Êrîşên çeteyan tên têk birin

Çarşem 28 Çile 2026 - 03:52

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û çeteyên DAÎŞ’ê xwe yên li ser gundê Safa ji aliyê şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ve bi temamî hatin tekbirin. Şervanên QSD, YPG û YPJ, hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gundê Safa yê girêdayî Çilaxayê bi temamî têkbirin. Şervanên azadiyê, hewldanên pêşdeçûna çeteyan li çoltera Kobanê bi gelek windahiyên giran ve paşde dixin. Bi taybetî li deverên çoltera Kobanê yên gundewarî, di şerên dijwar de, hêzên QSD-YPJ gelek wesayîtên zirxî û tankên çeteyan îmha kirin. Li Çelebiyê, Xerab Haşkê, Zêrikê û derdora wan şerên dijwar qewimîn; hewldanên êrîşên erdî yên çeteyan her carê bi têkçûnê bi dawî bûn. Şervanên QSD-YPJ, dîmenên operasyonên hewayî yên li ser armancên çeteyan li çoltera Kobanê parve kirin. Di van dîmenan de encamên çar êrîşên cuda yên hewayî hene; çete bi xwe, cihên wan û wesayîtên wan bi giranî têk diçin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.