Nurî Malikî di namzetiya xwe de bi israr e

Şemî 21 Sibat 2026 - 03:25

Piştî ku Nurî Malikî xwe ji bo serokwezîrtiyê namzet nîşan da, nakokiyên nava Çarçoveya Hemahengî ya Şieyan zêdetir derketin. Bi taybetî jî piştî ku Amerîkayê namzetiya Malikî red kir. Şirovekarên siyasî diyar dikin ku pêwîst e Malikî xwe ji namzetiyê vekişe, ger xwe venekişîne dibe ku parçebûn bikeve nava Çarçoveya Hemahengî de.

Piştî ku Nurî Malikî xwe ji bo posta serokwezîrtiyê namzet nîşan da, yekser Amerîkayê diyar kir ew ji ber nêzîkbûna Malikî ya li gel Îranê naxwazin Malikî bibe namzet. Ger bibe serokwezîr wê Amerîka tevayî alîkariyên bi Iraqê re qut bike. Lê Nurî Malikî di namzetiya xwe de bi israr e.

Di derbarê mijarê de Şirovekarê Siyasî Mahir Cewde axivî û got: “Namzetiya Nurî Malikî derzek mezin xistiye nava Çarçoveya Hemahengî de. Ger Malikî di namzetiya xwe de israr bike, dibe ku di dema pêş de bibe sedema parçebûna Çarçoveya Hemahengî.”

Mahir Cewde da diyarkirin ku qebûlnekirina namzetiya Malikî ya li ser asta navxwe, herêmî û navdewletî bandorek neyinî li ser diyarkirina serokatiyên Iraqê û avakirina kabîneya nû kiriye. Mahir Cewde got: “Ji bo derbaskirina vê rewşê top li cem Malikiye da ku insyatîf bigre û xwe ji namzetiyê vekişîne.”

Mahir Cewde eşkere kir ku hin kesên din hene li cihê Malikî bibin namzet, lê aliyên siyasî li pey namzetek nîştimanperwer û biberpirsyar ku bikare vê qonaxê birêve bibe digerin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di rojên borî de carek din eşkere kir ku helwesta Amerîka ya li beramberî namzetiya Nurî Malikî nehatiye guhertin. Wezaretê got ku ger guhertin pêk neyê, wê Amerîka neçar bimîne ku peywendiyên xwe yên li gel Iraqê di berçavan re derbas bike û tedbîrên tûnd yên dîplomasiyê bigre.

ROJNEWS/BEXDA/WESAM ZEHRUNÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.