Îsraîlê êrişên li dij başûrê Xezayê zêde kir

Nûçeyên Cîhan

Duşem 24 Mijdar 2025 - 00:49

Hêzên Îsraîlê êrişên li dijî avahiyên bajarê Refeh û Xan Yûnisê yên başûrê Xezayê zêde kirin. Li gorî beşa tenduristiyê di êrişên berdewam de kuştî û birîndar çêbûn. Artêşa Îsraîlê bi awayekî dijwar gelek deverên weke Refeh û Xan Yûnisê yên başûrê Şerîda Xezayê topbaran û bombebaran kirin. Dezgehên çapemeniyê yên Filistînê daxuyand ku balafir û tankên Îsraîlê gelek avahiyên li başûrê rojhilatê Xan Yûnisê topbaran û bombebaran kirin û rûxandin. Li herêmên Refehê jî bi awayekî dijwar êriş pêk hatin. Berpirsên beşa tenduristiyê duh ragihandibûn ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî gelek deverên Şerîda Xezayê de herî kêm 24 kes hatin kuştin û 54 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.