Divê Kurd li Washîngtonê xurt bin
În 13 Sibat 2026 - 03:35

Rojnameger Mûtlû Civîroglû derbarê rûniştina, “Siberoja Sûriyeyê û Siyaseta Amerîkayê ya Piştî Pêvajoya Beşar Esed” a ku ji hêla Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Amerîkayê ve hate lidarxistin bal kişand ser mijarên di civînê de hatine axaftin û got: "Kongreya Amerîkayê Kurdan û mafên wan ji bîr nake, lê divê Kurd jî hebûna xwe li Washîngtonê xurt bikin."
Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Amerîkayê civîna, “Siberoja Sûriyeyê û Siyaseta Amerîkayê ya Piştî Pêvajoya Beşar Esed” li dar xist. Piştî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê çend senetorên Amerîkayê ku pêşengiya wan Lîndsey Graham dike, ji bo rewşa li Sûriyeyê pêşnûmeya, “Qanûna Parastina Kurdan” amade kir û da nasîn. Piştî van geşedanan di 10'ê Sibatê de Civata Nûneran a Kongreya Amerîkayê kom bû û li ser Sûriyeyê û tundîtûjiya li herêmê civînek li dar xist. Di vê civînê de hat xwestin ku “Qanûna Parastina Kurdan” ji hêla Civata Senatoyê ve bê qebûlkirin.
Derbarê civînê de rojnameger Mûtlû Civîroglû axivî û diyar kir ku Kongreya Amerîkayê ji Civata Nûneran û Civata Senatoran ango ji 2 beşan pêk tê û da zanîn ku ev civîn ji hêla Civata Nûneran ve hatiye lidarxistin. Mûtlû Civîroglû anî ziman ku Civata Nûneran ji komîteya sereke û çend jêr komîteyan pêk tê û wiha got: “Ev civîn jî ji hêla komîteya sereke ve hate lidarxistin. Komîteya sereke komîteya herî girîng e û seroktiya wê jî Komarparêz ku niha desthilatdar in dikin. Di civînê de mijara derketiye pêş nearamiya Sûriyeyê û êrişên li ser Kurdan bû. Em dikarin bibêjin ku li Washîngtonê eleqeyeke mezin ji bo rewşa Rojava û Sûriyeyê heye. Piraniya axafvanan Şara û rêveberiya wî rexne dikin û ji kuştin, talan û kiryarên hovane yên Hikûmeta demkî nerazî ne.”
Mûtlû Civîroglû behsa pêşnûmaya, “Qanûna Parastina Kurdan” jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di raya giştî ya Kurdan de xeletfêmkirinek heye. Gelek kes dihesibîne ku ev pêşnûme bê qebûlkirin dê nava rojan an jî çend hefteyan de bikeve meriyetê. Lê ne wisa ye. Li Amerîkayê derxistina qanûnekê bi mehan heta bi salan didome. Ev pêşnûme qonaxa pêşîn e ku bibe zagon, lewma em dikarin weke pêşzagon jî pênase bikin. Derxistina vê zagonê pêvajoyeke dirêj e. Ji bo serfiraziya vê pêvajoyê jî divê Kurd li Washîngtonê xurt bin û dîplomatên Amerîkî rast bên agahdarkirin. Kongreya Amerîkayê Kurdan û mafên wan ji bîr nake, divê Kurd jî bi zimanekî xurt çîroka xwe bibêjin.”
AW / WAN / BAZÎD EVREN














