
- Di 25'ê çirîya paşîn 1979'an de, gelên Katalonya û Welatê Baskê di heman rojê de çûn ser sindoqan da ku statûyên xwe yên xweseriyê bipejirînin. Dengdan piştî dema zilmê ya dîktatorîya Franco bi dawî bû, pêk hat. Her du referandûm ji bo pirsa mafên neteweyî û xweserîyê bûn modelek dîrokî ku îro jî tê nîqaşkirin.
Bi mirina dîktatorê faşîst Francisco Franco ya di sala 1975'an de, rejîma wî gav bi gav ji hev belav bûn. Ev jî li Îspanyayê derî li serdemeke nû vekir. Piştî salên dirêj ên înkarkirina ziman, çand û mafên siyasî yên katalan û baskan, Destûra Bingehîn a 1978'an hat qebûlkirin. Belgeya hat pejirandin destûr da ku dewleteke ji herêmên xweser pêk tê bê damezrandin. Bi vê re jî amadekarîya ji bo jinûvedamezrandina saziyên dîrokî yên wekî Generalitat de Catalunya û saziyên xweser yên Welatê Baskê dest pê kir. Sebeba ku çima her du herêm di heman rojê de çûn ser sindoqan ev bû: her du gelan bi rengekî enerjîk daxwaza veguherîna demokratîk dikirin û dixwestin bi lez bibin xwedî statu.
Roja 25'ê çirîya pêşîn 1979'an ji bo her du gelan bû rojeke veguherînê ya dîrokî. Li Katalonyayê, tevî baraneke zêde ya ku li herêmê rabûbû, gel bi kelecaneke mezin herikî ser sindoqan û li Welatê Baskê jî tevî aloziyên siyasî û ewlehîyê yên wê serdemê, beşdarbûneke mezin çêbû. Kaxezên dengdanê bi zimanên xwecihî (katalanî û baskî ligel Îspanyolî) hatibûn amadekirin ku ev yek bixwe serkeftineke zimanî bû ji bo herdu zimanan. Ji ber salên dirêj katalanî û baskî di qada fermî de hatibûn qedexekirin.
Statuyên “Sau” û “Gernika”yêHer çend her du referandûm di heman rojê de hatibin lidarxistin jî, di nava wan de cûdahiyên dîrokî hebûn. Projeya ku di Otêla Sau de hate amadekirin û bû Statûya Xweseriya Katalonyayê ya 1979'an, zimanê katalanî kir zimanê fermî yê herêmê, destûr da avakirina departmaneke polîsan a xweser (Mossos d’Esquadra) û di warê perwerde û tenduristiyê de desthilatdarî da herêmê. Li aliyê din, projeya ku li bajarê Gernika hate mohrkirin û bû Statûya Xweseriya Welatê Baskê ya 1979'an (ku wekî Statuya Gernika jî tê naskirin), xwediyê pergala aborî ya xweser a bi navê Concierto económico bû ku erka berhevkirina bacan da da hukumeta herêmî. Her wiha, parastina zimanê baskî û pergala taybet a dadwerîyê bû parçeyeke vê statuyê.
Tecrûbeya 1979'an îro jî ji bo gelek gelên bêdewlet rêya avakirina xweserîyê di nava sînorên dewleteke heyî de bi rêyên demokratîk û aştiyane nîşan dide. Lêbelê, sînorên van statûyan ên ku di salên pêş de ji aliyê dadgehên navendî ve hatine tengkirin, nîşan dide ku têkoşîna ji bo mafên neteweyî pêvajoyeke berdewam e. Di 47 saliya van bûyeran de, nirxandina vê mîrasê ji bo siberoja demokrasiyê li Ewrûpa û cîhanê giringîya xwe diparêze.
Foto: Wêneyê temsîlî yên katalên ku dema di referandûmê de dengên xwe didin. (Wêne:AI)
BERWAR NEWS







