
- Piştî êrişên Îsraîl û DYA’yê yên li dijî dewleta Îranê yên 28’ê Sibata 2026’an şûnde gaveke bersivdayîna Îranê jî girtina Tengava Hurmuzê bû. Girtina tengavê bandora xwe li ser bazara enerjiyê ya cîhanê çêkir.
Şerê di navbera Îsraîl/Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de 27 roj li dû xwe hişt. Di vî şerî de bi sedan welatî û hema hema hemû rêvebirên Îranê hatin kuştin, gelek binesaziyê dewleta Îranê û avahiyên sivîlan jî hatin rûxandin. Di bersivdayînên Îranê de jî gelek welatî û leşkerên Îsraîl û DYA’yê hatin kuştin. Ruxmî ew qas kuştî û hilweşînê jî, ya ku di vî şerî de ji aliyê çapemeniya cîhanê ve herî zêde hat rojevkirin Tengava Hurmuzê bû.
Ev şerê ku nêzî mehekê li du xwe hişt, li ser Tengava Hurmuzê pêvajoyeke nû da destpêkirin. Di rojên dawîn de her çi qas rayedarên DYA’yê dibêjin “Em li ser tengavê bi Îranê re nêzî lihevkirinê ne” jî ev yek ji aliyê Îranê ve tê redkirin. Niha bi sedan keştî di vê tengavê de li benda derbasbûyînê ne, lê Îran di ya xwe de israr dike û dibêjê keştiyên ku bêyî agahiya me derbas bibin em ê lê bidin. Niha ev bûyer rasterast bandorê li aboriya cîhanê dike û lêgerînên vekirina rêya tengavê berfireh dibin.
Li ser vê me ev tengav lêkolîn kir; dîrok û girîngiya vê kendavê çi ye, bi taybet ji aliyê kîjan aliyan ve tê rojevkirin?
Hurmuz bi wateya etîmolojîk navê xwe ji Avestayê digire. Li gorî baweriya Zerdûşt Ahûra Mazda xwedayê başiyê ye. Wateya Ahûra li gorî Avestayê xweda, Mazda jî zanebûn û hiş e. Ji ber vê ev nav wek “Xwedayê mezin ê xwediyê zanebûnê” jî tê zanîn. Ev nav bi demê re wek Ohrmazd, Hormazd û Hurmuz diguhere.
Navê Hurmuz dayîna Kendavê jî rastî Serdema Navîn tê. Di destpêkê de li derdorê kendavê bajarekî navê xwe Hurmuz heye. Bi êrişên Moxolan re ev bajar tevahî tê hilweşandin û ji holê radibe. Piştî hilweşîna wî bajarî, şêniyên bajar giraveke ku di nava avê de bi cih dibin û bi demê re ew girav jî navê Hurmuz tê binavkirin û bi vî awayî kendav jî wek Tengava Hurmuzê tê zanîn.
Tengava Hurmuzê ya ku nêzî 39 km firehiya xwe heye, li bakurê wê Îran, li başûrê wê jî Umman û Îmarat cih digirin. Di dîrokê de heta niha ev der, ji bo kontrolkirina rêyên tîcaretê cihekî taybet bûye. Ji ber ku di Serdema Navîn de di navbera Besra û rojhilatê Afrîkayê de wek bendeke girîng e, di dema mêtingeriyê de jî bala hêzên Ewropayê dikişîne. Ji ber vê ev herêm pêşiyê Portekîz, dûrê jî demeke dirêj di bin serweriya Brîtanyayê de dimîne.
Di sedsala 20’î de, piştî ku petrol di nava aboriya dewletên serwer ên cîhanê de dibe xwedî roleke girîng, ev kendav jî dibe xwediyê girîngiyeke stratejîk. Li gorî statîstîkan heta beriya êrişên DYA-Îsraîlê yên 28’ê Sibata 2026’an ên li dijî Îranê, rojê 20-25 milyon varîl petrola xam di vê kendavê re derbas dibû. Ev reqem teqabulî ji sedî 20 pêwistiya petrola hemû cîhanê dike. Dîsa ji sedî 20-25’ê LNG’ê jî di vê tengavê re derbas dibe.
Ev petrol ji welatên derdora Tengava Besrayê (Erebistana Suudî, Iraq, Kuweyt, Îmarat û Qeter) derdikeve û li ser Tengava Hurmuzê belavê cîhanê dibe. Enerjiya ku li ser Hurmuzê dihat kişandin û firotin, bi piranî diçû welatên Asyayê. Bi taybet Çîn, Hindistan, Japonya û Koreya Başûr pêwistiya xwe ya enerjiyê nêzî ji sedî 90 ji van welatên li ser Tengava Hurmuzê tedarîk dikin.
Berî ku Hurmuz were girtin varîla petrolê bi 70 dolarî dihat firotin. Piştî ku Îranê biryara girtina Hurmuzê da, demekê fiyetên varîlekê derket 117 dolaran lê ji ber hewldanên dîplomatîk niha varîleke petrolê daketiye 96 dolaran.
Li gorî daneyên aboriyê îxracata welatên Kendavê di asteke diyar de daketiye. Piştî êrişan li Erebistana Siudî tesîsa Abkayk, li Iraqê Mecnûn û Bercisiye û li Kuweytê jî tesîsa Mina Abdullah faaliyetên xwe bi tevahî dane sekinandin. Dîsa li gorî daneyan niha ji ber girtina Hurmuzê gelek dewletên Kendavê îxracata wan di asteke mezin de sekiniye. Li gorî vê Kuveyt: ji sedî 90, Qeter: ji sedî 89, Iraq: ji sedî 85 û Erabistana Siûdî: ji sedî 74 îxracata wan kêm bûye. Bi tevahî dewletên Kendavê rojê nêzî 2.3 milyar dolar zirar dikin.
Ji giranbûna şerê Rojhilata Navîn diyar e ku dê tevgera bazara enerjiya cîhanê jî bilindtir bibe. Bazara petrolê ji aliyê şîrketên pirneteweyî yên mezin ve tên birêvebirin. Ji bo vê jî armanca rojevkirina tengavê jî li ser karkirina van şîrketan e. Ji ber vê berjewendiyên şer şîrket digirin, berdêla şer jî piranî ji aliyê gelê heremê ve tê dayîn.
ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN







