Pirtûka Ocalan bi Spanî weşandin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 2 Adar 2026 - 16:45

  • Pirtûka "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk" ku pirtûka çaremîn a "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" a Rêber Apo ye, bi hevkariya weşanxaneya Descontrol a li Spanyayê û weşanxaneya Meymanê hate weşandin.

Pirtûk destnîşan dike ku krîza şaristaniyê ya gerdûnî bi rengê xwe yê herî şênber di nava mercên heyî yên li Rojhilata Navîn de derketiye holê. Rêber Apo diyar dike ku li vê cografyayê ku beriya pênc hezar salî şaristaniyê lê destpê kir, divê mifteya çareseriya krîzan jî bê peydakirin. Berhem sedemên dîrokî yên krîza global, ol û kevneşopiyên çandî, mînakên berxwedanê yên nenavendî û potansiyela jiholêrakirina modernîteya kapîtalîst dinirxîne. Pirtûk bi pirsên krîtîk ên "Jiyan divê çawa be? Çi bê kirin? Ji ku destpê bike" yên ji bo veguherîna global bi dawî dibe.

Di daxuyaniya Weşanxaneya Meymanê de hate ragihandin ku Rêber Apo bi kûrahî bi dîroka Rojhilata Navîn dadikeve, nêrîneke dîrokî pêşkêşî sedemên pirsgirêkê dike û berhem ji bo wê yekê ye ku perspektîfeke çareseriyê bide cîhanê.

Weşanxaneya Descontrol jî diyar kir ku weşandina pirtûkê bi zimanê Spanî ji bo fêhmkirin û naskirina Rojhilata Navîn gaveke girîng e.

Pirtûk wê di rojên pêş de li bajarên cuda yên Spanyayê bê naskirin. Her wiha li ser malperên înternetê yên Weşana Decontrol û Weşanxane Meymanê dikare bê peydakirin.

Şîroveyên li ser pirtûkê:

Rosario Aquím Chávez, Aktîvîst û helbestvanê ji Bolîvyayê:

"Ocalan ji hucreya xwe bi bîra me dixe ku azadî ne nuqteyeke gihîştinê ye; lê pêvajoyeke zindî ye, hûnandina bi rengekî kolektîf e, di her biryara me, her gotina me û her gava me de avaniyeke exlaqî ye ku zorê dide me. Fikrê wô bi ruhê raperîner ê gel re di nava diyalogê de ye, ji şêweyên siyaseta klasîk wêdetir azadiyê vediguherîne amûreke jiyanî ya ji bo têgihiştinê. Lewma xwendina berhemên wî ne tenê çalakiyeke entelektuel e, di heman demê de çalakiyeke polîtîk a kûrbûnê ye."

David Graeber, nivîskar:

"Berhemên Ocalan ji bo sûdê bide yek ji tevgerên herî berfireh ên veguherîna şoreşgerî ya rasteqîn a dîroka nêz, roleke girîng lîstiye."

Antonio Negri, ramanger:

"Utopya Ocalan -weke ku di demeke kurt de hate fêhmkirin- gelekî şênber e; di sîstem û têkoşîna wan herêman de ku ji aliyê milîsên komunîst ên Kurd ve hatine rizgarkirin şênber bûye. Ya ku Ocalan piştgiriya wê dike utopyayeke rasteqîn e, mucewhereke hêja ye ku îro li ber jinûve geşbûna faşîzma neteweyî radibe. Utopya konfederasyona demokratîk a gelan pêvajoyeke rasteqîn şênber kiriye ku di her şerî de dikare bi ser bikeve."

Barry Gills, Zanîngeha Helsînkî;

"Di vê demê de ku guherîna avhewayê bi lez bûye û krîz kûr bûne, li hemberî emperyalîzma bi sedan sal in dewam dike û di deh salên dawî de veguheriye hilweşîneke ekolojîk û neolîberalîzma zêde, têkoşîna we ya ji bo aştî û azadiyê veguheriye têkoşîna me; pêşniyara we bû ronaî ji bo bi milyonan mirovan ku hîn wê dest bi şopandina wê bike." ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.