
- Şerê li Rojhilata Navîn ê li Îranê ne şerekî klasîk ê leşkerî yê navbera du yan jî sê aktoran e. Îran ji ber tora xwe ya herêmî li herêmê di hevsengiya hêzê de yek ji welatên diyarker e.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de li dijî dewleta Îranê dest bi êrişeke nû kirin. Şerê ku DYE û Îsraîlê dan destpêkirin, ne şerekî welê ye ku tenê armanca xwe bisînorkirina kapasîteya leşkerî ya Îranê ye; şerekî welê ye ku dixwaze mîmariya ewlekarî û siyasî ya Rojhilata Navîn diyar bike. Ji bo fêhmkirina vî şerî û armanc û motîvasyona li pişt vî şerî girîng e mirov bala xwe bidin ser Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku bi pêşengiya DYE'yê ji aliyê hegemonya navneteweyî ve li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin.
Bi destpêkirina sedsala 21'ê re sîstema cîhanê ya ji du blokan bi hilweşîna Yekîtiya Sowyetan re bi dawî bû. Bi vê hilweşînê re qada serweriyê ya hegemonya global a bi pêşengiya DYE'yê berfireh bû. Ji aliyê çavkaniyên enerjî û madenê û nuqteyên derbasbûnê ve Rojhilata Navîn yek ji xaçerêyên krîtîk ên cîhanê ye. Lewma bû qada hevrikiyê ya têkoşîna giran a hêzên hegemon a navneteweyî û statukoparêz ên herêmî. DYE li pêşberî vê rewşa nû di çarçoveya "sîstema cîhanê ya nû" de stratejiyek danî holê. Ev stratejiya ku DYE û Îngilistanê bi hev re danîn û Îsraîl piştre tevlî bû, projeyek e ku sîstema sermayeyê ya global -di rêbazê de cudahî hebe jî- piştgiriya wê dike û bi cih tîne.
Ev stratejî ji xwe re dike armanc ku hemû rewşa li ser bingeha hebûna Yekîtiya Sowyetan de hatin afirandin tasfiye bike, van ji nû ve bi sîstemê ve girê bide û herêma Rojhilata Navîn a ku di pêvajoyên Şerê Cîhanê yên 1. û 2. de sînor û asta wê hate diyarikrin jinûve dîzayn bike û bi sermayeya global ve girê bide. Destwerdana li Rojhilata Navîn ku beriya 35 salan bi şerê Iraqê destpê kir, heta roja îro li hin deveran bi destwerdanên leşkerî, li hin deveran bi darbe û zextên siyasî, li hin deveran jî bi ambargoyên aboriyê hate dewamkirin. Di vê demê de bi rêbaza dorpêçkirin, kontrolkirin û li ser vê bingehê teslîmgirtinê û girêdana bi xwe ve stratejiyek hate meşandin.
Hêzên ku vê stratejiyê dimeşînin sîstema sermayeyê ya di ser neteweyan re ye, sîstema modernîteya kapîtalîst a global e. Ev şer di navbera derdorên ku dixwazin statukoparêziya netewe dewletê ya li herêmê biguherîne, bike ku sermaye hîn bêhtir qezenç bike û statukoparêzên netewe dewletê yên li herêmê diqewime. Di serî de Îngilistan, hêzên ku sîstema netewe dewletê bi Şerê Cîhanê yê 1'emîn re li Rojhilata Navîn ava kirin, destwerdanên ji bilî hin guherînan li dijî berjewendiyên xwe dibînin. Li gel vê yekê tê fêhmkirin ku wê nikaribin xwe ji tevlîbûna vî şerî û pêkanîna armancên wê bidin aliyekî.
Projeya ku di nava 35 salên derbasbûyî de weke Projeya Rojhilata Navîn a Mezin hate formulekirin, di nava xwe de çend caran nû bû û bi navê "Sîstema Cîhanê ya Nû" û "Projeya Rojhilata Navîn a Pêşvexistî" jinûve di ber çavan re hate derbaskirin. Herî dawî 7'ê Cotmeha 2023'yan bi êrişa Hamasê ya li ser Îsraîlê derbasî qonaxeke cuda bû. Hegemonya global a bi pêşengiya DYE'yê, bi vê projeya ku kûr dike dixwaze wan mercan ji holê rake ku Çîn û Rûsya bi yekbûnê re dixwazin bibin hegemon; li ser vê bingehê serweriyê dîne ser qad û korîdorên enerjiyê, rêyên bazirganiyê kontrol bike û xwe bigihîne elementên xakê yên kêmdîtî.
Sîstema ewlekariyê ya piştî Şerê Sar li Rojhilata Navîn ava bû, di asteke mezin de xwe dispart hebûna leşkerî ya DYE'yê. Lê belê di salên dawî de meyla Washingtonê ya ji bo kêmkirina barê xwe yê leşkerî yê li herêmê, lêgerîneke nû ya mîmariya ewlekariyê bi xwe re anî. Di vê modela nû de DYE li şûna destwerdana yekser, tercîh dike ku li ser hevalbendên herêmî projeksiyona hêzê ava bike. Washington li şûna destwerdanên leşkerî yên yekser ên li herêmê dixwaze bi rêya hevkarê xwe yê stratejîk Îsraîlê stratejiya xwe ya herêmî bimeşîne.
Ev veguherîn dibe sedem ku li Rojhilata Navîn modeleke nû ya stratejîk bê afirandin ku hevsengiya hêzê jinûve pênase dike. DYE bi rêya tifaqa îdeolojîk (bandora evangelîst) û stratejîk a xurt a bi Îsraîlê re daniye, hewl dide Tel Avîvê li navenda mîmariya ewlekariyê ya Rojhilata Navîn dîne. Ev pêvajo tê wateya hem xurtbûna Îsraîlê hem jî dîzaynkirina sîstema ewlekariya herêmî ya DYE'yê li dora Îsraîlê.
Li pêşiya bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin astengiya herî mezin dewleta Îranê tê dîtin. Îran li yek ji xaçerêyên herî krîtîk ên jeopolîtîk ên cîhanê ye. Ev cihê xwe yê li navenda Asya Navîn, Kafkasya, Asya Başûr û Rojhilata Navîn, di herikîna dîrokê de Îran timî kiriye navendeke stratejîk.
Îran bi vê rewş û cihê xwe li herêmê bi rengekî eşkere dijberiyê li DYE û Îsraîlê dike. Îran ji DYE'yê re dibêje "Şeytanê mezin", ji Îsraîlê re jî dibêje "Şeytanê biçûk"; dixwaze hesabên DYE yên hegemonya herêmê ya li Rojhilata Navîn xera bike û hewldanên Îsraîlê yên hegemonya jêrîn a li herêmê têk bibe. Dixwaze Îsraîlê û hêzên herêmî li ser 'Hîlala Şîa' mijûl bike û qada xwe ya bandorê berfireh bike.
Li aliyê din bi saya têkiliyên stratejîk ên bi Çînê re pêk aniye, veguherî yek ji tedarîkkarê herî girîng ê petrolê ji bo Çînê. Bi wergirtina teknolojî û binesaziya leşkerî-teknîkî ya ji Çînê hewl dide ambargoyê ji ser xwe biavêje. Her wiha ji bo 'Projeya Rê û Kemberê' ya Çînê li herêmê hevalbendê herî girîng ê Çînê ye.
Îran bi Rûsyayê re ku li dijî DYE'yê têkoşîna hegemonyayê dimeşîne, li ser bingeha têkiliyên stratejîk parvekirina îstîxbaratê û hevkariya leşkerî-teknîkî dike û bi vî rengî li herêmê li ber berjewendiyên DYE'yê radibe. Rûsya jî weke hêmaneke hevsengiyê ya jeopolîtîk a li hemberî Rojava sûdê ji cih û rewşa Îranê werdigire. Her wiha Îranê weke faktorek girîng ji bo kêmkirina bandora Rojava ya li Rojhilata Navîn dibîne. Ji ber vê yekê jî şerê bi navenda Îranê ne tenê meseleyeke herêmî ye; di heman demê de arenaya neyekser a hevrikiya hêzên mezin e.
Nuqteyeke din a lawaz jî Tengava Hurmuzê ye. Hurmuz ku ji bo veguhestina petrolê yek ji nuqteyên herî krîtîk ê cîhanê ye, avantajeke stratejîk dide Îranê. Îranê ji destpêka vî şerî û vir ve kapasîteya xwe nîşan da ku dikare derbasbûna ji Kendavê asteng bike û bilindbûna buhayê enerjiyê ji xwe re ki çekek. Bi vî rengî dixwaze zexta navneteweyî zêde bike û bi aliyê hember gavê paşve bide avêtin.
Îran êrişên li ser welatên Kendavê bispêre hebûna baregehên DYE'yê jî yek ji armancên xwe yên esasî ev e. Êrişa li ser welatên Kendavê ji bo Îranê tercîheke bi hesab û stratejîk e. Ji xwe encamên vê tercîha stratejîk di demeke kurt de hate hîskirin. Îran hêvî dike ku ev welat zextê li DYE'yê bikin ku operasyonên xwe bisekinîne yan jî bi sînor bike. Lê belê ev nêzîkatî her wiha xwedî wê rîskê ye ku van dewletan hîn bêhtir ber bi kampa Îsraîl-DYE'yê ve dehf bide. Îran bi zexta li ser Kendavê re dixwaze peyamê bide dijminên xwe û hevalbendên wan ku eger şer dewam bike wê di asta herêmî û global de zerarên cidî bibînin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN







