek di vê prosedurê xeternak de jiyana xwe ji dest dane.
Piştî ku pîrika bi navê Hasna Rehma Salêm mirina çend keçan ji ber sinetkirina jinan dît, wê jinên herêma xwe li yek ji gundên bajarê El-Manaqil ê li eyaleta El-Cezîreyê li Sûdana navîn kom kir da ku rêberiyê bide wan û hişyariya wan li ser xetereyên pêkanîna vê adetê zêde bike.
Hasna Rehma Salêm dibêje ku ew di sala 1980’ê de weke pîrik hatiye tayînkirin da ku ji bo jinan zayîna xwezayî û her wiha ji bo keçan jî emeliyatên sinetkirina jinan bike. Ew tekez dike ku gelek keç piştî emeliyata sinetkirinê ji ber xwînrijandina giran jiyana xwe ji dest dane û gelek ji wan berî ku bigihîjin nexweşxane û navendên tenduristiyê mirine.
Hasna Rehma Salêm xîtabî jinên gundê xwe kir, xetereyên sinetkirina jinan, bi taybetî sinetkirina Fir'ewn li ser jiyana niha û ya pêşerojê ya keçan rêz kir û destnîşan kir ku sinetkirin dibe sedema nexweşiyên malzarokê, girtina hêkdankan, astengkirina zayînê, mirina fetus an dayikê, ji bilî rawestandina heyzê ji bo jinan û hejmarek xetere û nexweşiyên din ên ku sinetkirin ji bo keçan çêdike.
Hemşîre Ferdûs Hesen ku li yek ji klînîkên herêmê dixebite bal kişand ser xetereyên ku keç ji ber sinetkirina jinan (FGM) pê re rûbirû dimînin, di nav de mirin, nelirêtî, nexweşî û zayîna dijwar jî heye. Wê destnîşan kir ku rêjeya sinetkirina jinan li gorî demên berê, dema ku ji bo her keçikê mecbûrî bû, hinekî kêm bûye lê malbat û civak hene ku hê jî bi vê adetê ve girêdayî ne û red dikin ku dev jê berdin. Wê bang li jinên herêma xwe kir ku dev ji vê adetê berdin û got ku ev yek dibe sedema mirina keçan an jî êşa berdewam di jiyana wan de.
Şêwirmenda psîkolojîk Lubna Elî Mihemed li ser bîranîna mirina hevala xwe ya zarokatiyê di dema pêvajoya sinetkirinê de axivî, da zanîn ku hevalek wê jî piştî zayînê miriye, sedema sereke ya vê yekê pêvajoya sinetkirinê bûye ji ber wê zayîn pir dijwar bûye.
Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku bi qasî ji sedî 87 jin û keçên li Sûdanê di navbera 15-49 salî de bi cureyên hinek sinetkirina jinan rû bi rû mane.
NÛJINHA / SÛDAN / MÊRVET EBDULQADIR







