DYA û Îran dê li Ummanê bicivin

În 6 Sibat 2026 - 03:20

Koşka Spî diyar kir ku muzakereyên nukleerî yên di navbera DYA û Îranê de dê di 6’ê Sibatê de li paytexta Ummanê Maskatê werin kirin, Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî ev agahî piştrast kir.

Krîza di navbera DYA û Îranê de berdewam dike. Der barê cih û dema hevdîtinê de û pêkhatina hevdîtinê, îdiayên cuda derketin holê. Lêbelê, di nûçeyên çapemeniya biyanî de hat ragihandin ku rayedarekî Koşka Spî di bersiva xwe ya nivîskî de diyar kiriye ku muzakereyên nukleerî yên bi Îranê re dê di 6’ê Sibatê roja Înê de li paytexta Ummanê Maskatê werin lidarxistin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî jî piştrast kir ku hevdîtinên bi DYA’yê re ku dihat gotin hatine betalkirin, dê roja Înê li paytexta Umanê Maskatê pêk werin.

Abbas Erakçî di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal de ev tişt got: "Plana me ew e ku hevdîtinên nukleerî yên bi DYA’yê re roja Înê saet di 10’an de li Maskatê werin kirin. Ez spasiya birayên me yên Ummanî dikim ku hemû amadekariyên pêwîst kirine."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.