
Hunermenda Filistînî Marah Al-Zaanîn a dixwaze îsbat bike ku afirînerî bi derfetan re sînordar nîn e, qadeke biçûk ji bo malbata xwe veguherand stargehek û ji bo mêvanan û medyayê jî veguherand cihekî hunerî. Marah Al-Zaanîn, di du salên wênesaziya xwe de gelek tabloyan çêkir lê derfet nedîtibû ku tabloyên xwe pêşkêş bike.Hunermenda ciwan, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê fikirî got:"Çima ez ji bo van tabloyan mîna hunermendên din ên li çar aliyên cîhanê galeriyek çênekim?" Ji ber ku li Xezayê dijiya, biryar da ku konek mîna galeriyek ava bike û li wir tabloyên ku jiyana rojane ya xelkê Xezayê û bi taybetî jin û zarokên keç nîşan didin, pêşkêş bike. Kon, di heman demê de ji bo hezkiriyên hunerê û mêvanan veguherî galeriyeke hunerî. Marah Al-Zaanîn, diyar kir ku ev fikir beriya êrîşa 7’ê Cotmehê ava bûye û got:“Vê demê hejmara tabloyan kêm bû lê piştî êrîşê, bi çêkirina wêneyên koçberî, windabûn, tirs û çend kêliyên kêfxweş ên jinan re hejmara berhemên min bi awayekî bi lez zêde bûn.” Marah Al-Zaanîn a ku di destpêkê de rûyê mirovan xêz dikir, piştre ji ber amûrên kêm dest bi wênesaziya bi hubrê kir. Dema ku hubr xilas bû, wê dest bi wêneçêkirina bi xweliya zêde ya di dema xwari çêkirinê de dimîne, kir. Marah Al-Zaanîn, hemû hestên xwe yên di vê serdemê de bi karanîna sembolên Filistînî yên mîna seramîk, zebeş, kofiya Filistînî, cilên kevneşopî û şêwazên curbecur ên neqşê kir. Marah El-Zaanîn, xwedî 700 tabloyan e lê ji ber koçberiyê û faktorên din tenê 500 tabloyên wê mane. Di tabloyên Marah El-Zaanîn de cihê fîgura jinan pir girîng e. Jin ji bo wê sembolên berxwedan, sebir û malbatê ne. Di tabloyên xwe de, jin dema ku kofiya hevjînên xwe rast dikin, li xala belavkirina xurekê radiwestin û li rêza avê diseknin xêz dike. Marah El-Zaanîn, xeyal dike ku tabloyên xwe bibe cihekî bi ewletir, perwerdeya xwe di hunerên xweşik de bidomîne, ji bo jêhatibûnên xwe bi pêş bixe dîplomaya xwe ya zanîngehê bistîne û vegere çêkirina wêneyên rengîn.
NÛJINHA/REFÎF ISLÎM













