
Piştî hevditina Amerîka û Îranê ya li Umanê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû aşkera kir ku dê biçe Amerîkayê û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.
Piştî civîna li ser nukleerê ya li bajarê Mesqeta Paytexta Umanê di navbera nûnerê Amerîkayê û Îranê de pêk hat Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Netanyahu dê 11’ê Sibatê biçe serdana Amerîkayê û li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinê pêk bîne. Di daxuyaniyê de li ser du mijaran nêrîna Îsraîlê hat aşekerakirin. Li gorî vê Îsraîl dixwaze ku Amerîka di hevdîtinên bi Îranê re teqez mijara moşekan û rawestandina piştgiriya ji bo mîlîsên li herêmê bike rojev û derbarê wan de encamên teqez werbigire.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî jî piştî çivînê diyar kiribû ku di hevdîtinê de tenê li ser nûkleerê xeber dane û dê hevdîtin bidomin.
NAVENDA NÛÇEYAN















