Serxwebûna Kolombîyayê

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 21 Tîrmeh 2026 - 17:00

  • 20'ê Tîrmehê salvegera serxwebûna Kolombîyayê bû. Têkoşîna ku di sala 1810'an de li dijî Împaratoriya Îspanyayê dest pê kir û bi pêşengiya Simon Bolivar gihîşt encamê. Serxwebûna Kolombîyayê derîyê rizgarîya hemû welatên Amerîkaya Latîn vekir.

 

Têkoşîna ku di sala 1810'an de dest pê kir û di encamê de dawî li desthilatdariya sedsalan a Împaratoriya Îspanyayê anî, ji bo tevahiya parzemîna Amerîkaya Latîn bû hêvîya ji bo azadîyê.

Bûyera ku agirê serxwebûnê geş kir, di 20'ê tîrmeha 1810'an de li paytext Bogota  (wê demê wekî Santa Fe dihat nasîn) qewimî. Komek ji welatparêzên herêmê ji bo pîrozbahiyekê ji karsazê Îspanyolî vazoyekê deyn xwestin. Redkirina vê daxwazê ji aliyê bê sebeb ku hêrsa bi salan kombûyî biteqe û veguhere serhildanê.

Wê rojê gel li qada navendî civiya û Meclisa Bajêr (Cabildo Abierto) neçar kir ku belgeya azadiyê îlan bike. Belgeya yekem a serxwebûnê bi navê “Acta del Cabildo Extraordinario de Santa Fe” hat îmzekirin.

Di vê belgeya dîrokî de waha dihat gotin:

“…”depositar la autoridad soberana en el Cabildo del Reyno… manifestando la firme voluntad de no someternos jamás a ningún otro gobierno…”

(…desthilatdariya serwerîyê radestî Meclisa Qraliyetê tê kirin… daxwaza biryardar a ku em ê ti carî teslîmî desthilatdariyeke din nebin, nîşan didin…

Rola stratejîk a Simon Bolivar

Tevî ku daxuyaniya 1810'an gava yekem bû, Îspanyayê hewl da ku Kolombîyayê jinûve dagir bike. Di vê qonaxa krîtîk de, rêberê leşkerî û siyasî Simon Bolivar (ku wekî El Libertador – Rizgarker tê nasîn) pêşenîgyê kir. Bolívar di bin sloga û nexşerêya xwe ya azadiyê de hêzên herêmî kirin yek. Bi serkeftina dîrokî ya di Şerê Boyaca (1819) de, hêzên îspanyol bi temamî hatin şikandin û Komara Gran Colombia hat damezrandin.

Bolívar di manîfesto û nameyên xwe yên dîrokî de (Carta de Jamaica, 1815) helwesta xwe bi van peyvên dîrokî nivîsandin:

“Un pueblo que aspira a ser libre, finalmente lo será. La libertad del Nuevo Mundo es la esperanza del universo.”

(Gelekî ku dixwaze azad bibe, di dawiyê de wê azad bibe. Azadiya Cîhana Nû -Amerîkaya Latîn- hêviya hemû gerdûnê ye.)

Serxwebûna Kolombiyayê ne tenê guherîneke herêmî bû lêbelê di proseya dekolonîzasyona welatên di bin serdestîya Împaratoriya Îspanyayê de roleke navendî lîst. Împaratoriya Îspanyayê ku sedsalan çavkaniyên Amerîkaya Latîn talan kiribû, piştî windakirina Kolombiyayê bawerî û kontrola xwe ya li ser parzemînê ji dest da.

Serxwebûna Kolombiyayê, riya serxwebûnê ji bo welatên wekî Venezuela, Ekwador, Peru û Bolivîyayê jî vekir. Projeya Bolivar a dekolonîzasyonê îspat kir ku pergalên kolonyal ne bêdawî ne û gelên bindest dikarin li ser bingeha serweriya neteweyî siberoja xwe ava bikin.

BERWAR NEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.