
Yek ji dengên protestoyê yên herî bi hêz ên muzîka rockê ya Amerîkî Bruce Springsteen, piştî operasyonên li dijî koçberan ên li Minneapolisê û piştî mirina sivîlên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan, strana xwe ya nû “Streets of Minneapolis” bi guhdaran re parve kir. Springsteen diyar kir ku wî ev stran wek bersiveke rasterast a li hemberî protestoyên li bajêr bilind dibin û tundiya dewletê nivîsandiye.
Di destpêka meha Çileyê de, di operasyoneke ICE’ê de li Minneapolisê jineke bi navê Renee Good di otomobîla xwe de bi guleyan hate kuştin. Ev mirin bû sedema xwenîşandanên ku bi rojan li seranserê bajêr dom kirin, lê operasyonên li dijî koçberan nesekinîn. Hefteya borî jî di xwenîşandanekê de polîsên ICE’ê hemşîreya lênêrîna giran a 37 salî Alex Pretti kuştin. Her du mirin li Minneapolisê bûn sedema hêrseke kûr û nîqaşeke mezin di nava raya giştî de.
Springsteen di 28’ê Çileya Çarşemê de strana xwe weşand û di stranê de rasterast bûyerên li bajêr qewimîn û tundiya di xwenîşandanan de zêde dibe dike armanc. Streets of Minneapolis çend saetan piştî weşana xwe li lîsteya iTunes Top Songs a Amerîkayê bû yekemîn û li Youtube’ê jî gihîşt 4,3 mîlyon guhdaran.
‘Ji bo bîranîna cîranên me yên koçber ên bêguneh’
Bruce Springsteenê 76 salî yê bi rexneyên xwe yên tûj ên li hember Trump tê nasîn, diyar kir ku wî stran “li dijî terora dewletê ya ku bajêr dorpêç kiriye” nivîsandiye û stran ji gelê Minneapolisê, “cîranên me yên koçber ên bêguneh” û ji bo bîranîna Alex Pretti û Renee Good hazir kiriye. Hunermend di gotinên stranê de cih dide sloganên “ICE here derve” jî û dibêje ku gelê Minneapolisê ICE’ê wek “artêşeke taybet” a di bin Wezareta Ewlehiya Navxweyî de di serdema Trump de dibîne û li hember vê saziyê li ber xwe dide.
‘Li kolanê şopên xwînê hebûn’
Springsteen di stranê de navê kesên jiyana xwe ji dest dane bi navê wan bi bîr tîne û van mîsran dibêje: “Şopên xwînê hebûn / Li cihê ku diviya merhamet lê be / Di kolanên bi berfê vegirtî de du kes hatin hiştin / Alex Pretti û Renee Good.” Hunermendê ku rexneya xwe ya li dijî polîtîkayên koçberiyê hîn tûjtir dike, di beşe din de wiha dibêje: “Niha dibêjin ew ji bo parastina qanûnê li vir in / Lê mafên me binpê dikin / Eger çermê te reş an qehweyî be hevalno / Tu dikarî bêyî pirs bêyî lêpirsîn an jî dersînorkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN















