
- Salonên Parlamentoya Ewropayê mêvandariya pêşangeheke taybet a bi navê "Qurdeleya Zêrîn" kir. Berhemên rengîn û xwedî hestên kûr ku ji aliyê zarokên li Yekîneya Onkolojiya Zarokan a Nexweşxaneya Makareion ve hatine afirandin, peyameke tijî hêvî gihandin dilê Ewropayê.
Pêşangeh bi hevkariya Weqfa Qehremanên Biçûk û Komeleya Dostên Yekîneya Onkolojiya Zarokan û Dêûbavên Pancyprian ve hate lidarxistin da ku hêz û berxwedana derûnî ya zarokên ku şerê xwe didin nîşan bide. Ev înîsiyatîfa taybet ji aliyê Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Loukas Fourlas ve hate pêkanîn.
"Qurdeleyên Zêrîn" ji bo bîranîna Iris Violari hate veqetandin û bû sedema kûrahiyeke hestyarî ya mezin li ser bûyerê. Wêneyên ji destên zarokan derketine ne tenê berhemên hunerî ne; di heman demê de nîşaneya wêrekî û hêza hundirîn in.
Bêyî peyvan serpêhatiyên xwe vedibêjin
Di merasîma vekirinê de axaftvan Fourlas balê bir ser giraniya hestên zarokan. Wî da zanîn ku her wêneyek serpêhatiyeke cehd û baweriyê ye û got; “Ev zarok bêyî peyvan serpêhatiyên xwe vedibêjin. Ew li ser hêzê, xeyalan û potansiyela ecêb a di hundirê her zarokî de diaxivin. Dengê wan cara yekem bi vî rengî di dilê Ewropayê de tê bihîstin,”
Kesên ku li pêşangehê hazir bûn ne tenê tabloyên rengîn dîtin. Li pişt wan rûyên zarokên ku bi lehengî şer dikin jî dîtin. Malbatên ku li hember zehmetiyan rawestiyane dîtin. Karê bijîşk û hemşîreyên ku her roj ji bo tenduristiya her zarokî têdikoşiyan nas kirin. Peyama pêşangehê zelal bû: Di demên herî tarî de jî, ronahiya afirîneriyê û hêviyê vemirî namîne.
Piştî bahozê her tim keskesorek derdikeve
Di vekirina pêşangehê de berpirsyara tenduristiyê ya berê Stella Kyriakidou jî hazir bû û wê jî wiha got; “Cara yekem e ku ronahiyeke wiha li Parlamentoyê dibiriqe. Bila hûn bizanibin ku piştî her bahozê her tim keskesor derdikeve û rengên keskesorê di wêneyên zarokan de têne dîtin.” Fourlas ji bo malbatan axivî û got: “Em ê vê têkoşîna ku me ji bo zarokan daye destpêkirin, bidomînin. Em bi biryarin ku li dijî penceşêrê şer bikin û piştgiriyê bidin malbatan.” BRÛKSEL






