Divê destkeftî bên parastin
Şemî 24 Çile 2026 - 03:20

Çeteyên HTŞ’ê di 6’ê Çileyê de êrîşê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê kirin û êrîş niha li herêmên di bin rêveberiya xweser a Rojava de didomin. Berxwedana gel a li dijî êrîşan jî didome û li her çar alî Kurdistan û Ewropayê Kurd li qadan êrîşan protesto dikin. Li dijî êrîşan hêzên hegemonîk yên wek DYE, Ewropa, Israîlê bêdengiya xwe didomînin. Dîrektora Lêkolîna Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Kurd û rojnameger lêkolîner ya DYE’yî Meghan Bodette der barê êrîşan de, rol û mîsyona DYE û Israîlê de axivî. Meghan Bodette da zanîn ku şerê li Rojava û Suriyeyê li ser du sedemên esas didome, sedema ewil di neçareseriya pirsgirêkan de israre û got:“Heta niha her çiqas mudaxaleya hêzên herêmî û navneteweyî hebin jî pirsgirêkên gelê Sûriyeyê nehat çareserkirin. Rejîma yekparêz a nû hat jî çareserî neafirand. Sedema duyemîn jî berjwendiyên hêzên herêmî û navneteweyî ye. Di kaos û krîzan de hemû dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Di krîza Sûriyeyê de dewlet li gorî berjwendiyên xwe tevgeriyan.” Meghan Bodette got ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn armancên cuda yên hemû hêzan hene û piştî hilweşîna Sûriyeyê, DYA’yê ev wek derfet dîtiye û bi Rûsyayê re tifaqa ava kiriye. Meghan Bodette wiha got:“Rêveberiya Trump berjewendiyên aborî difikire. Ligel petrol, bazirganî û aboriyê, dixwaze nêzî welatên Ereb bibe.”
Tirkiyeyê xwest pêşî li statuyê bigre
Meghan Bodette êrîşên rejîma Sûriyeyê ya li ser Kurdan jî şermezar kir û berxwedana gel silav kir û got:“Li Tirkiyeyê pêvajoya aştî û civaka demokratîk heye. Tirkiye ji guherîna li Rojhilata Navîn û bidestxistina statuya Kurdan tirsiya. Di 2013-2015’an de jî Tirkiyeyê pêvajo bikar anî û xwest statuya Kurdan asteng bike. Hêzên Kurd xwestin destkeftiyên Rojava xurt bikin. Lê Tirkiyeyê ji destpêkê de destkeftî û statuya Kurdan a li Rojava qebûl nekir. Ne Şara ne jî Tirkiye naxwaze Kurd li Rojava bibin xwedî statu.” Meghan Bodette anî ziman ku kêmasiyên Rêveberiya Xweser a Rojava jî heye û got:”Rojava dizanibû bi HTŞ’ê re dîplomasî wê zehmet be. HTŞ’ê navbera eşîr û rêveberiya xweser de alozî afirand. Dewletên navneteweyî yên wek DYE’yê gotin em şer naxwazin û ji bo xwe naxwazin xetereyê ava bikin. Dizanibûn Rêveberiya Xweser vê îstîkrarê dike. Lê nêz cidî nedibûn. Ev şer ne qedera Rojhilata Navîn bûn. Ev encamek bû. HTŞ’ê bi serkeftinên dîplomatîk yên bi destxist, xwest êrîşên ‘dijminên xwe yên hundir’ bike. Ewl çend serkeftinên dîplomatîk ji DYE’yê girt û êrîşê Durzî û Elewiyan kir. Niha jî bi destkeftiyên dîplomatîk yên ji Israîlê digire êrîşê Kurdan dikin. Ev ne tesaduf e. Li Rojhilata Navîn hemû aktor di esasa berjewendiyên xwe de tevdigerin. Li aliyekî dewlet hene li aliyê din jî aktorên ji derveyê dewletan hene. Hem aktorên herêmî hem jî yên navneteweyî û dewlet bi heman armancê tevdigerin.”
Bandorê li pêvajoyê dike
Meghan Bodette balkişand ser pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ ya ku Rêber APO Ocalan daye destpêkirin û got: “Pêvajo ji bo pirsgirêka Kurd û çareseriya krîza Sûriyeyê girîng û derftek bû. Piştî bangê navbera HTŞ û QSD’ê de mutabakata 10’ê Adarê hat Îmzekirin. Tirkiye dixwaze pêvajoyê dijberê Rojava bikar bîne. Ez nizanim ku pêvajo ji vir şûnde bidome an na lê êrîş ji bo pêvajoyê xetereyek mezin diafirîne. Bandorek neyînî li pêvajoyê dike. Divê ji bo Kurdan ji bo Rojava stratejiyek bê şopandin. Divê destkeftî bên parastin.”
JINNEWS/OZNUR DEGER











