Cîhan bi saya Kurdan bi ewletir e

Şemî 24 Çile 2026 - 01:30

Nûnerê Berê yê Amerîkayê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk got: “Bûyerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin cihê fikaran e. Pêwîst e agirbest berdewam be. Ji ber ku bi saya Kurdan cîhan bi ewletir e.”

Nûnerê Berê yê Amerîkayê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk di derbarê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Colanî yên li ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek parve kir.

Brett McGurk di peyama xwe de dibêje; “Her arloziyek ewlehiyê, bi taybetî jî li girtîgehên ku DAIŞ’î tê de ne derkeve, wê bandorên navdewletî bi xwere bîne. Bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê fikaran e, pêwîst e agirbest berdewam be.”

Di dewamiya peyama xwe de Brett McGurk dibêje: “Kurd li seranserî Iraq û Sûriyeyê hevpeymanên herî baş in û pêwîst e bi vî rengî nêzî wan nebîn. Ji ber ku bi saya Kurdan cîhan gelek bi ewletir e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.