Li DYE ji bo Rojava kampanya

Çarşem 28 Çile 2026 - 02:35

Ji ber êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê, 13 rêxistinên Kurd ên li DYA’yê, ji bo Rojava kampanyayeke hevpar a alîkariya mirovî destpê dikin. Kampanya bi dirûşmeya “Kobanê bila tenê nemîne” tê lidarxistin û ji aliyê Komaleya Mezopotamya ve tê rêvebirin. Rêveberên Komaleya Kurd a Washingtonê (KAWA) di der barê çalakiyên li seranserê DYE’yê û xebatên alîkariya mirovî de agahiyan parve kirin. Li gorî agahiyên rêveberiya komaleyê, li 50 eyaletên DYE’yê 13 komaleyên Kurd ên rêxistinkirî hene û van rêxistinan li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyên protestoyê lidar dixin. Di rojên dawî de li gelek eyaletan çalakiyên hemdem hatine lidarxistin; li Washington D.C., Portland a eyaleta Oregon û Los Angeles a eyaleta Kalîforniyayê jî protesto hatine kirin. Rêveberiya komaleyê destnîşan kir ku guhertina siyaseta heyî ya DYE’yê ya li hember Sûriye û Rojava biryareke rêveberiya Trump e, lê gelek senator, endamên Kongreyê û hin generalên ku niha li CENTCOM’ê kar dikin, piştgiriya xwe ya ji bo Rojava û gelê Kurd ragihandine.

Ji Senatoran re 5 hezar maîl

Rêveberiya komaleyê diyar kir ku ji bo êrîşên li ser Rojava bikeve rojeva Senatoya DYE’yê û Kongreyê, hem ji senatoran re hem jî ji endamên Kongreyê re maîl tên şandin. Di vê çarçoveyê de navnîşana maîl û hesabên medyaya dîjîtal a senator û endamên Kongreyê hatine berhevkirin. Rayedarên komaleyê ragihandin ku daxwaznameyên amade hatine amadekirin û piştgir dikarin van daxwaznameyan bi kar bînin da ku rasterast maîl ji senator û endamên Kongreyê re bişînin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta niha zêdetirî pênc hezar maîl hatine şandin û kampanya hîn didome.

Kurd hevpar tevdigerin

Rêveberên Komaleya Kurd a Washingtonê (KAWA) diyar kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava, li eyaletên cuda yên DYA’yê bi komaleyên Kurd re hevpeş tevdigerin û amadekariyên kampanyayeke nû ya alîkariya mirovî gihîştine qonaxa dawî.

Rêvebirên KAWA ragihandin ku li seranserê DYA’yê 13 saziyên Kurd li hev civiyane û platformeke hevpar ava kirine. Di vê platformê de Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojava (ECR), Komaleya Kurd a Washingtonê (KAWA), Navenda Civaka Kurd a Kaliforniya (CalKurd), Navenda Civaka Kurd a Illinois (KCCI), Komaleya Perwerde a Kurd Amerîka ya Los Angelesê, Komelaya Kurd a New Englandê (NEKA), Civaka Kurd a Başûrê Kaliforniyayê (KCSC), Komaleya Kurd a Amerikayê (AKA), Meclîsa Civakên Kurdistan, Koma Kurd û Amerîkayê (KAG), JudiKA, Naren Briar û nûnerekî herêmî yê ji Bellevue (Washington) û Civaka Kurd a Albany cih digirin.

Rêveberên komaleyê bal kişandin ser qeyrana mirovî ya li Kobanê û gotin ku mirina zarokan ji ber sermaya zivistanê û mirina pitikan ji ber nebûna derfetên nexweşxaneyan bandoreke mezin li rayagiştî kiriye. Ji ber van pêşketinan, ji bo bersivdayîna pêwîstiya lezgîn a alîkariya mirovî, amadekariyên kampanyayeke nû gihîştine qonaxa dawî. Di agahiyên hatiye parvekirin de hate diyarkirin ku armanca kampanyayê ji bo Rojava gihandina alîkariya mirovî ye û alîkarî wê bi rêya Heyva Sor a Kurd bên gihandin, li DYE’yê jî bi rêya Komaleya Mezopotamya ve bên koordîne kirin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.