Şerê Îsraîl û Îranê
Yekşem 1 Adar 2026 - 15:00

- Şêrê Îsraîl û Îranê di roja duyemîn de dewam dike. Di êrişa Îsraîlê de Rêberê Olî yê rejîma Îranê Elî Xamaney hate kuştin. Îranê li dijî êrişên Îsraîlê yên şevê din pêleke êrişên moşekên balîstik da destpêkirin.
Îsraîlê roja 28'ê Sibatê li dijî rejîma Îranê şer da destpêkirin û bi balafiran êrişî gelek deverên Îranê kir. Rejîma Îranê ragihand ku Rêberê Olî Ayetulah Elî Xamaney di êrişê de hatiye kuştin.
Her wiha hate diyarkirin ku di êrişê de gelek rayedarên rejîma Îranê hatine kuştin. Rejîma Îranê piştî kuştina van rayedarên xwe 40 roj şîna neteweyî ragihand.
Wêneyê derbarê kuştina Elî Xemeney de jî li ser platformên medyaya dîjîtal tên belavkirin. Li gorî malpera Israel News Pulse wêneyê kuştina Xamaney ku di nav molazan de xuya dike hatiye parvekirin. Malperê îdia kir ku kesê di wêne de hatiye kuştin Elî Xamaney e.
Şerê Îran û Îsraîlê berdewam dike. Di çarçoveya Şerê Îsraîl û Îranê de li gelek bajaran zêdeyî 30 êrişên hewayî pêk hatin. Îranê jî wekî bersivdayînê baregehên DYA'yê yên li Hewlêr, Qeter û Yekîtiya Îmaretên Ereb hedef girtin. Di encama êrişan hind moşekan îsabetê baregehan kir û zirarek cidî ya madî derkete holê. Lê têkildarî ziyana mirovîn agahiyên zelal nehatin bidestxistin. DYA'yê hefteyek berî niha baregehên xwe vala kiribûn û hişyarî da xebatkarên xwe yên li baregehên li Rojhilata Navîn.
Êrişên Îranê yên bi moşekên balistîk li dijî baregehên DYA'yê yên li Rojhilata Navîn didome.
NAVENDA NÛÇEYAN














