
Pêşangeha "Natural Region" ya hunermendê Kurd Bahaiden (ku bi gelemperî wekî Bahadin tê nasîn) di 28’ê Sibata 2026an de li bajarê Germersheimê hatiye vekirin û heta 28’ê Adara 2026’an dewam dike. Ev pêşangeh wekî hurmetek hunerî ji bedewî û berxwedana jinên Kurd re tê hesibandin û bi taybetî motîfên perperîkan bikar tîne ku azadî û veguherînê sembolîze dikin. Bahaiden di karên xwe de rengên zindî, sembolîzm û pêkhateyên dîtbarî yên bihêz bikar tîne û ev pêşangeh jî karên wî yên resen, grafîk, peyker û hunera giştî dihewîne.
Hunermend Bahaiden li Silêmaniyê ji dayik bûye û niha li Mannheimê (Almanyayê) dijî û kar dike. Wî li Fakulteya Felsefeyê ya Zanîngeha Heidelbergê dîroka hunera Ewropayê xwendiye. Di pêşangehê de perperîkên rengîn wekî sembola jinan têne nîşandan; ew bi cil û bergên rengîn û alayan xemilandî ne. Ev perperîk bi dilên xemgîn digerin li ezmanekî azad û dixwazin li welatê xwe bi rehetî bijîn.
Bahaiden di derbarê pêşangehê de wiha dibêje: “Vekirina vê pêşangeha taybet îfadeya bedewî û berxwedana jinên Kurd di hemû serdemên ku tê re derbas bûne ye. Reng li vir li dijî binpêkirina mafên jinan radiwestin û perperîkên Silêmaniyê jî cesareta ku jin hildigirin sembolîze dikin.” Herwiha, ew wiha dewam dike: “Perperîkên welatê min, bi reng û alayên zindî xemilandî bi dilên xemgîn digerin li ezmanekî azad. Ew digerin li welatekî ku tê de rihetiyê bistînin. Perperîk ruhê jinan îfade dikin ku di aramiyê de govend gerandin heta ku firiyan.” GERMERSHEIME







