
- Di 13’yê Nîsana 1975’an de, piştî bûyera Eyn El Rumane ya Beyrûtê, di çarçoveya aloziyên mezhebî û siyasî yên kombûyî de, şerê navxweyî yê Lubnanê dest pê kir. Bi destwerdanên herêmî, bi taybetî êrişên Îsraîlê û ketina artêşa Sûriyeyê di sala 1976’an de, alozî berfireh bû heta ku şer bi Peymana Taîfê di 1990’î de bi dawî bû.
Di 13'yê Nîsana 1975'an de, ji ber bûyera hedefgirtina baseke Filistînî li cihê Eyn El Rumane ya li hundirê Beyrûtê ji aliyê Partiya Ketaib El Lubnanî ve çirûska şerê navxweyî dest pê kir. Ev bûyer bi lez veguherî nuqteya teqandina nakokiyên kombûyî. Di saetan de pevçûnên di nava komên çekdar de belav bûn û xuyakirina pêkhatina şerekî demdirêj dest pê kirin.
Ev teqîn di çarçoveya pergaleke siyasî de çêbû ku li ser bingeha dabeşkirineke mezhebî hatibû avakirin, ku hêza xwe ya tehemûlkirina veguherînên civakî û demografîk winda kiribû. Bi zêdebûna hebûna komên çekdar ên Filistînî di hundirê Lubnanê de û dijwarbûna pevçûna di navbera hêzên rastgir û çepgir de, hawîrdorek bargiran û şewatbar ava bû. Tax zû veguherîn eniyên şer û kontrolkirina dewletê kêm bû û bû sedema rastiyek ku ji hêla milîsan ve tê ferzkirin û ji hêla hêza çekan ve tê kontrolkirin.
Her ku şer û pevçûn berfireh dibûn, pevçûn ji çarçoveya xwe ya herêmî derket û bû qadeke ji bo berjewendiyên herêmî û navneteweyî, ji ber vê yekê gelek destwerdan li Lubnanê çêbûn, bi taybetî jî êrişên Îsraîlê yên berfireh li Lubnanê, ku rêya şer kûrtir kir û beşên nû yên tundûtûjiyê vekirin.
Di 1976'an de, artêşa Sûriyeyê wekî beşek ji hevpeymaniyeke Erebî ya bi navê Hêza Astengkirinê ket Lubnanê, bi hewldana kontrolkirina şer û vegerandina hevsengiya hêzê. Bi demê re, ev hebûn xurt bû û rola wê ji navbeynkariyê wêdetir berfireh bû û bandorek rasterast li ser rêya pevçûnê kir. Artêşa Sûriyeyê bû lîstikvanekî sereke di diyarkirina hevsengiya hêzê û beşdarekî şekildana rêça pevçûnan de. Piştre ew li dijî yên din li kêleka hin aliyan bû aliyekî şer. Artêşa Sûriyeyê jiyana siyasî, ewlehî û aborî li Lubnanê kontrol kir, wê jî rê li ber kîndariya Lubnanî-Sûriyeyî vekir. Ji ber ku wan Lubnaniyan di dirêjahiya 30 salî de êş ji dest artêşa Sûriyeyê kişandin.
Paşê aşkera bû ku ketina artêşa Sûriyeyê di çarçoveya lihevkirinên neaşkera bi aliyên navneteweyî re, di nav de DYA û Îsraîl de di çarçoveya "Peymana Xeta Sor" dihat nasîn de pêk hat. Van lihevkirinan çarçoveya tevgerîna leşkerî ya Sûriyeyê, nemaze li herêmên bakur, bi sînorkirinên têkildarî bicihkirin û cureyê çekên ku têne bikaranîn destnîşan kir.
Ev pevçûn heta dawiya salên 1980ˊî berdewam kir, heta ku Peymana Taîfê di 1990î de rê li ber bidawîbûna şer vekir. Peymanê desthilaî ji nû ve dabeş kir û qonaxa avakirina dewletê dest pê kir.
Di salvegera şer de, li Lubnanê alozî zêde ne. Ev yek metirsiyên vegera şer zêde dikin. Ji ber ku hêrsa taîfî zêde bûye, krîzên siyasî û aborî jî xurtir bûne. Lê belê hişyarî jî tên dayîn ku dibe ku şerekî nû derkeve, şerekî ku dikare bûyerên wekî "Şerê Eyn El Rumane" (ku di sala 1975ˊan de destpêka şerê navxweyî yê Lubnanê bû) ji nû ve dubare bibe.
ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN







