Gîneyê mêtingeriya Fransayê red kir

Nûçeyên Cîhan —

Sêşem 29 Îlon 2026 - 15:00

  • Di 1958'an de, gelê Gîneyê di referandûma destûra nû ya Fransayê de dengê “Na” da pêşniyaza “Komunîtêya Fransî”. Bi vî awayî, Gîne bû yekane kolonîya rojavayê Afrîkaya ya Fransayê ku serxwebûnê hilbijart. Welêt çar roj piştî referandûmê, di 2'yê cotmehê de, serxwebûna xwe ragihand. Fransa ji ber vê biryara Gîneyê hemû alîkarî û personelê xwe vekişand.

 

Di 28'ê îlonê 1958'an de, di çarçoveya referandûma destûra nû ya Komara Pêncemîn a Fransayê de, gelê Gîneyê biryareke dîrokî da. Li hemberî pêşniyaza serokwezîrê Charles de Gaulle ya avakirina “Komînitêya Fransî”, gelê Gîneyê  95,22% dengê “Na” da. Hejmara kesên pêşnîyaza Fransayê red kirin, di ser 1.200.000'î de bû. Bi tenê 57.00 kes dengê “Erê” dan vê pêşnîyazê.

Gîne yekane kolonîya rojavayê Afrîkayê ya Fransayê bû ku pêşniyaza Fransayê De Gaulle red kir. Hemû koloniyên din dengê “Erê” dan û di nav Komunitêya Fransî de man. Di nav wan de Senegal, Sûdana Fransî (Malîya îro), Îvoriya Peravê, Dahomey (Benîn), Nîjer, Mauritanya, Oubangui-Chari (Komara Afrîkaya Navîn), Çad, Kongo-Brazzaville, Gabon, Madagaskar û herêmên din ên derveyî deryayan cih digirtin.

Berîya referandûmê, di 25'ê tebaxê 1958'an de, De Gaulle çû paytexta welêt Konakrî. Di civîna Meclîsa Gîneyê de Sekou Toure got: “Em xizaniya di nav azadiyê de ji dewlemendiya di nav koletiyê de çêtir dibînin.” De Gaulle jî bersiv da ku serxwebûn di destê Gîneyê de ye û eger “Na” bê gotin, Fransa astengî dernaxe.

Di 2'yê cotmehê 1958'an de Gîne serxwebûna xwe ragihand û bû yekemîn welatê Afrîkaya bin-Sahrayê ku ji bin destê Fransayê derket. Piştî vê encamê, Fransa hemû alîkarîya aborîyê tevlî personel û leşkerên xwe ji welêt vekişand. Gîne ji bo alîkarîyê berê xwe da welatên bloka Sovyetê.

Çi ye Komînîteya Fransî?

Komunîtêya Fransî (Communauté Française) saziya siyasî bû ku Charles de Gaulle di sala 1958'an de pêşniyaa kir. Armanca wê ew bû ku kolonîyên berê yên Fransayê di nav yekîtiyeke nû de biminîn. Li gorî planê, kolonî wê bûbûna otonom lê Fransa wê karûbarên derve, parastin, pere û polîtîkaya aborîyê di bin kontrola xwe de hiştibana. Ew plan alternatîfek bû di navbera kolonyalîzma kevn û serxwebûnê de. Welatên ku dengê “Erê” dan, bûn endamên vê komunitêyê û yên ku dengê “Na” dan (tenê Gîne), serxwebûna xwe bi dest xistin. Komînîteya Fransî piştî çend salan, bi serxwebûna piraniya endaman, hêdî hêdî belav bû.

BERWAR NEWS

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.