Li Rojhilata Navîn şerê hegemonan

Duşem 6 Nîsan 2026 - 17:00

  • Çarçoveya Berxwedanê ji bo parastina bandora herêmî ya Îranê, ‘Hîlala Şîa’û berjewendiyên xwe şer dike. DYA û Îsraîl jî hem ji bo hevsengiya aborî û leşkeri li gelek eniyan pêk bîne hem jî bandor û baskên Îranê bişikîne êriş dike.

Hîzbûllah, Hûsî, Heşdî Şabî, Rêxistina Bedir, Kataîb Hîzbûllah... Di şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)/Îsraîl û Îranê de ev komên çekdar ku em navê wan timî dibihîzin, hem ji bo parastina Îranê, hem jî ji bo parastina berjewendiyên wê yên aborî û siyasî, ji bo belavkirina bandora wê li welatên cuda şer dikin.

Rejîma Îranê bi dehan salan bi sîstemên xwe yên parastina hewayî, fuze û bernameya nukleerê li Rojhilata Navîn stratejiya "kûrahiya herêmî" meşand. Razemeniyên ku li Lubnan, Iraq, Sûriye û Yemenê li ser komên Şîa yên çekdar kir, bi giranî parçeyek ji vê stratejiyê bû ku weke şerê "herêma gewr" tê pênasekirin. Ev rewş ne şerekî tam ê konvansiyonel ne jî rewşeke "aştiyê" bû; bi giranî zexta li ser "welatên dijmin", gefxwarin û êrişên ku berpirsyarî li xwe nedigirt bû, ku nedibû sedema şerekî berfireh.

Îranê bi van koman re li Rojhilata Navîn toreke leşkerî-siyasî ava kir ku navê "Çarçoveya Berxwedanê" lê kir û ji bo diyarkirina hevsengiyên herêmê û bûyîna hêza serwer a li Rojhilata Navîn bi kar anî. Stratejiya berfirehbûna herêmî ya Îranê di destpêka salên 1980'ê de kete meriyetê. Di vê çarçoveyê de ji bo li hemberî DYE û Îsraîlê bibe hêz li Lubnanê piştgirî da avabûna Hîzbûllahê. Çarçoveya Berxwedanê Hîzbûllah a Lubnanê, Hûsî (Ensarûllah) ên li Yemenê, Heşdî Şabî û komên ser bi wê ve yên li Iraqê û Hamas û Cîhad a Îslamî yên li Fîlîstînê di nava xwe de dihewîne.

Dagirkirina Iraq a sala 2003'yan a ji aliyê DYE'yê ve, "Bihara Ereb" a sala 2011'an destpê kir û kaosa ku sala 2014'an bi DAÎŞ'ê re rû da, firsend da Îranê ku hebûna xwe ya li herêmê xurtir bike. Îranê Muxafizên Şoreşê bi şerê navxweyî re li Sûriyeyê bi cih kir; li Iraq û Lubnanê bi rêya komên Şîa xeteke welê ava kir ku xwe gihand heta sînorên Îsraîlê. Hîzbûllah a Lubnanê bû hêmana esasî ya Çarçoveya Berxwedanê.

Yemen jî di nava vê pêvajoyê de ber bi şerê navxweyî ve hate dehfdan; Hûsiyan di serî de paytext Sana gelek bajarên girîng kontrol kirin. Bi vî rengî Çarçoveya Berxwedanê li dijî bandora cîhana Rojava û Îsraîlê veguherî sembola "Tifaqa Herêmî". Çarçoveya Berxwedanê ku stratejiya li ser bingeha parastin û berfirehbûnê meşand, di heman demê de yekîtiya îdeolojîk a Şîa bi kapasîteya leşkerî re kir yek û li Rojhilata Navîn dixwaze bibe hêzeke bi bandor. Her wiya parastina xaka Îranê bêyî ketina nava şerê yekser, yek ji stratejiyên wê ye.

Di şer de ku 28'ê Sibatê destpê kir, Îranê li şûna şerkirina li nava sînorên xwe bi rêya "hêzên wekîl" DYE û Îsraîl li eniyên welatên cuda mijûl kir ku ev yek weke bicihanîna stratejiya navborî li qadê dikare bê dîtin.

Şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê ji roja destpêkê ve veguherî şerekî herêmî. DYE û Îsraîlê êriş birin ser navendên nuklerê, binesaziya fuzeyê, hedefên leşkerî, binesaziya elekrîkê û lîderên payebilind ên Îranê. Tehranê jî weke bersivdanê bombedeyan li Îsraîlê, baregehên DYE'yê yên li Rojhilata Navîn û hevalbendên wê yên li Kendavê dibarîne. Şer di demeke kurt de li Lubnan, Iraq û Yemenê belav bû; komên ser bi Çarçoveya Berxwedanê jî veguherîn parçeyek ji şer.

Komên çekdar ên ji bo Îranê şer dikin û armancên wan bi vî rengî ne:

Hîzbûllaha Lubnanê

Hîzbûllah ji ber kapasîteya xwe ya leşkerî û hunera xwe ya hilberandina fuzeyan, her wiha rewşa xwe ya cografî ku li ser sînorê bakur ê Îsraîlê ye, di heman demê de ji ber rola xwe ya siyasî-civakî ya bi salan li Lubnanê dilîze, bû yek ji qertên herî girîng ên herêmî yên Tehranê. Piştî ku lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney di şerê 28'ê Sibatê de hate kuştin, Hîzbûllahê ragihand ku yekser tevlî şer bûye. Ev rêxistiniya bi piştgiriya Îranê ku wateya navê wê bi Erebî 'Partiya Xwedê' ye, navenda xwe li Lubnanê ye. Ji rêxistineke leşkerî wêdetir Hîzbûllah avaniyeke welê ye ku bandoreke kûr li civakê û siyaseta Lubnanê kiriye.

Hûsî

Hûsî avaniyeke leşkerî û siyasî ya li Yemenê ye ku ji mezheba Zeydî ya Şîa ye. Zeydî ku yek ji sê parên nifûsa Yemenê ye, ji dema ku Osmaniyan Yemen dagir kir û vir ve li welêt çalak e. Ji salên 1500'î ku Dewleta Osmanî herêm dagir kir û heta Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Zeydiyên li herêma Saada ya li bakur timî serî hildan. Osmaniyan destpêkê sala 1911'an li herêma Saadayê bi lîderê Zeydî re peymanek mohr kir û ev herêm weke herêmeke xweser qebûl kir; ev yek heft sal beriya vekişîna bi temamî ya Osmaniyan a sala 1918'an pêk hatibû.

Bedrettîn el Hûsî ku sala 1926'an li Saadayê ji dayik bû û ji malbateke herî xurt a Zeydiyên li herêmê bû, wê bibûya lîderê rûhanî yê 'Cemaeta Hûsiyan' a piştre ava bibe. Koma Hûsî xwedî helwesteke li dijî Îsraîl û DYE'yê bû. Welatên Kendavê timî rexne dikir, ji ber têkiliya wan a nêz a bi DYE'yê re. Koma ku ji Şoreşa Îslamê ya Îranê ya sala 1979'an bi bandor bû, gotinên Rûhûllah Xumeynî pejirand û xwe nêzî Îranê kir.

Êrişên li Derya Sor

Hûsiyan piştî ku şerê navbera Îsraîl û Hamasê destpê kir, li Derya Sor ji Mijdara 2023y'an û vir ve êrişê dibin ser keştiyan û dibêje, bi armanca piştgiriya bi Hamasê re êrişê dibin ser keştiyê ku alîkariyê dibin ji Îsraîlê re.

Mîlêsên li Iraqê

Li Iraqê rêxistinên çekdar ên ji bo Îranê şer dikin gelekî cuda ne û bi hev re di nava hevrikiyê de ne. Hin ji wan fermî yan jî nîv fermî ne. Heşdî Şabî entegre bûye, hinek jî bi rêya koalîsyona siyasî li parlamentê ne. Bi giranî Kataîb Hîzbûllah (Tûgayên Hîzbûllah) ên ser bi Heşdî Şabî û Rêxistina Bedir beşdarî vî şerî dibin. Ev rêxistin li gel baregehên leşkerî yên DYE'yê û saziyên dîplomatîk her wiha êrişê dibin ser partiyên Kurdan.

Bandora Rûsya û Çînê

Ji bilî komên Şîa yên ser bi Îranê ve, Rûsya û Çîn jî li herêmê xwedî bandor e ku piştgiriya dîplomatîk û teknolojîk didin.

Rûsya li gel peymana hevkariya stratejîk a sala 2025'an bi Îranê re mohr kir, pakteke parastinê ya tam ava nekir. Êrişên DYE û îsraîlê weke "nearamîkirinê" pênase kir û şermezar kir. Bi alîkariya dîmenê peykê û teknolojiya droneyê tê gotin ku tevkariyê li Îranê dike ku hedefê diyar bike. Armanca Rûsyayê ew e ku bandora DYE'yê ya li Rojhilata Navîn bişikîne, barê li eniya Ûkraynayê sivik bike û bi Îranê re bazirganiya çekan bike.

Çîn jî li gel pêkanînan hem ji Îranê rojane bi qasî 1,38 milyon warîl petrolê werdigire û bi vî rengî piştgiriyê dide ku aboriya Îranê li ser piyan bimîne, hem jî bi sîstema navîgasyonê ya BeiDou-3 û amûrên fuzeyên krîtîk kapasîteya leşkerî ya Tehranê zêde dike.

Herdu welat li şûna piştgiriya leşkerî ya yekser a ji bo Îranê, bi xwevegirtina ji şer dixwazin maliyetê bixe stuyê Washingtonê.

Hevalbendên DYE û Îsraîlê

Hevalbendên DYE û Îsraîlê yên Rojavayî û hin welatên Kendavê li şûna tevlîbûna yekser a li şer, piştgiriya lojîstîk û parastinê dan. Îngilistanê Baregeha Akrotiri ya li Qibrisê pêşkêşî DYE'yê kir. Fransa, Elmanya, Îtalya û Hollandayê veguhestinên leşkerî li rojhilatê Derya Spî kirin.

Elmanya û Fransa, piştî ku Îranê êrişî personelên wan û baregehên wan kir, tevlî koordînasyona parastinê bûn; hin welatên Ewropayê jî fuzeyên Îranê li nêzî Baregeha Încîrlîkê ya li Tirkiyeyê rawestandin. Lê belê Spanya û hin welatên NATO'yê nehiştin baregehên wan bêne bikaranîn û giranî dan hevsengiya siyasî ya navxweyî.

Erebistana Siûdî, Îmarat, Qatar û Urdun ku yekser bûn hedefa Îranê, bersiva yekser nedan êrişan. Li şûna vê yekê îstîxbarat parve kirin û qada xwe ya hewayî parastin.

ANF / NAVENDA NÛÇEYAN / GÛRBET SARYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.